Platforma Şaxên Edeneyê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê, li Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê ya Edeneyê û Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Cûdî Îmrek anî ziman ku dixwazin bi binçavkirinan çartirsandinê bikin û wiha axivî: “Wezîrê Karên Hundirîn piştî binçavkirinan peyama domandina serdagirtina malan da û piştrast kir ku desthilat xwe dispêre zext, qedexe, keyfiyetê û mêtingeriyê.” Îmrek di dawiya axaftina xwe de bangawaziya berdana binçavkiriyan kir.
Ji Kaldiraçê Meryem Esmer jî wiha axivî: “Vîna ku xwe daye ber barîkatan dê bi binçavkirinan, bi zextan neyê çewisandin. Niha dema mezinkirina têkoşînê, rêxistinbûnê û berfirehkirna têkoşînê ye. Têkoşîna me heya wergirtina hemû hevalên me dê bidome.”
MÊRSÎN
Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê jî bi daxwaza berdana binçavkiriyan li avahiyê sendîkayê daxuyanî da. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul di daxayaniyê de ev tişt gotin: “Tu rewabûna kirariyên di 1’ê Gulanê de hatine kirin nîn e.”