Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arslan daxuyaniyên Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel nirxand ku Temel gotibû, di hevdîtina 27’ê Adarê de ya li Îmraliyê li ser nexşerêyeke ji du qonaxan û qanûna çarçoveyê li hev hatibû kirin. Derya Arslan destnîşan kir ku pêvajo di asta şênberbûyînê de zêdeyî pêncî rojî hate rawestandin.
‘GELEKÎ GIRÎNG E KU BERIYA GIRTINA MECLÎSÊ MEWZÛATA QANÛNÎ BÊ DERXISTIN’
Derya Arslan daxuyaniyên Tayîp Temel û sekna Tevgerê bi bîr xist û destnîşan kir ku hevdîtina di 27’ê Adarê de hate kirin xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Derya Arslan got, “Hevdîtina ku di 27’ê Adarê de hate kirin bi her awayî hevdîtineke dîrokî û gelekî girîng bû. Ji ber ku ev hevdîtin destpêka serdemeke nû bû ku weke gava duyemîn a pêvajoyê dikarîbû bihata nirxandin. Li ser serdemeke ku heta astekê şênber bûbû, lihevkirin pêk hatibû. Yek ji van jî ew mesele bû ku pêvajoya qanûnî bi lez bikeve dewrê û qanûna çarçoveyê tavilê bikeve rojeva Meclîsê. Ev rewş nîqaşeke welê bû ku muzakereya wê ya destpêkê careke din ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin.
Yanî derbasî wê asta nîqaşê bûbû ku mewzûateke qanûnî ya ji aliyê Rêber Apo ve jî hate erêkirin, biketa rojeva Meclîsê. Ya din jî nexşerêyek bû ku em weke statuyê pênase dikin û têkildarî mercên jiyan û karkirina azad û tevlîbûna Rêber Apo bi şênberî pênase dike. Piştî vê nuqteyê pêvajo wê êdî li meclîsa me bi pêş ve biçûya. Lê belê zêdeyî pêncî rojî hevdîtin bi temamî hate rawestandin. Ev rewş di kêliyeke welê de pêk hat ku wê derbasî qonaxa şênberiyê bibûya.”
‘PÊVAJO KIRIN QURBANÊ KRÎZÊN SIYASÎ YÊN HUNDIRÎN ÊN TIRKIYEYÊ’
Derya Arslan qutkirina hevdîtinan bi hesabên siyasî yên hundirîn ve girê da û bi van gotinan rawestandina pêvajoyê rexne kir: “Mirov dikare vê yekê bi gelek şêweyan pênase bikin. Dikare jê re bibêje; kirin qurbanê pêvajoya krîzên siyasî yên hundirîn ên Tirkiyeyê, her wiha weke ketina dewrê ya hesabên pragmatîk jî dikare pênase bikin. Li aliyê din, di demekê de ku dihate hêvîkirin ku êdî pêvajo di mekanîzmaya dewletê de şênber bibe û di vê mijarê de helwestê nîşan bide, nêzîkatiyeke welê derkete holê ku pêvajoyê berevajî dike û hewl dide gavên nû bi Tevgerê bide avêtin. Tevgerê ev yek yekser red kir. Ji ber ku rastiya Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû gavên diviyabû bihatina avêtin, avêtibû.”
Derya Arslan destnîşan kir ku ji bo rewşa xitimandî ji holê bê rakirin divê mekanîzmaya dewletê gavên şênber biavêje û qonaxa dawî û bendewarî bi vî rengî vegot: “Ji vir û pê ve diviyabû pêvajo ji zemîna bide û bistîne bihata rizgarkirin û derbasî sîstemekê, yan jî demokratîkbûnê bibûya. Gelekî pêwîst bû ku mekanîzmaya dewletê ya ku hêza pêşeng a vê ye biketibûya nava liv û tevgerê. Bi rexneyên tund ên li hemberî dewletê ku neket nava tevgerê, pêvajo xitimî. Ya rast tişta tê xwestin bê vegotin û aliyê ku hevalê Tayîp Temel bal kişand ser wê, ev bû.
Di hevdîtina dawî de ji bo vekirina qadên nû îradeyek ava bû. Em ê di rojên pêş de vê yekê bibînin.
Gelekî girîng e ku berya girtina meclîsê mewzûata qanûnî li ser zemînekê bê derxistin ku çarçoveya azadiya Rêbertî jî di nav de be. Hem gelê Kurd, hem Tevger hem jî qadên polîtîk ên siyasî di nava vê bendewariyê de ne.”
‘GELEKÎ GIRÎNG E KU RASTIYA CIVAKEKE TÊKOŞER BÊ AFIRANDIN’
Derya Arslan işaret bi berpirsyariyên dema pêş kir û di avakirina pêvajoyê de bal kişand ser girîngiya rola têkoşîna civakî. Derya Arslan got, “Ddema pêş li hêzên polîtîk ên demokratîk, qadên têkoşîna siyasî û hemû beşên civakê ferz dike ku têkoşînê ava bike.
Ji ber vê jî li gel rastiya Rêbertî ku muzakereyê dimeşîne, gelekî gigrîng e ku rastiya civakeke têkoşer bê afirandin.”

