Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ekîn Yeter li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk axivî û qala rewşa heyî ya pêvajoyê, nîqaşên li ser “mafê hêviyê” û gavên hiqûqî kir ku divê bêne avêtin.
Ekîn Yeter anî ziman ku rewşa heyî nîşan dide ku pêvajo di asta “aştiya negatîf” de maye û got, “Ya rast, rewşeke raweestînê, rewşeke taloqkirina aştiyê heye. Dema ku mirov vê yekê li gorî mînakên çareseriya şer a li cîhanê dinirxînin dibînin ku di pêvjaoyên çareseriya şer de qonaxên aştiya negatîf û aştiya pozîtîf hene. Di vir de rawestandina şer weke aştiyeke negatîf dikare bê pênasekirin. Di lîteratura cîhanê de bi vî rengî tê pênasekirin. Aştiya pozîtîf jî pêvajoyeke demdirêj, pêvajoyeke avakirinê vedibêje ku ji avakirina pêvajoya rawestandina şer heta bi avakirina mafên rêxistinbûn, tevlîbûna li siyaseta demokratîk, statu, mafên kolektîf di nava xwe de vedihewîne.”
‘DIVÊ MERCÊN WEKHEV BÊNE AFIRANDIN’
Ekîn Yeter işaret bi rewşa Rêber Apo ya li pêvajoya muzakereyê kir û got, “Desthilatdariya siyasî, mekanîzmaya dewletê, komîsyona meclîsê, her kesên ku heta niha xebitîne, parlamenter bi xwe jî li ser vê pêvajoyê dikarin bixebitin, xwedî derfetan e, lê belê Birêz Ocalan ku weke muzakerevanê sereke yê gelê Kurd tê dîtin û weke aktorê sereke li pêş e, hîn jî ji vê statuyê bêpar tê hiştin. Dema ku mirov vê yekê li gorî mînakên çareseriya şerê li cîhanê dinirxîne, ne meseleyeke welê ye ku bê qebûlkirin. Li gorî mercên muzakereyê yên demokratîk divê mercekî navbera wekhevan bê afirandin û Birêz Ocalan jî xwedî mercên karkirinê yên azad be.”
Ji bo rêveçûna pêvajooyê Ekîn Yeter bal kişand ser gavên divê bêne avêtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Beriy her tiştî ya divê bê kirin ew e ku statuyeke vê pêvajoyê bê avakirin, garantiya hiqûqî ya kesên ku pêvajoyê dimeşînin bê pêkanîn û qanûneke pêvajoyê bê derxistin.”
Ekîn Yeter diyar kir ku rewşa rawestandina şer divê derbasî ser zemîna hiqûqê û siyaseta demokratîk bê kirin û got, “Ji bo endamên rêxistinê yên ku çek danîne, kesên ku dibêjin, ‘Em daxwaza mafê siyaseta demokratîk dikin, dixwazin bên siyasetê bikin’ divê mercên tevlîbûna li siyaseta demokratîk a bêyî darizandin û cezakirinê, mercên azadiyê bêne afirandin.”
‘NUQTEYA HERÎ KRÎTÎK MESELEYA STATUYÊ YE’
Ekîn Yeter destnîşan kir ku statuya gelê Kurd yek ji sernavên bingehîn ên çareseriyê ye û bi dewamî got, “Gelê Kurd ê ku li vî welatî, li vê erdnîgariyê bi hezaran salan heye, hebûna xwe ispat kiriye lê belê nebûye xwedî mercên azadiyê û gelên din ên di nava heman şert û mercan de ne divê êdî bibin xwedî statuyekê. Hem statuya muzakerevanê sereke, hem statuya hiqûqî ya pêvajoyê hem jî statuya gelê Kurd weke sê gavên krîtîk û girêdayî hev ên vê pêvajoyê dikare bê destnîşankirin.”
‘HIQÛQNAS WÊ LI SER DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK NÎQAŞÊ BIKIN’
Têkildarî Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku amadekariya wê tê kirin Ekîn Yeter anî ziman ku konferans wê bi dirûşma ‘aştî, azadî û statu’ were ldiarxistin. Ekîn Yeter ragihand ku di konferansê de wê mijarên bêstatubûn, destûra bingehîn û peymana civakî werin nirxandin.
Ekîn Yeter bang li hiqûqnasan hemûyan kir ku tevkariyê li nîqaşên konferansê bikin.

