Li navçeya Cizîrê, taziyeya ku ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurd li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê hatibû dayîn, di roja xwe ya sêyemîn de bi tevlîbûna hezaran kesan berdewam kir. Malbatên ku li ber wêneyên şehîdan sersaxî qebûl kirin, banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), malbatên ku di taziyeyê de axivin daxwaz kirin ku êşên wan ên bi salan bi dawî bibin û windahiyên nû çênebin.
Dayika Baran Pîşkîn (Nîrvana Melek), Behiye Pîşkîn, diyar kir ku şehadeta kurê wê êşê dide wê, lê ew bi têkoşîna wî serbilind e.
Behiye Pîşkînê, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û ev tişt got: “Pêvajo hat vê astê, şer rawestiya, êdî dilê dayikan ewqas naşewite. Hêviya me ji Serokê me heye ku dê pêvajoyên gelek baş bên. Bila êdî ne dayikên Kurdan ne jî yên Tirkan bigrîn. Êdî deriyên girtîgehan vekin. Çawa ku em bi van şehîdên xwe serbilind in, bi heman awayî ger em Serokê xwe jî di nav xwe de bibînin, em ê ewqas bextewar û serbilind bibin. Em naxwazin gel dev ji hev berde. Bila gel xwedî li hevdu derkeve, xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”
Dayika Mustafa Başkurt (Cîgerxwîn Cizîrî), Makbule Başkurt, jî bi gotina “Kezeba min şewitî, bila kezeba kesekî din neşewite” daxwaza aştiyê kir.
Dayika Yusuf Denîz (Argeş Cîzre), Muzeyyen Denîzê, jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Em dixwazin ku êdî dayik hêsiran nerêjin.”
Bavê Hanim Putru (Jînda Teyî), Emin Putru, diyar kir ku yên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ji bo ziman, demokrasî, azadî, maf û hiqûqê berê xwe dane çiyê û wiha axivî: “Keça min mirovekê gelek hêja bû, welatparêz bû. Ji vê rêyê re dilsoz bû. Ger ev pêvajo bi vî awayî berdewam bike dê gelek baş bibe. Înşallah dê şehîdên me yên dawî bin. Em jî dixwazin mafê xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe bizanibin. Heke wisa bibe dê xweş bibe. Ev mirov 40 sal in ji bo vê axê canê xwe dan. Em ê heta dawiya temenê xwe di rêya wan de bin.”
Bavê Ahmet Ertene (Serdem Êrîş), Salih Ertene, diyar kir ku kurê wî li dijî zilmê rabûye ser piyan û wiha pê de çû: “Hemû malbatên vir mîna me ne, êşên me yek in. Divê herkes piştgiriyê bide sekinandina vê xwînê. Kî dibe bila bibe divê ev xwîn bisekine. Kedên wan nayên kirîn. Kes bi hêsanî xwe feda nake. Divê kedên van mirovan neyên jibîrkirin. Her kesê ku ji xwe re dibêje mirov, divê piştgiriyê bide vê pêvajoyê û berpirsiyariyê li xwe bigire.”
Xanim Arslan, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku ew dixwazin pêvajo bi ser bikeve û aştî pêk bê û got: “Em dixwazin girtiyên me serbest bên berdan. Em dixwazin bi xweşî bijîn. Em dixwazin mirin û girtin çênebin. Kes nikare heqê şehîdên me bide.”
Hanife Arslan, diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Em naxwazin keda şehîdên me winda bibe. Ji bo ku keda van şehîdan vala neçe em li pey vê dozê ne. Êdî ne malbata leşker, ne polîs ne jî ya gerîla bila negrî. Divê mafê gerîla, mafê girtiyan bê dayîn. Em dixwazin Rêberê me û girtiyên me êdî azad bibin. Kurd 42 sal in vê dozê ji bo malbat, zarok û gelê xwe didomînin. Em jî 42 sal in di nav vê têkoşînê de ne lewre dozeke birûmet û mafdar e.”

