Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bîranîna ku bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ve ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê hatiye danîn berdewam dike.
Bi hezaran welatiyan serê sibê heya danê êvarî serdana bîranîna li ber avahiya DEM Partiyê kirin bênavber dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Rêya şehîd rêya me ye, Apo Serokê me ye’ berz kirin. Her wiha bi hezaran welatiyên ji navçe û bajarên derdorê berê xwe dane qada bîranînê meş lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî tev li bîranîna şehîdên azadiyê bûn û sersaxî ji malbatan re xwestin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di bîranînê de got ku gelê Kurd hemû destketî û nirxê xwe bi saya şehîdan bi dest xistiye û wiha axivî: “Me çi bidest xistibe bi saya şehîdan e û bi têkoşîna wan em îro dikarin qala aştiyê bikin. Em ê hertim li ser şopa wan bin û heya xeyalên wan pêk werin em ê li ber xwe bidin.”
Roja 2’yemîn a sersaxiyê bi ‘Çerxa Şoreşê’ û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Serdanên sersaxiyê dê sibê jî berdewam bike. Piştî serdanên sersaxiyê, dê saet 17.00’an de li ber DEM Partiyê ya Cizîrê bîranîn were lidarxistin.

