Hinek wekî pelên ku li ber bayê dikevin hatibûn vir; hinek jî bi hêviya dawî ku di çengên wan de ji welatê wan ê şewitî mabû… Bê guman ew zarokên rojê bûn; ew sirê jinûve avabûna ji xweliyên xwe dizanibûn. Tevî ku li pey xwe trajediyên mezin, êşên bêdawî û çemên hêsran hiştibûn jî, ew di pişta hêviyê de her dem li benda berbangek nû bûn.
Ji ber vê yekê nehatin tunekirin; desthilatdarên tarîtiyê nekarîn van navên kevnar ji ser rûyê erdê bibin. Wan tenê li benda wê roja pîroz ku dê dîsa derkeve û tu carî winda nebe, diman… Ew kêliya ku dê diwanzdeh siwarên Derwêş vegerin û dîrok ji nav xweliyên wêran û xirabeyan careke din ji nûve zindî bibe.
Niha em jî li ber vê berbangê ne; li zinarên dijwar ên Şengalê, em şopa dîrokek veşartî ku ji şaristaniyên cuda mane û axa demê li ser hatiye nixumandin digerin.
Di demek ku şerên desthilatiyê yên cîhana derve, komkujiyên dijwar û xela mirovahiyê tune dikir de, newalên kevnar ku li pişta çiyayên mezin hatine veşartin hene. Ev erdnîgarî bi sedsalan ji bo gelek gelên ku welatên xwe winda kirine, ziman û baweriyên wan cuda ne, bûye tenê deriyê xilasiyê. Van çiyayên mezin bi sîngên xwe yên zinarî li hember bahozên bêrehm ên derve rawestiyan, di heman demê de bi axa xwe ya berhemdar her giyanê birîndar ku li wan penaber dibû bi heman dilovaniyê xwedî kirin.
Gelên Êzidî û Ermenî yên ku di bin siya tarî ya qirkirin û komkujiyan de çarenûsa hevpar parve dikirin, ji birînên hev re ne xerîb bûn. Di sala 1915’an de dema ku Ermenî bi siyaseta sirgûn û tunekirinê ya tarî ya Osmanî rû bi rû dihatin, milê herî ewle ku karibin pişta xwe bidinê li ser axa Êzidiyan dîtin. Ev girêdanek ewlehiyê ku ji parzûna bîranîna êşa hevpar derbas bibû. Dema ku em xweliyên boriyê diavêjin, ya ku em pê re rû bi rû dibin destana berxwedanê ya du gelên kevnar e ku hewl didan li vê erdnîgariya dijwar a Rojhilata Navîn sax bimînin. Piştî sala 1915’an, milek ji Ermeniyan berê xwe da çiyayên Şengalê.
Derase, li ser quntarên dijwar ên Şengalê û ji bo yên ku xwe disipartin mala Êzidiyan, yek ji rawestgehên herî pîroz bû. Îro her gava ku em li Deraseyê davêjin û her kevirê ku em dibînin, bi kûraniya êşên wê serdemê tijî ye. Ev atmosfer me dibe piştî demê; ew boriyê bi êşa îro re jinûve dide jiyîn. Ya ku ji wan rojan mabû tenê xerabe û odeyên kevirî yên ku bîranîn lê penaber bibûn, ango şikeft bûn. Her şikeftek mora veşartî ya trajediyên mezin û vîna jiyanek berxwedêr dihewand.
Ev çemê êşê di sala 2014’an de bi fermaneke qirkirinê ya herî mezin a sedsala 21’ê dîsa dê li ser heman cihî biherike. Li hember wê fermana tarî ku armanc dikir Êzidiyatiyê ji kokê rake û ji ser rûyê erdê bibe, gelê Êzidî bi piştgiriya bîranîna xwe ya dîrokî re dîsa xwe spart Deraseyê. Di wê dema hovîtiyê de ku cîhanê pişta xwe dabûyê û revîbû, tarîtî wekî kabusekî li ser Şengalê daketibû, şervanên azadiyê yên ku alaya rûmeta mirovahiyê hildigirtin meşiyan ser tarîtiyê û rêça dîrokê guhertin.
Ne tesaduf bû ku ew diwanzdeh siwarên ku hatibûn da ku li ber Qirkirina dawî ya Êzidiyan bêjin “raweste”, vê derê bikin kelehê berxwedanê; vir dengvedana kevneşopiyek kevnar bû. Ya ku di kesayetiya diwanzdeh siwarên ku li wir berxwedan dikirin de dihat armanc kirin, kokên Ermenî yên ku dihat xwestin bîranîna wan bê paqijkirin û berxwedana Êzidiyan bû.
Dîrok cara yekem bi bereketa van diwanzdeh siwaran çarenûsa xwe ya reş ku bi êş hatibû hûnandin berevajî kiribû. Derase êdî ne tenê stargehek jiyînê ye; ew abîdeya berxwedanê ye ku bi taca serkeftinê ya lehengî û rûmeta Êzidiyan hatiye tacîdarkirin.
Dema gavên me li ser kevirên vê erdnîgariya kevnar deng vedidin, ew atmosfêra kûr a ku giyanê mirov dicirifîne me dipêçe. Her şop di neynika boriyê de çav li îro dadide û bayê bêdawî ê geliyê, ji her giyanê westiyayî ku di deriyê wî de gav diavêje re her dem heman lorîkê diçirpîne:
“Rabe, tu di ewlehiyê de yî; vir mala hevpar a mirovahiya birîndar e.”

