Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mûşê, li gundê Alangoz a girêdayî gundê Gimgim a Mûsê, ji bo Şoreş (Samî Kekîk) taziye hat danîn.
Ji xeynî Platforma Saziyên Demokratîk a Mûsê, gelek kes bi dirûşmeya “Şehîd namirin” meşiyan. Platform û gel sersaxî ji bo malbatê xwest.

