Helbestvan û nivîskar Îsmaîl Kardaş, diyar kir ku wî ezmûnên xwe yên sirgûn, bêrîkirin, zindan û hevrêtiyê bi rêya helbestên xwe aniye ziman. Kardaş, got ku rêya herî bihêz a vegotina çîrokên hevrêyên xwe yên di Têkoşîna Azadiyê de şehîd bûne, pêkanîna xewn û xeyalên wan e.
Kardaş ê ku pirtûka xwe ya yekem a helbestan Destpêka Çîrokê: Çûyîn “Hikâyenin Başlangici: Gidiş” di sala 2024’an de weşandibû, paşê pirtûka xwe ya duyem a bi navê Çîroka Duyem: Jiyan û Wate “Îkîncî Hikaye, Hayat ve Anlam” gihand ber destê xwînerên xwe. Kardaş, destnîşan kir ku peywendiya wî ya bi helbestê re bi borîna demê re pêş ketiye û bi taybetî cîhana helbestê ya Ahmet Arîf bandor li ser wî kiriye.
Kardaş, da zanîn ku ezmûnên sirgûn û têkoşînê di teşwîqkirina wî ya ber bi helbestê de diyarker bûn û bal kişand ser hêza helbestê ku dikare bi wêneyekî cîhaneke fireh bîne ziman. Kardaş, diyar kir ku pirtûka wî ya yekem encama hestên ku bi windakirina hevalên xwe yên têkoşînê re çêbûne ye û got ku ew hewl dide Mazlum Tekdag, Zeynep Katar, Senar Mete, Şevket û Bulut Kişin di helbestên xwe de bide jiyîn.
Kardaş, agahiyên şehadeta hevrêyên xwe wekî “herifîna qubeya azman” pênase kir û got: “Bi nebûna wan re di her derê jiyana me de hestekî mezin ê nîvco mayî heye. Xwezî me bikaribûya çêtir bînin ziman, lê ez difikirim ku tişta herî baş pêkanîna xeyalên wan e. Dema ku ew xeyal pêk bê, dê çîrokên me temam bibe.”
Kardaş ê ku li Zanîngeha Çukurovayê perwerdehiya felsefeyê dîtiye, diyar kir ku helbest û felsefe qadên ku hevdu temam dikin e û di berhemên xwe de lêpirsîna jiyanê, hebûnê û wateyê dike.
Kardaş ê ku ji sala 2016’an vir ve di sirgûnê de dijî, got ku sirgûn ne tenê qutbûna erdnîgarî ye, di hundirê mirov de jî şopên kûr dihêle. Tevî vê yekê jî Kardaş diyar kir ku ew ji kokên xwe qut nebûye û hestên ku sirgûnê çêkirine veguherîne hilberîna wêjeyî.
Kardaş, anî ziman ku geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê hêviya ji nû ve hevdîtina bi axa ku lê ji dayik bûye re çêdike û got: “Ramana dîsa gihiştina kokên xwe, rabirdûya xwe û axa xwe heyecaneke gelekî mezin çêdike.”
Kardaş, diyar kir ku ew dixwaze xebatên xwe yên nû bi zimanê xwe yê zikmakî Kurdî berdewam bike û got: “Dibe ku ez xebatên xwe yên piştî vê yekê bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî bikim. Armanceke min a bi vê rengî heye.”

