Îro li Qada Newrozê ya li gundê Enzê ya Binarê Qendîlê, bi beşdariya gelek Kurdên welatparêz yên her çar parçeyên Kurdistanê, Koma Awazên Çiya û gelek hunermendên Kurd Cejna Vejînê ango Pêngava 15’yê Tebaxê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Aram Husên axaftinek li ser girîngiya rojê kir.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdan destpê kir û piştre peyama Meclisa Gel a Binarê Qendîlê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Aram Husên hate xwendin.
Di peyama Meclisa Gel a Binarê Qendîlê de wiha hate gotin;
“Em bi germî ji atmosfereke xweş û ji quntarên Qendîla serbilind bi xêr hatina we dikim. 15’yê Tebaxa sala 1984’an tenê dîrokek asayî nebû di dîroka gelê me de. Belkû, ew destpêka serdemeke bi temamî cuda û şikandina bêdengiyeke mirinê bû. Di demekê de ku dagirkeran bawer dikirin ku gelê Kurd hatiye tunekirin û dengê azadiyê ji bo her û her hatiye tepeserkirin. Şehîd Fermandar Egîd bi teqandina guleya yekem hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên herêmê serûbin kir û ji bo gelekî ku li ber mirinê bû dîrokeke nû ya vejînê nivîsand.”
Rêber Apo piştî gihiştina 15’yê Tebaxê, piştî bi dehan salan zehmetî û têkoşînê ji bo formulekirina fikra netewa demokratîk û pergala konfederal, têkoşîna azadiyê ji têkoşîna gerîla veguherî tevgereke berfireh a civakî, siyasî û girseyî ku sînorên çêkirî yên di navbera parçeyên Kurdistanê de şikand. Îro, gelê Kurd bi saya vê fikrê xwedî nasnameyek, îradeyek û hêzek nayê înkarkirine. Îspat bûye ku bêyî statu û nasnameya gelê Kurd, tu hêz an projeyek cîhanî an herêmî bi ser nakeve.
Em weke Meclisa Gel û Şaredariya Binarê Qendîlê tekez dikin ku aştiya rastîn û mayînde tenê bi naskirina fermî ya mafên rewa yên gelê Kurd û azadiya fîzîkî Rêber Apo dikare pêk were. Lêbelê ev pêvajoya aştiyê qet nayê wateya teslîmbûn û devjêberdana mafên bingehîn.
Ezmûna berxwedana berdewam a gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê îspat kiriye ku îradeya gelê me nayê şikandin. Em her tim deyndarê destnivîsa 15’yê Tebaxê ne, ku bû Cejna Vejîna me. Em soz û peyama xwe nû dikin ku emê li ser rêya berxwedanê berdewam bikin heta ku armancên siyasî, demokratîk û azadiyê yên gelê me bi dest dikevin.”

