Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Çalakiyên Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bên şopandin.
Guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate avêtin, ji bo rastiya Kurd û hişmendiya Kurd a paş de hatiye hiştin, xalekî werçerxê ye. Gelê Kurd a bi tirsa mirinê hatine tepisandin, bi wê guleyê re tarîtiyê şikandin û derketin ronahiyê.
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso bi boneya salvegera şahedeta şoreşger û pêşengê civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî axivî, behsa jiyan û têkoşîna wî kir û got, “Em soz didin ku em ê xeta Mam Zekî bimeşînin, wî rihê avabikin û şûna wî dagirin.”
Şahidê Komkujiya Dîgorê Mehmet Bugur, bûyerên di 15’ê Tebaxa 1993’an de hatin jiyîn û zehtên piştî wê vegot. Bugur destnîşan kir ku ew ji ber dosyaya komkujiyê gelek caran hate girtin, êşkence dît û di sala 2007’an de hate sirgûnkirin.
Dîlek Oz ku piştî 32 salan hate berdan, diyar kir ku qanûna çarçoveyê tevî kêmaniyan gavekî girîng e û wiha got, “Dil dixwest ku xurttir ba, lê aştî ne pêvajoyeke ku bi hêsanî tê avakirin e. Rast nabe ku mirov li bendê be ku her tişt ji nişka ve bê guhertin.”
Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên girtî û xizmên windayan bên şopandin.
Komuna Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re, gerîlaya YJA Starê Jînda Şerker (Bêrîvan Meryem Uzkaş) ku di 3’ê Tîrmeha 2018’an de li qada Aris Faris a Avaşînê şehîd bû, bi bîr anî.

