Şemî, 15 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dilek Oz: Rast nabe ku mirov li bendê be ku her tişt ji nişka ve bê guhertin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê gavên demokratîk tavile bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Komkujiya Dîgorê de peyama ‘aşitî girêdayî lêborînxwestinê ye’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xerîb Hiso: Rola pêşengtiyê yê Mam Zekî pir hêja û dîrokî bû
Rojava

Xerîb Hiso: Rola pêşengtiyê yê Mam Zekî pir hêja û dîrokî bû

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso bi boneya salvegera şahedeta şoreşger û pêşengê civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî behsa jiyan û têkoşîna wî kir û got, “Rola pêşengiyê yê Mam Zekî di civaka Êzidî de pir hêja û dîrokî bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Rêveber û Koordînasyona Êzidiyan a KCK’ê Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê de şehîd bûbû, ji ANF’ê axivî.

 

 Xerîb Hiso di destpêkê axaftinê xwe  de hemû şehîdên şoreşê û Mam Zekî Şengalî bibîr anî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di destpêkê de di şexsê Mam Zekî Şengalî de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê, şehîdên pêşengên Êzîdxanê bibîr tînim. 8 sal derbas dibe lê ruhê ku şehîd Mam Zekî afirandiye derfata ku daye civaka Êzidî morala ku ji bo civaka Êzidî mezintir kiriye heta niha civaka me Êzîdî li ser dimeşe. Çima Mam Zekî hate hedefgirtin? Çima şahadeta Mam Zekî di rojekê da ku Komkujiya Koço tê biranîn. 15’ê Tebaxê roja ku çeteyên DAÎŞ derbasî Şengalê dibin dora gundê Koço dorpêç kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Taybet di wê rojê de şehîd Mam Zekî hedef e. Civaka me Êzidî her pişt oldaran meşiya li pişt rûspiyên xwe meşiyan şêx, pîr, mûrid, tekîliya wan bi ruhî bi hevra heye. Bi wê civak hatiye parastin. Gelek nivîskar, rewşenbîrên Êzidî jî hene. Lêkolînvan in, dîroknas in,  civakek ji aliyê fikir de, ji aliyê aqil de wê her hebin. Di civakan da ji aliyê ciwan, jin her kesî de pêşketin çêdibin. Di pêşketinên wisa de mirovên şoreşger û çalak dîroka me de derketine pêş de lê herdem hatine hedef girtin. Mîrza destanî, Mam Zekî van kesayetên navdar bi plan hatine şehîdxistin.

Hiso naskirina şehîd Mam Zekî wiha anî ziman: “Min Mam Zekî 2 sal beriya komkujiyê nas kir. Di sala 2012’an de me li Silêmaniyê hevdu dît. Ez gelek kêfxweş bûm, Min gelek meraq dikir ku Mam Zekî nas bikim û bibînim. Di çarçoveya xeta Rêber Apo de rastiya civakê, rastiya mirov derdikete pêş. Di wê hevdîtinê de em gelek kêfxweş bûn. Piştredanûstandinên me çêbû, gelek caran çûyûna me Şengalê jî çêdibû, li wir jî me hevdu didît. Carekê em çûn Şengalê hemû hevalên PADÊ li wê derê amade bûn torenekê  çêkirin û pêşwaziyeke xweş kirin. Me xwest Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Serdeştê pîroz bikin, lê asayîş û ewlekariya PDK û peşmergeyan rê nedan ku em biçin Serdeştê.”

‘ŞEV Û ROJ JI BO CIVAKA ÊZIDÎ DIXEBITÎ’

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di nava axaftinên xwe da qala misyon û rola civaka Êzidî ya bi pêşgentiya Mam Zekî kir û gotinên xwe bi awayî rêz kir: “Rola Mam Zekî di civaka Êzidî de gelek bi nirx e û dîrokî bû. Mam Zekî li Ewropayê tevgerê nas dike û bavê şehîdekî ye. Bavê Şehîd Sîpan e. Di malbatê de gelek têkoşer û şehîd hene. Li Ewropayê dema ku dikeve nava têkoşînê tê girtin. Girtin jî êşkence ye, dema tê berdan yekser berê xwe dide wargehên çiyayên azad. Çawa ku li Ewropayê civaka Êzidî bi rêxistin kir, li Başûrê Kurdistanê jî dest bi rêxistinkirina civaka Êzidî kir. Civaka me Êzidî baweriyeke pir mezin di heval Zekî de u hemu hevalên ku piştê fermanê da hatin ji bo rizgarkirina şengalê kar kirin, xebat dan meşandin, baweriyekê mezin tê da dîtin. Heskirina civaka Êzîdî ji hevalê Zekî re pir rêz heskirin digirtin. Loma jê re gotin Mam wek ap ji heskirinê. Dema dibejin Mam Zekî biçuk, mezin zarokên Êzîdxanê u civaka me Êzîdî jê hezdikir. Mam Zekî diçû her malekê, cem her şêx, rû spîyekî, mûrîdekî, civakê yek parçe dihesiband.  Ji bo civaka Êzîdî şev u roj dixebîtî.  Heval Zekî şoreşgerek bu, welatparêzek bû, rewşenbîrek bû, zanebû, xwedî fikir stratejik u gîrîng bu. Rola wî di nava civaka Êzîdî da gelek hebu. Ne tenê Êzidiyên Şengalê, Êzidiyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê dijîn herkesî Mam Zekî hêza wî, quweta wî manewiyata wî u fikra wî nas kiribû ûherkesî nas dikir. Piştî ku êrîş li ser Şengalê çêdibe, komkujî li ser Şengalê çêdibe yekem pêşeng heval Zekî bû, tevgera azadiya Kurdistan pê re dibe alîkar bi dehan sedan hêzên gerila, YJA Star, YPG, YPJ  berê xwe dide Şengalê. Ji ber ku komkujiyekî pir xeternakbû. Zarok zilam, kuştin, jin revandin, Koço jî yek ji wan gundan e. Ên ku xwe ji înfaz kirinê rizgar kirin xwe digihînin Mam Zekî. Mam Zekî soz dide ku tola wan mirovên xwe tola şehîdên xwe komkujî em rabikin. Yekser dest pê hêz avakirinê dike. Hêza Êzîdxanê YBŞ u YJŞ’ê didin avakirin. Heval Zekî hevalên derdorê wî bi hev re dikevin nav wî xebatê. Êzidî birêxstin kirin. Êzidî di xeta berxwedanê de xeta rizgarkirinê de çawa em karibin tola wan rabikin?  Em çawa dikarin terora DAÎŞ’ê di nava Şengalê derbixînin tevdigeriya.  Şengal ji bo civaka Êzidî cihê herî pîroz e. Ji bo gelê me Kurd çiyayê Şengalê cihê berxwedanî û pîroz e. Herêmeke ku Êzidî di nav de dîrok parastiye, nirxekî dîrokî, çandekî dîrokî veşartî ye û parastiye. Heval Zekî her qala wan çanda dikir. Heke ev  mudahele nehata kirin, ev dîrok dihat hilandin û şewitandin û wê winda bibûya. Ji ber wê jî Mam Zekî kesayetekî dihata naskirin, pir malbat navê zarokên xwe kirine Zekî, niha li Şengalê, gelek zarok henin navên wan Zekî ye.”

‘ZEMÎNA RÊXISTINKIRINÊ AVA KIR’

Xerîb Hiso di axaftinê xwe de da balê kişand  zemîna rêxistin kirina civaka êzîdî da rola Mam Zekî  kir u gotinên xwe domand: “Mam Zekî pêşeng afirand û çêkir. Pêşengên civaka Êzidî avakir û bû zemînê rêxistina jina Êzidî ku wê çawa têkoşîn bikin, çawa jina Êzidî li ber xwe bide, xwe rêxistin bike, çawa ku karibe hêza xwe parastinê ava bike. Di nava ciwan u xortan YBŞ hat avakirin. Di nava wan de pêşengên Zerdeşt Şengalî, Merwan Bedel, Saîd Hesen derketin holê. Li ser xeta Mam Zekî û tercube ya wî pêşengtî hate kirin. Hîn jî bandora  pêşengtiya  Mam Zekî li Şengalê heye. Bandora Mam Zekî rûspiyên Êzidî, Babê Şêx, Mîr Tahsîn û bavê Çawiş hebûn. Ez bi xwe jî rast hatim ku herkes Mam Zekî nas dike û hez dike. Bi Mam Zekî Şoreş nas kiriye, Kurdistan naskiriye, îrade civaka Êzidî naskiriye, bi Mam Zekî civaka Êzîdî tevgara Azadî û Rêber Apo naskiriye û hêviyek daye avakirin.  Mam Zekî ji bo civaka Êzidî hêzekî dîrokî bû. Pêşengtiya civaka Êzidî hîn didome û neqadiya ye. Lê dijmin xwest ku wê civakê bê îrade bihêle.”

Xerîb Hiso di axaftinên xwe qala şahadeta Mam Zekî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema  bîranîna merasîma  salvegera 4’emîn komkujiya Koço/Şengalê tê lidarxistin. Di 15’a Tebaxa 2018’an de diçe beşdar dibe. Gelek kes û nûner jî tevlê dibe. Herkes jî dizane li baregeha istîhbaratê ya dewleta Tirk li Beşîqa heye. Mam Zekî dibeje gerek ez jî di vê merasîmê de amade bim. Êşa civaka xwe parve bikin wê baş bibe. Xeyal u hêviya Mam Zekî ew bû ku xemgînî çawa vegerîne tarzê têkoşîn û tolhildanê. Jin u zarokên ku destê çeteyan de rizgarkirin hedef û hêviyên wî bûn. Dema vegera merasîma bîranînê gundê Koço ya Şengalê rastê sûîqesta tevgera havayî ya dewleta Tirk a dagirker tê. Mam Zekî û heval Mahîr Kader bi hev re dema digihêjin Gelî Şîlo balafir dîsa êrîş dike. Li wê derê şehîd dibin.

‘EM Ê XETA MAM ZEKÎ BIMEŞÎNIN’

Mam Zekî Şengalî jiyana xwe hemû ji bo civaka Kurd, gelê kurd civaka Êzidî, Elewî, Kakayî, nirxên Kurdistanê ne, dîroka civaka Kurdistanê ne ji bo wê dîrokê nirxê biparêze ji bo azadiya gelê Kurd bibihîne jiyana xwe di wî rêkê de da. Şehîd Mam Zekî û hemû şehîd xetek bûn, bûn xeta azadî serfirazî , serbilindî, xeta ku ket nav dîrokê de êdî nema tê jibîrkirin. Îro civaka Êzidî li dijî hikûmeta Iraqê têdikoşe û dibeje ez xwedî civake me û civakekî rêxistinkirî me. Xwe parastiye û pêşengên xwe şehîd jî daye. Ev jî encama ked û tekoşîna Mam Zekî u hevalên şehîd ên ku ji bo rizgarkirina Şengalê hatibûn gerîlayên azadiyê YJA Star, YPG u YPJ’ bûn ku xwe feda kirine. Têkoşîna ku îro tê kirin xet û paradigmaya Rêber Apo ye.

Dema min şahadeta Mam Zekî bihîst gelek pê êşiyam, xemgîn bûm. Ez bi hemû şehîdan xemgîn dibim. Lê pêwistiya civaka me Êzidî bi Mam Zekî hebû. Bandora Mam Zekî li ser civakê hebû. Em soz didin ku em ê xeta Mam Zekî bimeşînin, wî rihê avabikin û şûna wî dagirin. Belkî em nikaribin şûna wî dagrin. Mam Zekî cihê xwe avakiribû şopa xwe jî avakirin. Şop û cihê xwe bi şahadeta xwe ji me re hişt. Hewceye pêşengên Êzidî şop û cihê bidomînin. Ez soz didim ku ez ê şop û cihê Mam Zekî bidomînim. Ş. Zerdeşt Şengalî, Mervan Bedel, Seîd Hesen, Ş. Berxwedan pêşengên civaka Êzidî şop û cihê meşandin gihiştin wê mertebê, şehadetê. Dîsa sersaxî ji tevahî gelê xwe dixwazim.”      

   

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Dilek Oz: Rast nabe ku mirov li bendê be ku her tişt ji nişka ve bê guhertin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komkujiya Mereşê di 47’emîn salvegera xwe de li Kadikoyê hat protestokirin

Saziyên Elewî di 47’emîn salvegera Komkujiya Mereşê de li Îskeleya Kadikoyê hatin ba hev û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî û şandeya KE’yê tecrîda Îmraliyê nîqaş kir

Di hevdîtina DEM Partî û Raportora Tirkiyeyê ya Komîteya Şopandina Meclîsa Parlementoyê ya Konseya Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ destpê kir

Li Şengalê di çarçoveya fikrê neteweya demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komxebatekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bekir Hec Îs: Êrişa li ser xelkê Serêkaniyê ewlehiya Sûriyeyê dixe metirsiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Wê êrîşkarên Qamişloyê bên cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?