Dîlek Oz a piştî 32 salan di 12’ê Hezîranê de hat berdan û xizmê girtiyan Yaşar Ozlu, verastkirina nû ya qanûnî ku ji Meclîsê derbas bû, ji ajansa me re nirxand. Dîlek Oz diyar kir ku tevî kêmaniyên di qanûna çarçoveyê de jî di rêya aştî û demokrasiyê de gaveke ku divê neyê biçûk dîtin e û destnîşan kir ku divê pêvajo bi mîsogeriyên qanûnî yên xurttir were pêşxistin.
Dîlek Oz ku bi armanca piştevaniya bi malbatên hevalên xwe yên girtî hat Girtîgeha Bakirkoyê ku piştî 32 salan jê hate berdan, anî ziman ku çarçoveya qanûnê kêm e û anî ziman ku bendewariyan pêşwazî nekir.
Dîlek Oz destnîşan kir ku aştî ne pêvajoyeke ku bi hêsanî tê avakirin e û wiha got, “Dil dixwest ku xurttir ba, lê aştî ne pêvajoyeke bi hêsanî tê avakirin e.”
Oz bal kişand ser nirxandina Rêber Apo ya derbarê destpêka pêvajoyê de û wiha got, “Vê yekê herî baş Birêz Ocalan anî ziman. Destpêka herî bingehîn a rêya hezar kîlometreyî, ev qanûn e.”
‘DIVÊ QANÛN WERE XURTKIRIN’
Oz nirxandina xwe ya derbarê qanûnê de wiha domand, “Hevalek ji bo qanûnê wiha gotibû, ‘Ne îdeal e, lê îdare dike.’ Ez jî hinek wisa difikirim. Divê were xurttirkirin.”
Dîlek Oz diyar kir ku dema di 10’ê Tebaxê de li Lîjneya Giştî ya Meclîsê hevdîtinên qanûnê dewam dikirin, ew hestên girtiyan ji nêz ve hîs kiriye û anî ziman ku hêviya wê ji bo girtiyên ku ji derveyî çarçoveya qanûna heyî dimînin, heye.
Dîlek Oz got, “Em ê careke din werin û ew qerebalixiya zêde ji hundir bigrin. Ez hestên hevalên niha li hundir hîs dikim. Mixabin hevalên me yên ku wê nikaribin derkevin jî hene. Lê ez bawer dikim ku em ê di gava pêş de hevdîtinekî xurttir bi wan hevalan re jiyan bikin.”
Dîlek Oz wiha dewam kir, “Ez rêz li kesên ku dibêjin di qanûnê de pir kêmanî hene, digrim. Lê ez di rêya aştî û civaka demokratîk de, wekî gavekî girîng dibînim. Divê biçûk neyê dîtin.”
‘DIVÊ QANÛN TAVILE BIKEVE MERIYETÊ’
Xizmê girtiyan Yaşar Ozlu jî diyar kir ku qanûna çarçoveyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî firsendekî dîrokî pêşkêş dike û destnîşan kir ku di serî de ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehan divê di pêkanînê de gavên şênber bên avêtin.
Ozlu derbasbûna qanûna çarçoveyê ji Meclîsê wekî gavekî girîng nirxand û wiha got, “Qanûna çarçoveyê ji bo me gavekî girîng e. Sed sal in di Komara Tirkiyeyê de cara yekemîn nîqaşkirina pirsgirêka Kurd di Meclîsê de, ji bo me girîng e. Lê ya herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê û dayîna mafê siyasetê ji bo hevalên me yên li çiya. Bi salan in qanûn hene lê mixabin nayên pêkanîn. Ger qanûn hatiban pêkanîn, îro gelek siyasetmedarên me wê ne di zîndanê de ban.”
Ozlu bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku Hatîce Yildiz a 75 salî ku di 22’ê Adara 2024’an de bi hinceta ku pere ji keça xwe ya li girtîgehê û hevala wê re şandiye hat girtin, pirsgirêkên tenduristiyê û nexweşiya wê ya demansê heye. Ozli anî ziman ku Jiyan Erdînç a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê girtin, ji ber platîna lingê û proteza qemaxê wê de, dikare bi du darikan xwe li ser lingan bigre.
Ozlu diyar kir ku hevsera wî Çîgdem Ozlu jî nexweşê KOAH’ê ye û ji ber pênceşêra qirikê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jiyan dike û got ku girtiyên ku ji aliyê Saziyên Cezayê ve nayên berdan hene.
Ozlu destnîşan kir ku divê qanûn tavile bikeve meriyetê û wiha got, “Ya girîng ew e ku ev qanûn pêk were û girtiyên nexweş bên berdan.”
‘DIVÊ DEWLETÊ JIDILBÛNÊ NÎŞAN BIDE’
Yaşar Ozlu destnîşan kir ku di hemû girtîgehên Tirkiyeyê de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê hene û anî ziman ku piştî ku qanûna çarçoveyê ji Meclîsê derbas bû, divê dewletê jidilbûnê nîşan bide û girtiyên nexweş tavile werin berdan.
Ozlu wiha got, “Niha nakokiyeke cidî heye. Salek çêbû, PKK’ê gavên cidî avêt, lê mirov ji ber tecrubeyên xwe yên di sala 2014’an de, ji ber jiyankirina heman tiştan, bi fikar in. Yekane hêviya me Rêbertî ye, lê dewlet muxlaq disekine. Divê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Erdogan bi cidî nêzî mijarê bibin.”
Ozlu destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê beşekî di nava xwe de nahewîne û diyar kir ku divê pêvajo hemû gelên ku li Tirkiyeyê jiyan dikin, di nava xwe de bihewîne.
Ozlu di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Perspektîfa ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kir, ne tenê girêdayî gelê Kurd e. Tirk, Ereb, Laz û Çerkez ên li Tirkiyeyê jiyan dikin, di nava xwe de dihewîne. Ez spasiya di erî de Birêz Rêbertiya me Abdullah Ocalan û her kesê ku keda wan çêbûye, dikim. Siyaseta rast ji vê şûnde destpê dike, pêwîstiya me bi siyasetê heye. Divê em di qadên siyasî yên li Tirkiyeyê de bi awayekî zelal têbikoşin.”

