Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bibe û got, bêyî demokratîkbûnê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bi ser bikeve.
Semîr Aslanyurek: Sînema û hemû beşên hunerê divê bi rengekî şênber û eşkere bi mafên mirovan, wekheviyê, azadî û aştiyê re be. Yekane helwesta hunerê divê parastina rûmet û mafê jiyanê yê mirovan be.
Ji ber krîza li Hurmuz û Babulmendep rêgehên deryayî berê xwe didin bejahiyê. Krîza petrolê rewşa jeopolîtîk a korîdora başûr jinûve dide pêş.
Pispora Xizmetên Civakî Berfîn Ayyildiz işaret bi bandora krîza aboriyê û bêkariyê li ser jin û ciwanên li bajarên Kurdistanê kir û got, girêdana bi madeyê û rizandina civakî nikare ji mercên civakî cuda bê dîtin.
Serokê Kulûba Sporê ya Astengdarên Dîtinê ya Amedê Abdulmecît Yilmaz ragihand ku astengdarên dîtinê li qadê sporê li zor û zehmetiyan rast tên û got, “Qadeke me nîne ku em karibin Goalballê lê bilîzin. Dema ku sporvanên xwe dibin tûrnûvayan pirsgirêka fînansanê rû dide.”

