Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > MAF-DAD: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sûcên şer hincetên maqûl hene
Rojava

MAF-DAD: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sûcên şer hincetên maqûl hene

Di rapora MAF-DAD’ê de hat diyarkirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl hedef hatine girtin, êşkence, windakirina bi zorê, talan û koçberkirina bi zorê hatine belgekirin; dibe ku hin çalakî têkevin çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) “Rapora Sûcên Navneteweyî yên ji aliyê Hikûmeta Komara Erebî ya Sûriyeyê û Li Ser Navê Hikûmetê Hatine Kirin” a li ser geşedanên di Çile û Sibata 2026’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîne amade kiriye weşand.

MAF-DAD’ê Mîsyona Lêkolîna Heqîqetê ya Serbixwe (Fact-Finding Mission) di serê Çileya 2026’an de piştî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji bo belgekirina binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat meşand. Endamên mîsyonê di navbera 21’ê Sibatê û 17’ê Adara 2026’an de li herêmê lêkolîn kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku di çarçoveya xebata qadê de 32 hevdîtinên berfireh hatin kirin û bi giştî 62 kes beşdarî hevdîtinan bûn. Ji van 25 kes rasterast mexdûr bûn, yek malbata mexdûrekî bû, 6 kes jî nûnerên sazî û rêxistinên ku bi belgekirina binpêkirinan an jî alîkariya mexdûran re mijûl dibin bûn.

MAF-DAD’ê daxuyand ku rapor xwe dispêre lêkolîna berawirdî ya îfadeyên mexdûr û şahidan, çavdêriyên rasterast ên qadê, qeydên bijîşkî, raporên sazî û rêxistinên civaka sivîl, delîlên ku ji aliyê Rojava Information Center (RIC) ve hatine komkirin û materyalên çavkaniya vekirî. Hat destnîşankirin ku pîvana bingehîn a di raporê de hatiye bikaranîn, “hinceta maqûl a bawerkirinê” ya têkildarî hincetên binpêkirinan e.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SIVÎLAN

Li gorî raporê di Çileya 2026’an de êrîşên li dijî sivîlan bi taybetî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û li ser riyên derketina ji Tebqa û Reqayê zêde bûn.

Di lêkolîna qadê de êrîşên bi balafirên bêmirov, topbaran, êrîşên sekvanan, gulebarankirina wesayîtan, tundiya li noqteyên kontrolê, êrîşên li ser cihên ku sivîl lê sitirîne û êrîşên rasterast ên li ser malan hatin belgekirin.

Şahidiya der barê sivîlên ku hewl didan ji Tebqa û Reqayê birevin, di bin gulebaranê de man, hatin rawestandin, lêgerîn li wan hat kirin, hatin şêlandin, hatin binçavkirin û di hin rewşan de hatin kuştin, kete nav raporê.

MAF-DAD bi delîlên ku bi dest xistin gihişt wê encamê ku sivîl bi qestî û bêyî cudakarî hedef hatine girtin û ev çalakî binpêkirinên giran ên hiqûqa mirovî ya navneteweyî û sûcên şer pêk tînin û têkildarî vê hincetên maqûl pêşkêş dike.

NEXWEŞXANE Û XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ HATIN HEDEFGIRTIN

Di raporê de êrîşên li ser binesaziya tenduristiyê ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî di bin sernavekî cuda de hatin nirxandin.

Li gorî MAF-DAD’ê, Nexweşxaneya Xalid Fecir û Nexweşxaneya Osman hatin topbarankirin. Delîlên li ser xebatkarên tenduristiyê yên birîndarbûn, binçavkirin, windakirin û qetilkirin hatin komkirin.

Li gorî raporê êrîşên li dijî binesaziya tenduristiyê û xebatkarên tenduristiyê ne tenê bûyerên ferdî bûn; saziyên tenduristiyê û personelên tenduristiyê yên ku divê bên parastin bi awayekî sîstematîk xistin xetereyê an jî rasterast hedef hatin girtin. MAF-DAD’ê diyar kir ku hincetên maqûl hene ku ev çalakî sûcê şer pêk tînin.

BINÇAVKIRIN, ÊŞKENCE Û WINDAKIRINÊN BI ZORÊ

Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî desteserkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li noqteyên kontrolê yên li ser riyên revê yên sivîlan, bûyerên binçavkirin û windakirinên bi zorê pêk hatine.

Şahidan diyar kirin ku mêr ji jin û zarokan hatine veqetandin, kesên hatine binçavkirin li navendên qelebalix hatine ragirtin û agahî nedane malbatên wan.

MAF-DAD’ê bi kesên ku hevdîtin bi wan re kiriye qala lêdan, dayîna elektrîkê, girêdana çavan, kelepçekirin, ferzkirina mikurhatinê û stendina şfadeya bi zorê, kêmaniya xwarin û avê, şert û mercên irab ên paqijiyê û astengkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê kirin.

Li gorî raporê hincetên maqûl hene ku ev pêkanîn sûcên şer ên wekî binçavkirina kêfî, pêkanîna zalimane, êşkence, windakirina bi zorê an jî dîlgirtinê pêk tînin; ger şert û mercên pêwîst hebin, dibe ku di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de jî bên nirxandin.

ÊŞKENCE Û BIÇÛKXISTINA LI DIJÎ CENAZEYAN

Di raporê de binpêkirinên giran ên li dijî bedena miriyan jî tên belgekirin.

MAF-DAD’ê destnîşan kir ku delîlên rasterast ên wêne û dîmenên der barê parçekirina cenazeyan, teşhîrkirina bedenan, jêkirina por an jî keziyên jinan, jêbirina deqên li ser bedenan û jêkirina hin organan de hatine nirxandin.

Şahidan her wiha dan zanîn ku veşartina cenazeyan a bi rûmetî hatiye astengkirin û malbatên ku xizmên xwe winda kirine rastî pêkanînên biçûkxistinê hatine.

Li gorî raporê di van pêkanînan de heqaretên nîjadperest, mezhebperest û zayendperest jî hebûn. MAF-DAD’ê diyar kir ku hincetên maqûl hene ku ev çalakî bi armanca biçûkxistin û tirsandina mexdûr, malbat û civakan pêk hatine û divê wekî “êrîşên giran ên li dijî rûmeta kesane” di nava sûcên şer de bên nirxandin.

TALAN Û DESTESERKIRINA MAL Û MILKÊN KESAN

Di raporê de hat gotin ku delîlên berfireh li ser talankirina mal û milkên taybet hene.

Şahidan diyar kirin ku bi ser malan de hatine girtin, hatine talankirin, dagirkirin an jî ji bo diyarkirina xwediyên wan ên nû hatine nîşankirin. Hat gotin ku dest danîne ser telefon, pere, belgeyên nasnameyê û eşyayên kesane yên hin kesan.

Hin kesên ku ji warên xwe hatine koçberkirin diyar kirin ku dema vegeriyane dîtine ku qefleyên malên wan hatine guhertin, eşyayên wan birine û milkên wan ji aliyê komên çekdar an jî kesên bi wan re têkildar ve têne kontrolkirin.

MAF-DAD’ê da zanîn ku saziyên wekî saziyên jinan, pirtûkxane, navendên perwerde û çandê jî rastî êrîş, talan û wêraniyê hatine. Li gorî raporê dibe ku ev yek ji pevçûn û wêrankirinê wêdetir,  bi zanebûn mulk hatine desteserkirin, tinekirin an jî ji bo armancên di hatibe bi karanîn.

BI HEZARAN KES BI ZORÊ HATIN KOÇBERKIRIN

MAF-DAD’ê destnîşan kir ku ji Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Reqa û Tebqayê koçberbûna girseyî pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku beşeke mezin a kesên hatine koçberkirin, sivîlên Kurd bûn ku berê bi zorê ji Efrînê hatibûn derxistin û di Çileya 2026’an de cara duyemîn ji warên xwe hatin derxistin.

Li gorî raporê delîlên heyî hincetên maqûl derdixin holê ku koçberiyên qewimîne di çarçoveya sûcê şer de wekî “koçberkirina bi zorê” bên nirxandin; ger şert û mercên hiqûqî pêk werin, di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de wekî “derxistin an veguhestina bi zorê ya nifûsê” bên destgirtin.

SAZIYÊN JINAN Û BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN

Di raporê de binpêkirinên li dijî jinan di beşeke cuda de hatin destgirtin.

MAF-DAD’ê belge kir ku jin ji ber çalakiyên xwe yên di saziyên giştî de rastî gefan hatine, agahiyên wan ên kesane hatine weşandin, navendên jinan û pirtûkxane hedef hatine girtin û saziyên girêdayî siyasî û çandî ya jinan hatine wêrankirin.

Tîma lêkolînê bi 10 kesên ji jinên Kurd û Ereb pêk tên re hevdîtin kir û êrîşên li ser saziyên jinan lêkolîn kir. Li gorî şahidan li Heleb, Tebqa û Reqayê navendên jinan ên Zenobiya, saziyên Jineolojiyê û pirtûkxane hatin talankirin an jî wêrankirin.

Di raporê de da şahidên ku dema jin dihatin binçavkirin di ser cil û bergên wan re rastî heqaret û gefên zayendperest hatine, aktîvîstên jin û jinên di saziyên rêveberiyên herêmî de dixebitin gefên kuştinê li wan xwarine, agahiyên wan ên kesane li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin û dest danîne ser mal û ofîsên wan.

MAF-DAD’ê diyar kir ku hincetên maqûl ên mîna parçekirina bedena jinan, jêkirina porên wan, belavkirina dîmenên pêkanînên xirab û gefên zayendperest di çarçoveya sûcê şer de êrîşên giran ên li dijî rûmeta kesane pêk tînin, hene. Hat îfadekirin ku di rewşên ku şert û mercên pêwîst pêk tên de, dibe ku ev çalakî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de wekî zilm û zordariya li dijî jinan bên nirxandin.

DI RAPORÊ DE BALKIŞANDIN SER ROLA TIRKIYEYÊ

Yek ji beşên balkêş ên rapora MAF-DAD’ê nirxandinên têkildarî rola Tirkiyeyê bûn.

Di raporê de hat diyarkirin ku gelek çavkanî hene ku di pevçûnên Çile û Sibata 2026’an de hêmanên ne Sûriyeyî di nava hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hebûn.

Hat ragihandin ku hin şahidan şervanên ku unîformayên ala Tirkiyeyê li ser wan bûn dîtine û qala kesên ku nîşaneya destan a gurê boz ên rastgirên tundrew ên ji Tirkiyeyê ne jî kirin.

Bi vê re rapor diyar dike ku delîl hene ku personelên leşkerî yên Tirk, alavên leşkerî yên Tirk û lêpirsînerên Tirk ji bo piştgiriya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hatine bikaranîn.

MAF-DAD gihişt wê encamê ku ev piştgiriya derve tenê  têr nake ku pevçûnê veguherîne pevçûnek çekdarî ya navneteweyî. Tîma lêkolînê, di çarçoveya delîlên heyî de, bûyerên Çile û Sibata 2026’an bi giranî di çarçoveya pevçûna çekdarî ya nenavneteweyî (NIAC) de nirxand.

DAXWAZA LÊPIRSÎNA SERBIXWE

MAF-DAD’ê di raporê de beşek taybet ji Tirkiyeyê re veqetand û bang kir ku divê îdiayên der barê tevlîbûna personelên leşkerî yên Tirk, alavên leşkerî û lêpirsîneran, bi awayekî serbixwe, bi bandor û bêalî bên lêpirsîn.

Komeleyê xwest ku Tirkiye qeyd, agahî û delîlên din ên têkildar biparêze û bi mekanîzmayên lêpirsîn û hesabpirsînê yên neteweyî û navneteweyî re hevkariyê bike.

Di raporê de bang li Tirkiye, DYE, Fransa, Elmanya, welatên din ên Yekîtiya Ewropayê û Îngilistanê yên ku piştgiriya leşkerî, darayî an jî lojîstîk didin Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hat kirin ku divê di binpêkirinên hiqûqa mirovî ya navneteweyî de neyê bikaranîn.

BERPIRSIYARIYA NAVNETEWEYÎ Û DAXWAZA HESABPIRSÎNÊ

MAF-DAD’ê bi bîr xist ku mekanîzmayên hiqûqa navxweyî ya heyî ya li Sûriyeyê ne di wê rewşê de ne ku ji bo sûcên hatine belgekirin hesabpirsîneke bi bandor pêk bînin.

Li gorî raporê, dadgehên herêmî ti desthilatdariyeke wan a bi bandor li ser hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê tine ye; mexdûr nikarin xwe bigihînin saziyên dadwerî yên li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne û yan jî ne serbixwe ne.

Ji ber vê yekê, raporê xwest ku ne tenê faîlên rasterast, di heman demê de kesên di kademeyên fermandariyê de ku ferman dane, teşwîq kirine, hêsan kirine an jî di pêşîlêgirtin û cezakirina sûcan de bi ser neketine jî bên lêpirsînkirin.

MAF-DAD’ê li gel dadgeh û mekanîzmayên navneteweyî, xwest ku peywira darazê ya gerdûnî li welatên gengaz bên bikaranîn; delîl bên parastin û ewlekariya şahidan bê misogerkirin.

Rapor her wiha bang li Mekanîzmaya Navneteweyî, Bêalî û Serbixwe ya Komara Erebî ya Sûriyeyê (IIIM) ya Neteweyên Yekbûyî, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê û mekanîzmayên din ên navneteweyî dkirike ku bûyerên di Çile û Sibata 2026’an de qewimîne bişopînin.

Yek ji bangên bingehîn ên MAF-DAD’ê ew bû ku aqûbeta kesên winda û girtî bê eşkerekirin, ji bo kesên bi zorê hatine koçberkirin şert û mercên vegera ewle û dildarî bên afirandin, milkên hatine talankirin bên vegerandin û mexdûr karibin bi bndor serlêdanê bikin û mekanîzmayên tazmînatê bên misogerkirin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser li dijî manîpulasyonan hişyarî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hin alî hewl didin…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Wanê: Dora dewletê ye ku gav bavêje

Xelkê Wanê diyar kir ku destê ku Rêber Apo ji bo aştiyê dirêj kiriye, destê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî (Zimanxane) bi coşeke mezin hate vekirin. Hevserokên Zimanxaneyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê Şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a malbatên ji Serêkaniyê vedigerin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo û Çilaxayê xwendekar ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê çalakî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?