Şemî, 15 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dilek Oz: Rast nabe ku mirov li bendê be ku her tişt ji nişka ve bê guhertin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê gavên demokratîk tavile bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Komkujiya Dîgorê de peyama ‘aşitî girêdayî lêborînxwestinê ye’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî
Kurdistan

Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re, gerîlaya YJA Starê Jînda Şerker (Bêrîvan Meryem Uzkaş) ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de li qada Arîs Farîs a Avaşînê şehîd bibû, bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re, bi daxuyaniyeke nivîskî gerîla Jînda Şerker (Bêrîvan Meryem Uzkaş) bi bîr anî.

Komûnê, ragihand ku Jînda Şerker a di sala 1992’yan de li Mêrdînê jidayik bibû, di 3’yê Tîrmeha 2018’an de li qada Arîs Farîs a Avaşînê di êrîşeke balafiran de şehîd ketibû.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Zozan Denîz bi vî rengî ne:

Nasnav: Jînda Şeker

Nav û Paşnav: Bêrîvan Meryem Uzkaş

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik-Bav: Vesîle-Nezîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 3’yê Tîrmeha 2018/Avaşîn

Daxuyaniya komûnê bi vî rengî ye:

“Erdnîgariya Mêrdînê di her qonaxê dîrokê de yek ji wan navendên me yên berxwedanê ye ku tê de çandên xwedî kok, kevneşopiyên berxwedanê û rûmeta civakî mîna keleheke nehej hatine parastin û hişmendiya welatparêziya kevnar tê de zindî hatiye girtin.

Li van xakên pîroz ku polîtîkayên mêtînger, ferzkirinên asîmîlasyonê û êrîşên bênasnamekirinê tu carî bi ser neketine, mezinbûn tê wateya ku mirov di temenê biçûk de bi hişmendiya şoreşgerî û evîna azadiyê re bijî. Hevrêya me Jînda Şerker ku di nava malbatekê de hat dinyayê ku bi vê kevneşopiya welatparêziya kûr a Mêrdînê û çanda herêma Torî ya kevnar ve girêdayî ye, di atmosfereke ku exlaqê civakî û hişmendiya neteweyî pir xurt bû de mezin bû. Beşdarbûnên ji derdora malbata wê û xizmên wê yên nêzîk bo nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, cîhana raman û hestên hevrê Jînda di temenê biçûk de ava kir.

Hevrê Jînda ku 4 salan di dibistanên pergalê de perwerde dît, gava ferq kir ku çerxa modernîteya sermayedar dixwaze ciwanan ji cewherê wan veqetîne, perwerdeya xwe nîvco hişt. Ji bo ku debara xwe û malbata xwe bike, di temenê biçûk de gav avêt nava jiyana kar; di karên cuda de xebitî, li ser lingên xwe rawestiya û pîroziya xêr û bêra xebatê û keda eniyê ji nêz ve nas kir. Her çend ew li metropoleke mîna Stenbolê ku modernîteya sermayedar û polîtîkayên asîmîlasyonê lê herî dijwar in dirêj ma jî, bi saya wê çanda welatparêziyê ya kûr ku ji Mêrdîn û herêma Toriyan girtibû, karî cewherê xwe yê Kurdayetiyê, nirxên xwe yên civakî û azadîxwaziya xwe zindî bihêle. Wek jineke ciwan a Kurd, li dijî hişmendiya pergala mêrê serdest û modernîteya sermayedar ku jinê dike kole û tişt, ket nava lêpirsîneke kûr û têkoşîneke dijwar. Di encama van lêgerînan de beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû û bi awayekî çalak cîhê xwe di şerê hebûnê yê gelê me de girt.

Di payîza 2014’an de, gava çeteyên DAÎŞ’ê û navendên mêtînger li dijî destkeftiyên gelê me êrîşên tunekirin û qirkirinê yên giştî dan destpêkirin, hevrê Jînda berpirsyariyeke dîrokî hilda ser milên xwe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî refên gerîla bû. Piştî beşdarbûnê, ji bo perwerdehiyên xwe yên yekem derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê, herêma Qendîlê bû. Hevrêya me ku li Qendîlê tevlî perwerdeya Şervanên Nû bû, di demeke kurt de xwe hînî şert û mercên dijwar ên çiyayan kir û gavên xwe yên yekem ên gerîlatiyê avêtin. Di pratîka xwe ya yekem de li qada Qendîlê, xwe bi îdeolojiya Rêber Apo bi berdewamî perwerde kir; guherîneke fikrî jiya û di pîvanên jina azad de asteke xurt bi dest xist. Di demeke kurt de erdnîgariya dijwar a çiyayan nas kir, bêtir li ser qadê serwer bû û di rêgezên xweparastin û gerîlatiyê de kûr bû.

Hevrê Jînda ku dixwest pêşketina xwe ya di gerîlatiyê de bi pisporiya leşkerî tacîdar bike, di dawiya sala 2015’an de li Qendîlê li Akademiya Şehîd Mahîr beşdarî perwerdeya Çekên Giran bû. Di dema akademiyê de di warê çekên giran de serweriyeke teknîkî û şarezayiyeke taktîkî ya bilind bi dest xist. Hevrêya me ku helwesta xwe ya îdeolojîk bi pisporiya leşkerî re kir yek, şêwaz û taktîkên gerîla yên demê pênase kir û bi îdîa û biryardariyeke mezin ji akademiyê mezûn bû.

Di buhara sala 2016’an de, ji bo ku di gerîlatiya Bakur de tecrubeyan bi dest bixe û bi xwe rasterast li dijî dijmin şer bike, derbasî qada Cîloyê bû. Hevrê Jînda ku di erdnîgariya biheybet, dijwar û zehmet a Zagrosan de pratîk dimeşand, li dijî êrîşên artêşa dagirker bi îrade, ezm, sebir û biryardariyeke mezin têkoşiya. Di çeperên herî dijwar ên Cîloyê de wek gerîlayeke pispor a YJA Starê rola xwe lîst û bi wêrekiya xwe ya bilind di pêvajoyên çalakiyan de ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê.

Hevrê Jînda Şerker di sala 2017’an de derbasî eyaleta Avaşînê bû û meşa xwe ya şoreşgerî û pratîka xwe ya leşkerî di vê qada stratejîk de jî domand. Hevrêya me ku bi girêdaneke xurt bi xeta PAJK’ê û pîvanên militaniya PKK’ê ve girêdayî bû, bi hêza ku ji Jineolojiyê girtibû, pîvanên azadiya jinê di her kêliya jiyanê de bi rengekî xurt nîşan da. Hevrê Jînda ku ji kûrayiya dilê xwe ve dilsoza Rêber Apo, bîranîna şehîdên me yên ezîz û hevaltiyê yên pîroz bû, di her hawirdorê de hevaleke pêşeng bû ku nirxên şoreşgerî yên bilind mezin dikir, diparast û nirxên nû diafirand. Li dijî operasyonên dewleta Tirk ku li Avaşînê pêş xistibûn, bi sekna xwe, zîrekiya xwe ya taktîkî û wêrekiya xwe bû mînak û hezkirin û hurmeta kûr a hemû hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêya me ku li eyaleta Avaşînê peywirên xwe yên şoreşgerî û meşa xwe ya fedaî bi biryardariyeke mezin didomand, di 3’yê Tîrmeha 2018’an de di encama êrîşeke balafiran de li qada Arîs Farîs a ser bi Avaşînê ve gihîşt şehadetê û tevlî karwana nemiran bû.

Em hevrêya xwe Jînda Şerker, gerîlaya pêşeng a YJA Starê ku çanda welatparêziya esîl a Mêrdînê ji metropolan hilda û bir çeperên Qendîl, Cîlo û Avaşînê û bi helwesta xwe bû fedaî, bi rêz, minetdarî û girêdaneke xurt bi bîr tînin. Di serî de em ji malbata hêja û welatparêz a hevrêya me û gelê Mêrdînê re, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna şehîdê xwe, sekna wê ya fedaî û ala têkoşînê ku ji me re hiştiye, di meşa xwe ya Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad de teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dilek Oz: Rast nabe ku mirov li bendê be ku her tişt ji nişka ve bê guhertin
Nûçeya Pişt re TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê di roja 60’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê di roja 60’emîn de didome.

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya Îmralî û Erdogan wê sibe saet 17.30’an bicive

Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan roja pêncşemê diyar bû.

Ji aliyê Stêrk TV

YE û Îsraîl li ser alîkarîya mirovî a bo Xezayê li hevkirin

Yekitîya Ewropayê (YE) û Îsraîl bo zêdekirina alîkariya mirovî yên bo Xezeyê li hevkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV

Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê gavên demokratîk tavile bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?