Parlamenterê berê yê HDPê yê Amedê û rêveberê berê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Musa Farisogullari li ser atmosfera siyasî ya heyî ya li Tirkiyeyê, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, pergala qeyûmê ya ku tevî pêvajoyê tê sepandin û beşdariya Kurdên sirgûnkirîya di nava jiyana siyasî de ji ANF’ê re axivî.
Farisogullari li ser pêvajoya 2015’an ev tişt anî ziman: “Dema ku pêvajoya sala 2015’an û 15’ê Tîrmehê ji aliyê encamên wê ve dinirxînin, divê wekî gaveke klîkên di nav dewletê de were dîtin. Bi şert û mercên awarte yên ku di wê heyamê de çêbûn, avaniyek yek kesî-navendî hate avakirin. Di rewşa awarte de, hedef Kurd û hêzên demokratîk bûn. Sazî hatin girtin û bi hezaran kes ji kar hatin avêtin.Di sala 2016an de qeyûm veguherî pergalê. Ji kar dûrxistina hevşaredarên hilbijartî ne tenê veguhestina avahiyekê bû; desteserkirina îradeya deh hezaran, sed hezaran welatiyan e. Kurdan rêveberên xwe yên herêmî bi îradeya xwe hilbijartin, ev yek desthilata navendî aciz kir. Lê hişyariyên me yên wê demê, “Tiştê ku îro li ser me tê sepandin, sibê sê li ser we jî bê sepandin,” hatin paşguhkirin. Îro, rejîma qeyûm veguheriye formeke giştî ya rêveberiyê, ku dirêjî partiyên muxalefetê, şaredariyên CHP’ê û heta şîrketan bûye.”
‘TIRKIYEYÊ HÎN JÎ GAVÊN ŞÊNBER NEAVÊTINE’
Farisogullari anî ziman ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyek tê meşandin û wiha berdewam kir:“Ji sala 1993’yan vir ve, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pirsgirêk bi rêbaza siyaseta demokratîk were çareserkirin gelek caran gav hatine avêtin. Silava Serokê MHP Bahçelî ya ku di 1’ê Cotmeha 2025’an da koma DEM Partiyê û daxuyaniyên wî yên paşê wekî nîşanek hatin dîtin ku ji paradîgmaya kevn a “redkirin û înkarkirinê” derbas dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga 27’ê Sibatê bersiv da vê yekê û di çarçoveya vê yekê de bi şandeya dewletê re danûstandin hatin kirin.
Wekî ku tê zanîn PKK’ê bi Kongreya xwe ya 12’an xwe fesix kir. Piştre komek gerîla bi pêşengiya Besê Hozat di Tîrmeha 2025’an de çekên xwe şewitandin. Piştî vê yekê gerîla ji hin deveran vekişiyan. Divê ev gav ji rêzê neyên dîtin. Pêşî, li mecliê komîsyonek hat avakirin û piştre jî verastkirina qanûnî hat kirin. Lê, tevî hemû gav û jestên sembolîk ên ku ji hêla aliyê Kurd ve hatine avêtin jî, Tirkiyeyê hîn jî di aliyê hiqûqî û pêşnûme qanûnan de ti gavên şênber neavêtiye. Yan jî bi gotineke din gavên ku ji hêla aliyê Tirkan ve hatine avêtin ne wekî gavên ku Tevgera Azadiya Kurd avêtine.”
‘PÊWÎSTÎ BI ZEMÎNEKE QANÛNÎ Û HIQÛQÎ HEYE’
Farisogullari derbarê “entegrasyona demokratîk” de jî wiha axivî: “Entegrasyona demokratîk ne ferzkirin an teslîmbûnek yekalî ye; ew hevdîtina herdu aliyan a li ser bingeha wekhev û dilxwaziyê ye. Kurdan li dijî gelê Tirkiyeyê şer nekir; pirsgirêka wan bi pergala dewletê re bû. Ji bo bêçekbûnê û pêşveçûna pêvajoyê divê ev rewş bigihîje zemîneke qanûnî û hiqûqî. Her çiqasî kêmasiyên wê hene jî, Qanûna Çarçoveyê ji meclisê derbas bû. Lê pêwîstî bi zemîneke qanûnî û siyasî ku baweriyê dide civakê heye.”
‘DIVÊ DÎASPORA XWE JI REWŞA TENG Û GIRTÎ DERXE’
Musa Farisogullari bi bîr xist ku entegrasyona demokratîk gavek e ku hebûna gelê Kurd li ser bingehek qanûnî, hiqûqî û siyasî were naskirin e û wiha pê de çû: “Entegrasyona demokratîk ne têgeheke tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar e. Ew ji bo bi mîlyonan mirovên me yên li dîasporayê jî derbasdar e. Pêwîst e ku em li dîasporayê xwe ji rewşa teng, girtî û yan “neqanûnî” derxînin. Li Ewropayê bi dehan sazî û komeleyên me hene. Divê ev avahî têkiliyên rasterast bi partiyên siyasî, parlamento, şaredarî û rêxistinên civaka sivîl ên welatên ku ew lê ne re çêbikin. Divê ev yek stratejiya me ya bingehîn be.”
‘DI WÊ BAWERIYÊ DE ME KU EM Ê BI SER KEVIN’
Farisogullari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku civak ji kolanan bigire heya meclisên taxan, ji komunan bigire heya kooperatîfan xwe bi rêxistin bike, avahiya dewleta navendî ya hişk jî dê neçar bimîne ku veguhere. Dewlet wê bi tevahî tine nebe; formul divê ‘dewlet + demokrasî’ be. Demokrasî ne lutifek e ku ji jor ve were dayîn. Her ku civak xwerêxistinkirina xwe pêş bixe, dewlet jî wê neçar bibe ku helwestek li gorî wê bigire û ji demokrasiyê re hesast bibe. Hêviya min her tim mezin e. Di wê baweriyê de me ku em ê bi ser kevin.”

