În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeyên li Geverê bi bîranînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir
Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Peyama Hevserokê Giştî yê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, di çaremîn salvegera şehadeta Mamoste Şemal de hate xwendin. Bayik diyar kir ku Şemal di tevahiya jiyana xwe de ji bo yekîtıya neteweyî û têkoşîna demokratîk kar kiriye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li Hola Werziş û Lawan a Germiyanê ya li navçeya Kelarê (navenda îdareya Germiyanê), di merasîma çaremîn salvegera şehadeta şehîdê pênûsê Mamoste Şemal de, peyama taybet a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk ji aliyê Berhem Letîf ve hate xwendin.

Peyama Cemîl Bayik wiha ye:

Ji bo merasîma çaremîn salvegera şehadeta Mamoste Şemal

Li ser navê xwe û hemû hevalan, ez silav û rêzên xwe yên herî kûr pêşkêşî kesayetiya malbata şehîd Mamoste Şemal û tevahiya malbatên şehîdên Başûrê Kurdistanê dikim. Min pir dixwest ku ez li gel we tevlî vê merasîma birûmet bibim; lê mixabin ji ber ne guncawbûna şert û mercên ewlehiyê, min nekarî amade bim. Ez bawer dikim ku hûnê bi dilpakiya xwe min bibexşînin.

DOSTEK DILSOZ BÛ

Mamoste Şemal hevalekî min ê pir kevin, giranbuha û dostekî dilsoz bû. Ez bi serbilindî dibêjim; Mamoste Şemal heval, hevrê û hevxebatê min û yê tevahiya rêxistinên me bû. Ew kesekî dilsoz, xemxarê gel û pêşengê herdemî yê gelê xwe bû. Di vê salvegera birûmet û bi heybet de, ez silavên xwe dişînim ji bo malbata berxwedêr û serbilind a Mamoste Şemal (hevjîna mamoste, heval Buşra û zarokên wî, Mardîn, Rence, Kawe û Amed).

Amadevanên hêja, malbatên şehîdan û gelê azadîxwaz ê Başûrê Kurdistanê;

Mamoste Şemal kesayetek nîştimanperwer û rewşenbîrekî ê herêma Germiyanê û ji bajarê berxwedêr ê Kifrî bû. Wî bi hestên kûr ên kurdewariyê û bi dilekî tije êş, karesatên wekî Enfalê hîs dikir û ji kûr ve bi êş û azarên gelê xwe re dikişand. Wekî lêkolînerekî heqîqetê, her dem li pey têkoşîna rasteqîn digeriya; ji destpêka salên 90’î ve wekî şoreşgerekî bêguman û bi şêwazekî bibandor têkoşiya, heta ku gihîşt karwanê nemir ê şehîdan. Mamoste Şemal hevalekî rêncber û têkoşerekî dilsoz ê gelê xwe bû. Baweriyeke wî ya kûr bi têkoşîna neteweyî ya demokratîk û yekîtiya neteweyî ya demokratîk hebû. Di dirêjahiya temenê xwe yê têkoşîn û xebatê de, wî bi tu awayî parçekirina Kurdistanê û rêveberiya dagirkeran qebûl nekir; di raman, kesayet û jiyana xwe de sînorên Kurdistanê rakiribûn. Li cem Mamoste Şemal Kurdistan ne tenê yek parçe bû, belkî welatekî xwedî yek serî, yek dil û yek laş bû. Ew bi berdewamî di hemû qadên jiyanê de di nav têkoşînê de bû; di qada xebatê, di nav malbata xwe, di cihê kar, di têkiliyên hevaltî û di pêwendiyên xwe yên li gel neteweyên din de, her dem di nav hewldana avakirina yekîtiya neteweyî de bû.

Bİ QEHREMANÎ TÊKOŞIYA

Mamoste Şemal hevalekî pir dilsoz ê Rêber Apo bû. Wî bi kûrahî ramanên Rêber Apo fêm dikir û bi rêya xwendin û perwerdekirina xwe û hawirdora xwe, xwe bi paradigmaya nû re ava kiribû. Baweriyeke wî ya tam bi têkoşîna azadiya jinê hebû, li dijî zihniyeta namûsperestî û zayendperestiyê têkoşiya û di heman demê de parêzvanekî çalak ê jîngehê bû. Ew hertim di nav wan rêxistin û saziyan de cih girt ku li ser bingeha fikra Rêber Apo hatibûn avakirin û di nav têkoşîna wan de bi roleke çalak rabû. Di vî warî de beşdarî xebatên Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), her wiha wekî endamê Encûmena Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) û desteya rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) cihê xwe girt. Wekî hevalekî nêzîk ê şehîdên mîna Diyar Xerîb, Viyan Caf û şehîdên herêma Germiyanê, bi dilsoziya xwe ya ji bo ked û têkoşîna şehîdan, xwedî roleke pir bibandor bû. Ev bandor bi taybetî li ser Başûrê Kurdistanê û herêma Germiyanê bi giştî hebû. Wî ji bo danasîna fikir û felsefeya Rêber Apo, her wiha ji bo pratîkirin û demokratîkkirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, şev û roja xwe kiribû yek û bi canfedayî têkoşiya. Bi moral û hêviyeke pir mezin, bi wêrekî rûpelên dîroka Kurd û bandorên dagirkeriyê li ser rastiya Kurdan nivîsandin. Ji bo nîşandana rastiya erdnîgariya Kurdistanê û bandorên siyaseta asimîlasyonê û helandina nasnameya Kurdî, glek nexşe û atlas amade kirin û belav kirin. Di serî de li ser hemû komkujiyan, bi taybetî der barê karesata Enfalê de, lêkolînên herî xurt, zanistî û dîrokî kirin. Bi vê şêwazê hişyariyeke pir mezin belav kir û perdeya li ser hemû nerastiyan rakir.

ZANAYEK MEZIN BÛ

Mamoste Şemal kesayetekî bi sebir û hêmin bû; bi zanyariyeke kûr a neteweyî û li ser fikra sosyalîst a demokratîk, bi asoyekî berfireh li rûdanên siyaset û têkoşînê dimeşiya. Wekî kadroyekî avaker ê civakê, her dem li ser pîvanên demokratîk dimeşiya. Mamoste Şemal mînaka kesayetiyekî sosyalîst, dilnizm, rêncber û karker bû; her wiha di endezyariya jiyana demokratîk û di xeta neteweyî ya demokratîk de zanayekî mezin bû. Ji ber vê yekê, mîna xebatekî stratejîk di bingeh û jiyana hemû çand û dermanên herêmê de xwedî roleke giring bû û têkiliyeke wî ya pir baş li gel hemû pêkhateyên navçeyê hebû.

Amadevanên hêja;

Mamoste Şemal rewşenbîrekî pêşeng, jêhatî û kadroyekî mînak ê Rêber Apo bû; wî pîvanên bilind ên şoreşgeriyê di kesayetiya xwe de rûniştandibûn. Gotin û kirinên wî yek bûn; kesayetekî wêrek, dilsoz û demokrat bû. Mamoste Şemal di jiyana xwe de ji bo gel keleheke pola û li dijî hêzên dagirker, neyar û sîxuran jî tirseke mezin bû ku her dem ketibû dilê dijminan. Hebûna Mamoste Şemal wekî çiraya ronîkirina gel bû ji bo pûçkirina siyaseta dijminan. Ji ber vê yekê, bi planeke berfireh a dewleta dagirker û bi hevkariya sîxur û nokeran, Mamoste Şemal hate şehîdkirin û tevlî karwanê nemiran bû. Mamoste Şemal bi temenê xwe yê tije têkoşîn û kesayetiya xwe ya polayî, keleheke rewşenbîriya neteweyî û demokratîk afirand. Şehadeta wî, ev kesayetiya polayî hê bêtir kûr kir û xiste dil û hişê hemû kesên civakê. Mamoste di hişmendî, dil û wijdanê hemû gel û şoreşgeran de zindî ye û dê zindî bimîne. Pêwîste Başûrê Kurdistanê bi giştî û gelê Germiyanê bi taybetî, xwedî li malbata serbilind a Mamoste derkevin. Divê kesayet, pirtûk, şêwazê jiyanê, rêbaza têkoşînê û kesayetiya Mamoste bikin akademî, dibistan û navendên hişyarkirin û perwerdekirina hemû kesên civakê. Ji ber ku Mamoste Şemal modeleke nû û kesayetiya serkeftî ya neteweyî û demokratîke. Pêwîste bi hezaran kesên mîna Mamoste ji bo pêşengiya gel werin perwerdekirin; bi vî rengî em dikarin xwedî li şehîdan derkevin.

Di dawiyê de dibêjim; ew nirxên ku Mamoste Şemal û tevahiya şehîdan afirandine, gelê me li seranserî Kurdistanê ber bi asteke bilind ve biriye. Li ser bingeha dilsoziya bi nirx û xwîna şehîdan re, em di vê bîranîna bi heybet de soza xwe ya ji bo gelê xwe li hemû parçeyên Kurdistanê nû dikin. Ji bo gihîştina hemû mafên neteweyî û demokratîk, her wiha ji bo serkeftin, yekrêzî û yekîtiya gelê me, emê her dem di nav têkoşînê de bin.

Şehîd nirxên me yên herî mezin ên têkoşînê ne!

Şehîd namirin!

Bi rêz û silavan,

Hevalê we, Cemîl Bayîk

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê’’

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Tirkiye bûye navenda çûn û hatina tîryakê’

Her çendî desthilata Tirkiyeyê hewl da gotinên “serkeftinê” bibêje jî rapora herî dawî ya Midûriyeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kantona Cizîrê ber bi Tişrînê bi rê ket

Bi sedan kes ji kantona Cizîrê ji bo tevlî nobeda li Bendava Tişrînê bibin bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ pêşkêşî Meclîsê hate kirin

Pêşnûmeya “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Yûnanistan: IHA’ya Tirkan kete qada me ya hewayî me bi F-16’yan mudaxile kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?