Rayedaran hişyarî kirin ku li Kanadayê dema şewatên daristanan zû destpê kir û wê ev pêvajo zehmet be.
Li gorî rayedarên Federal roja Yekşemê, bi sedan şewatên daristanan li Rojava dewam kirin û bi hezaran kes hatin tehliyekirin.
Li hemberî vê şewata ku ji kontrolê derketî, nêzî 3.500 kes şeva Şemiyê neçar man ku 400 km koçî başûr bikin. Li gorî teşkîlata agirkujiyê ya eyaletê (BCWS), şewat roja Yekşemê hema bêje bû du qat û niha qadeke zêdeyî 4.000 hektarê digire, dibe ku roja Duşemê di saetên siharê de şewat xwe bigihîne malan jî.
Ji BCWS’ê Ben Boghean hişyarî kir ku di 48 saetên pêşiya me de, ji bo wan zehmet be û got: “70 agirkujên di şewatê de dixebitin, dibe bikevin bin xeteriyê.”
Li gorî rayedar sedemê vê şewata bê kontrol, “hişkesaliya çendek salan e” û di tevahiya zivistanê de berf kêm barî.