Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan li navenda giştî têkildarî danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê sibe bê lidarxistin daxuyaniyê dan. Turkdogan di daxuyaniyê de got ku li bendê ne ku tevahiya siyasetmedarên girtî bên berdan. Turkdogan, wiha domand: “Di vê dozê de siyaseta kurd û siyasetmedarên HDP’î tên darizandin. Her wiha dixwazin pêvajoya çareseriyê û siyaseta aştiyê bidarizînin. Dixwazin statûya gelê kurd bidarizînin.”
Bi domdarî Turkdogan anî ziman ku di dema protestoyan de çalakvanên kurd hatine kuştin û wiha pê de çû: “Li Gimgimê çalakvanekî kurd bi destê hêzên ewlekariyê hate qetilkirin û çeteyên di nava dewletê de hatin çalakkirin. Li gelek deveran bûyer qewimîn. Di vê mijarê de gelek raporên rêxistinên civaka sivîl hene. Êdî mirovan jiyana xwe ji dest dan. Wê rojê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Rojek piştre bangawazî hatin kirin, siyasetmedarên HDP’î bi wezîrê karên hundir re hevdîtin kirin. Bûyer sekinîn.”
Di berdewamê de Turkdogan ev tişt anî ziman: “Di dawiya cotmehê de MGK’ê danezanek weşand û bûyer weke sabotekirina pêvajoya aştî û çareseriyê hate nirxandin. Pesnê pêvajoya çareseriyê didan. Weke serîhildanekê nedihat nirxandin. Dozgeriya Enqereyê lêpirsînekê vedike, îfadeyan digire lê di lêpirsînê de tu pêşketin çênabin. Lê piştî pêvajoya çareserî û aştiyê bi dawî bû, ketin nava hewldana tesfiyekirina siyaseta kurd. Di gulana 2016’an de parêzbendiya parlamenteran rakirin, piştre hewldana darbeyê çêbû û îktîdarê ev veguherand darbeya dijber. Di wê pêvajoyê de Tirkiye bi OHAL’a herî dirêj ve hate birêvebirin. Di wan mercên OHAL’ê de, di 4’ê mijdra 2016’an de bi ser malên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din de girtin û binçav kirin û girtin. Ji wê rojê ve jî girtî tên darizandin. Di qonaxa lêpirsîn û teqîbata Doza Kompasê ya Kobanê de gelek derhiqûqtî hene. Ji lêpirsîna 2014’an encamek negirtin û di sala 2017’an de piştî guherîna rejîmê, di sala 2018’an de li Şaxa TEM’a Enqereyê belgeyên balkêş tên amadekirin. Em ji vê re dibêjin ‘belgeya tîpa nû ya andiçê.’ Yên ku temenê wan heye dê bê bîra wan; di salên 90’î û di destpêka salên 2000’î de li Fermandariya Giştî ya Artêşê hate amadekirin. Belgeyên wiha di heman demê de muhtira ne. Niha jî li emniyetê dest bi amadekirina belgeyên andiçê kirine. Kompasa li dijî hevalên me wiha hatiye amadekirin.”
Di berdewamê de Turkdogan bal kişand ser komikên di nava emniyetê derketin holê ku bi doza Bora Kaplan eşkere bûbûn û wiha axivî: “Binêrin, berdevkên îktîdara siyasî niha qala van komikan dike. Rojbaş, ma hûn nû hişyar bûn? Bêguman haya we ji van komikan hebû. Demekî dirêje li dijî partiya me kompasan amade dikin. Divê êdî rê li ber bê girtin. Divê dewlet paqijiyekê bike. Divê îradeya siyasî jî ji bo vê gav biavêje. Sibe firsendeke; divê hevalên me teqez lê teqez bên tehliyekirin û doza kompasê ya sibe bi beraetan bê bidawîkirin.”
Hevberdevk Sevda Çelîk Ozbîngol jî anî ziman ku tweeta weke hinceta dozê hatiye nîşandan bangawaziyeke aştiyane bû û wiha bi dawî kir: “Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi vî awayî biryar da. Li gel ku biryar di dosyayê de ye jî darizandin bi awayekî girtî didome. Di 7’ê cotmeha 2014’an de piştî gotina Erdogan ku digot ‘Kobanê ha ket ha dikeve’, li her devera cîhanê çalakî, xwepêşandan, meş û daxuyaniyên aştiyane hatin kirin. Lê hêzên paramîlîter xistin dewrê û xwestin komkujiyên têne kirin veşêrin. Biryara di Doza Kobanê de dê biryareke siyasî be. Weke parêzerên parastinê yên di Doza Kobanê de, em gelek girîngiyê didin hestiyariya di vê pêvajoyê de hatiye raberkirin. Li ser vî esasî em bang li her kesî dikin ku ji bo piştevaniyê sibe tev li danişîna Doza Kobanê bibin ku dê saet di 10.00’an de li Kampûsa Sîncanê bê lidarxistin.”