În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbata Kaya piştî 27 salan hestiyên keça xwe wergirt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Broşura ji nirxandin û nivîsên Riza Altûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Jinan li ber Şaredariya Bêrecûkê banga îstifayê li Begît kirin
Kurdistan

Jinan li ber Şaredariya Bêrecûkê banga îstifayê li Begît kirin

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, nerazîbûna li hemberî Mehmet Begît dewam dike ku di hilbijartinên xwecihî de bi navê DEM Partiyê hatibû hilbijartin, lê belê xiyanet li partî û hilbijêrê xwe kir û 29'ê Nîsanê ji partiyê îstifa kir

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Mehmet Begît ê li navçeya Bêrecûk a Rihayê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) weke hevşaredar hatibû hilbijartin di 29’ê nîsanê de îstîfa kiribû. Bertekên li dijî Begît didomin. Meclisên Jinan ên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Riha û navçeyên wê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya şaredariya navçeyê hatin bahev. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan û hevşaredarên jin ên herêmê yên bajar û navçeyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de “Ji xespa vînê re na. Begît heke şeref û rûmeta te hebe îstîfa bike” û “Mirov her tiştê xwe difiroşe xwe nafiroşe. Begît îstîfa bike” hate vekirin û dowîzên “Derdê me Bêrecûk e, dertê te rant e” , “Ji diziyê prîm nîne, îstîfa bike” hatin hilgirtin.

Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em ê pêşiyê li dizan û xiyanetê bigirin. Em ê di têkoşîna xwe ya mafdar de heta bigihin serkeftinê li vir bin. Bila herkes bizane ku ev gel dê heta dawiyê xwedî li vîna xwe û partiya xwe derkeve.”

Manas, ê banga “Ev şaredarî ya gel e, vîna gel e. Birûmet tevbigere û îstîfa bike” li Begît kir, ev tişt gotin: “Kesê ku rêgezên rêveberiya partiya me, bi taybetî hevserokatî, rêveberiya zelal û gelparêziyê qebûl neke û sozên xwe pêk neyîne nikare bi vî gelî û endamên me yên meclîsê re bimeşe.”

Manas, da zanîn ku welatiyên tev li daxuyaniyên çapemeniyê dibin ji aliyê Begît ve gef li wan tê xwarin û wiha domand: “Hûn nikarin bi helwesta xwe ya çeteyi û bi gotinên xwe çavên vî gelî bitirsînî. Heke nexwazî di hişê gel de weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike.”

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ya pişt re axivî, banga xwe ya îstîfayê dubare kir. Kaya, diyar kir ku helwesta ku Begît daniye holê partiya wan feraseta şaredariya gelparêz hedef digire û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Ev yek ji aliyê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ve hate dîtin. Begît bi teklîfa bertîlê ya li hevalên me yên endamên meclisê û şantajê xwestiye rêya bêrûmetiyê veke. Lê hevalên me hem xwedî li rûmeta xwe hemî xwedî li vîna gel derketine.”

Kaya, destnîşan kir ku weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê xwedî li vîna gel derkevin û ev tişt got: “Ne tenê gelê Bêrecûkê çav û guhê hemû gelê kurd li vir e. Em vê xiyanetê bi rûreşiyê bi bîr tînin. Em bang li Begît û kesên pê re dikin, demildest îstîfa bikin. Em ê rê nedin nelirêtî û diziyên we.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşa Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
Nûçeya Pişt re Qeyûmê Sûrê 470 hezar TL ji qeymeqamtiyê re şandiye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encamnameya konferansa ‘çareseriyê’: Tecrîd pirsgirêkê kûr dike

Di encamnameya konferansa ‘çareserî û aştiyê’ de hate gotin, “Divê Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyê were…

Ji aliyê Stêrk TV

PE’yê rapora Tirkiyeyê qebûl kir: ‘Bi lez ber bi modela otorîter ve diçe’

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora salane ya li ser Tirkiyeyê bi 381 dengan qebûl kir. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî şaredariyek din a CHP’ê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Kemalpaşa ya Îzmîrê ya CHP’ê de 5 kes hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?