Pêşnûme qanûna li ser têkoşîna li dijî tundiya li jin û zarokan ji alilyê komîsyona taybet a li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê hate pejirandin. Parlamenterên beşdarî dengdanê bûn piştgirî dan pêşnûmeyê. Nûnerên Yekîtiya Neteweyî (RN) bêalî man.
Pêşnûmeya bi hejmara 3106’an ku meha Tebaxê hate pêşkêşkirin dixwaze ku pêşîgirtina li tundiyê, tespîta zû, qeydkirina îxbaran, parastina mexdûran û piştgiriya ji wan re, lêpirsînên cezakirinê û pêvajoya tazmînatê di heman çarçoveyeke qanûnî de bigihîne hev.
Di çarçoveya pêşnûmeyê de li gel polîs û dadgeriyê her wiha li qadên kar, perwerde û tenduristiyê jî hin tedbîran destnîşan dike. Eger metn bê qebûlkirin, ji bo bicihanîna wê pêwîstiya bi fînansman û personelan jî wê bikeve rojevê.
Metna ku ji aliyê komîsyonê ve hatiye qebûlkirin hîn nebûye qanûn. Pêşnûme wê 1’ê Cotmehê li Civata Giştî ya Meclîsa Neteweyî bê nirxandin; piştre jî bikeve rojeva Senatoyê.

