Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: ‘Pêwîstiyeke lezgîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev
Kurdistan

Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev

Xizmên windayan li Dersim, Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî li gelek bajaran bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat xwestin ku aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bên eşkerekirin û faîlên wan bên darizandin.

AMED

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 797’an de li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê hatin gel hev û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakiriyan hatin hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo aqûbeta malbata Orhan ku serpêhatiya wan di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate xwendin ( ) daxwaza edaletê hate kirin.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz da zanîn ku xizmên windakiriyan zêdetirî 30 sal in têdikoşin û wiha got: “Divê êdî arşîv bên vekirin û lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin.”

Kurê Mehmet Selîm Orhan ê hatibû windakirin, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî wiha got: “Dema bavê min hatî windakirin ez 11 salî bûm. Niha 41 salî me. Mixabin edaleta ku pêdiviya me tevan pê heye pêk nayê. Me pirsa karesata bi serê xizmên me hatiye pirsî. Em ê dev ji pirsînê bernedin. Edalet ji bo her kesî lazim e, ne tenê ji bo xizmên windakiriyan. Ev bû 30 sal hêj tu pêşketin çênebûne. Me belge jî pêşkeşkirin lê faîlan beraet kirin. Gelek xizmên windakiriyan bi vê hesretê mirin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome. Bavên min 30 sal berê ji hêla Tugaya Boluyê ve hate binçavkirin, tevî ku me derheqê wan de serlêdana sûc kir jî beraet kirin. Hestiyên bavê min û 8 kesên pê re hatin dîtin. Hestî ji hev cuda nekirin. Heta hestî jî nedan me.”  

Piştre jî endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Baver Çîndemîr serpêhatiya malbata Orhan xwend.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 633’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. DEM Partî, DBP, TJA, Egîtîm Sen û Dayikên Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn. Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniya vê hefteyê bi kurdî hate xwendin.

Rêvebera Şaxa ÎHD’a Êlihê Melek Atalay aqûbeta Abdulcelîl Kaçar pirsî ku di 17’ê gulana 1994’an de ji navenda Sêrtê ber bi gundê Kişlacikê ve diçû û tevî 3 hevalên xwe hatiye windakirin. Serpêhatiya Kaçar û hevalên wî wiha ye: “Abdulcelîl Kaçar tevî gundiyên xwe Husnu Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer, ji bo tiştên cejnê bikirin çûn navenda Sêrtê. Her 4 heval di rê de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin sekinandin û birin Newala Qesaban. Her çar kes jî bi îdiaya pevçûnê ji hêla Tîmên Tevgera Taybet ve hatin înfazkirin. Çek danîn ser cenazeyên wan û avêtin Newala Qesaban. Dema malbat ji bo cenazeyan çûn, hêzên ewlekariyê bi îdiaya ‘ev terorîst in’ cenaze nedan. Li gorî gotinên malbatan, çapemeniyê jî bûyer bi sernavê ‘li çolterê Sêrtê 4 terorîst hatin bêbandorkirin’ parve kir.”  

Atalay, piştre jî ji bo dîtina faîlan bang kir.

DERSIM

Şaxa ÎHD’a Dersimê jî di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Kesên di Binçavan de Hatin Windakirin a Navneteweyî de li avahiya şaxê daxuyanî da. Rêveberê Şaxê Ozgur Ataş da zanîn ku dê têkoşîna wan a ji bo edalet û heqîqetê bidome û ev tişt anî ziman: “Bêguman di hedefgirtina mafê jiyanê de bandora polîtîkayên necezakirinê û parastina faîlan a dewletê heye. Tevî zextan jî Dayikên Şemiyê ev 1000 heftane li ber xwe didin. Ji bo êşên di demên berê de dîsa neyên jiyîn, divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe û ji bo aştiya civakî divê Komîsyona Hevrûbûn û Lêkolînkirina Heqîqetan ava bike.”

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di hefteya 123’yan de hatin gel hev. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Dayikên Aştiyê jî tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku faîlên Sertîp Şen ê 46 salî bên darizandin ku di 2’yê gulana 2019’an de li gundê Wargenimê yê Geverê dema pezê xwe diçêrand di encama guleya li qada leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû.

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor da bi bîr xist ku di doza kuştina Şen de bersûc parastina “Min texmîn nedikir ku kesek li herêmê hebe” kiriye û wiha got: “Mimkin nîne ku haya wî jê tune be. Îfadeyê faîl ji hêla qereqolê ve hatiye girtin û ev yek derhiqûqî ye. Mafê jiyanê yê Sertîp Şen hate binpêkirin û hemû berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên nehiştin ambulans biçin cihê bûyerê jî şirîkên vî sûcî ne. Divê têkildarî kuştina Sertîp Şen de bi sedema ‘kuştina biqesdî’ lêpirsîneke bibandor, bêkêmasî û bilez were destpêkirin.”  

Bor, got “Li Colemêrgê şivanek hate kuştin” û da zanîn ku dê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîla li Zapê li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin
Nûçeya Pişt re Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Wanê: Peyama Rêberê Gelê Kurd hate xwendin

Di Newroza Wanê de ku bi sed hezaran kes tevlî bûne, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

WHO ji ber nexweşiyên Mpoxê di asta navneteweyî de alarm ragihand

Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî (WHO) ji ber zêdebûna nexweşiyên ji ber Mpox (kulîlka meymûn' a…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Biryara hepsê bi talîmatê hatiye dayîn, em vê biryarê nas nakin’

Hevserokê Bajarê Wanê yê DEM Partiyê Weysî Dîlekçî û Parlamenterê Wanê Zulkuf Ûçar diyar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?