Şemî, 20 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Srî Lankayê heta Kurdistanê polîtîkayên qirkirina ekolojîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Mêrsînê xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa MÎA-FED: Exlaq cewherê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayika girtî: Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin
Kurdistan

Dayika girtî: Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin

Dayika girtî Afîfe Kartal got, "Ji bo xak û girtiyên xwe em dakevin qadan. Dema ku em rabûn ser piyan tiştekî ku em bi dest nexînin nîne. Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê jî bişikînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dayika girtî Mûhammed Kartal Afîfe Kartal anî ziman ku du meh in nikare zarokê xwe bibîne, nikare agahiyê jê werbigire. Afîfe Kartal ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya bi çalakiya girtiyan bang kir û got, “Em li mala xwe rûnenên, dengê xwe bilind bikin.”

Li girtîgehên Tirkiyeyê, çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ hate destpêkirin, di 4’ê Nîsanê de bi dawî bû. Girtî ji hingî ve tevlîbûna li dadgehan red dikin, serdana malbatan qebûl nakin û axaftina bi telefonê pêk nînin. Xizmên girtiyan jî piştî çalakiyên Nobeda Edaletê her hefte li 5 bajaran çalakiya ‘Dengê xwe tevlî azadiyê bike’ pêk tînin.

EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN Û SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Yek ji beşdarên vê çalakiyê dayika girtî Mûhammed Kartal Afîfe Kartal e. Kartal anî ziman ku ew girtiyên siyasî hemûyan weke ewladê xwe dibînin û got, “Em neçar in ku dengê wan bibihîzin. Divê em berxwedana girtiyan xurt bikin. Her kesên xwedî wijdan û îmanê bila li me binihêre, berxwedana me bi tenê nehêle. Du meh in em nikarin agahiyê werbigirin. Bi salan e agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin. Ne parêzer ne jî malbat dikarin hevdîtinê pê re bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hem tecrîda li ser Birêz Ocalan hem jî tecrîda li ser girtiyên din divê êdî bi dawî bibe.”

NABE KU XWEDÎ LI BERXWEDANA ZAROKÊN XWE DERNEKEVIN

Kartal xizmên girtiyan ên ku tevlî berxwedana malbatan nabin rexne kir û got, “Malbatek ku xwedî li berxwedana zarokê xwe dernakeve, gelo bi kîjan wijdanê xwedî lê dernakeve? Çawa dikare li malê rûnê? Girtî li girtîgehê jî ji bo azadiya me li ber xwe dide, di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin li malê rûnên? Her hefte li pêşiya girtîgehan li dijî tecrîdê em dengê xwe bilind dikin. Divê xizmên girtiyan hemû bên û tevlî dengê me bibin. Du meh in em nikarin alavan bişînin, ji wan re nayê dayin; kargo dibêje em dişînin, lê li me vedigerin. Ne dengê wan tê me, ne em dikarin hevdîtinê bikin, ne jî nameyekê dikarin werbigirin. Ji bo em fêhm bikin bê li Îmraliyê çi dibe ew vê çalakiyê dikin, lê belê xwedîderketina li çalakiya wan bi têrkerî nîne.

EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN, DAKEVIN QADAN!

Kurê min beriya destpêkirina çalakiyê nameyek nivîsand û ji min re şand. Ew name beriya 10 rojan gihîşt ber destê min. Wê nameyê bêhn anî ber min. Bifikirin ku dema agahî ji Îmraliyê hat wê bêhn çawa bê ber gelê Kurd, wê hêviyeke çawa bide gel… Bila ti Kurd vê tecrîdê qebûl neke. Weke sala 2019’an û beriya wê em xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan. Eger em dakevin qadan, herî zêde wê êrîş bikin, çend kesan bigirin. Bila bigirin, wê çi bibe, ma wê qiyamet rabe? Gel em ji ewladên xwe hîn zêdetir bi qîmet û hêja ne?”

EGER EM RABIN SER PIYAN EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN

Kartal anî ziman ku her gava ew dibêjin aştî, hikumeta Tirk balafirên şer radike û got, “Bombeyan li çiya û deştên me dibarînin. Gelê me qetil dikin., gundên me dişewitînin. Em ji bo xaka xwe, ji bo girtiyên xwe dakevin qadan. Em hêza xwe nîşan bidin. Dema ku em rabûn ser piyan tiştek nîne ku em bi dest nexînin. Eger em rabin ser priyan em ê tecrîdê bişikînin. Em bi vê zanin. Em naxwazin êdî xwîn birije. Banga min li her kesî ye; em ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Em bibin dengê girtiyên xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEDAŞ’ê bi rêya leşkeran trafoyên cotkaran rakir
Nûçeya Pişt re ‘Xelkê Êzidî divê li warê xwe vegere’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Destûr ji dermankirina dîlgirtî Emrecan Demîr nayê dayin

Emrecan Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê girtî ye, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Aykol tê oxirkirin

Rojnamevan Huseyîn Aykol ê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Enqereyê li Goristana…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû

Di Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê ji bo 8 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?