Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam in. Hiqûqnasên li Enqere, Elih û Stenbolê hatin ba hev, tayînkirina qeyûm protesto kirin.
ENQERE
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê û Hiqûqa Civakî li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan.
Sekretera Şaxa OHD’a Enqereyê Sîpan Cîzrelî di daxuyaniyê de got ku îktîdar hiqûqê wekî çoyekî bi kar tîne û wiha got: “Îktîdara siyasî mîna di demên berê de, îro jî hiqûqê ji bo tepisandina gelê kurd û û xespkirina vîna wan weke amûrekê bi kar tîne. Her wiha sûdgirtina ji mafên bingehîn ên hemwelatiyê girêdayî şertê ‘dev ji kurdbûna xwe berde’ kiriye. Hiqûqa heyî weke çoyekî bi kar tîne û li dijî kurdan cihêkariyê dike. Ev siyaset û hiqûqa cihêkar, bi xespkirinên qeyûman jî şênbertir dibin. Polîtîkaya dewletê ya navendî ya bi sala ye li Kurdistanê di meriyetê de, bi şêweyê xespkirina îradeya siyasî û qeyûman tê domandin.”
Cîzrelî, destnîşan kir ku bi rêya polîtîkayên qeyûman hem siyaseta înkarê ya li dijî gelê kurd tê mayîndekirin hem jî rêgezên hiqûqa neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin. Cîzrelî, axaftina xwe wiha qedand: “Siyaseta cihêkar a li dijî gelê kurd, xetereyê li ser pêşeroja gelên Tirkiyeyê jî çêdike. Divê hemû rêxistinên hiqûqê û raya giştî bizane ku sekna li dijî xespên qeyûman, dê ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên zext û zordariyê yên îktîdara siyasî jî diyarker be. Lewma divê were zanîn ku ji bo pêşxistina îtîrazeke eşkere û teqez, em di qonaxeke dîrokî de ne. Di van rojên qala ‘asayîbûnê’ tê kirin de em bûn şahid ku hiqûq ji bo xespkirina maf û îradeya siyasî ya gelê kurd tê bikaranîn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de tu bingeheke hiqûqî nehatiye nîşandan û têkildarî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li şûna dadgehê biryar hatiye dayîn. Hemû rêgezên darazeke serbixwe hatine binpêkirin. Biryareke teqez a darazê tune ye û bi îdiayên derî rastiyê êrişî mafên bijartin û hilbijartinê hatiye kirin. Mehmet Siddik Akiş Hevşaredarê Colemêrgê yê hilbijartî ye û îradeya siyasî ya xelkê Colemêrgê ye. Banga me ji bo hemû hiqûqnasên birûmet, rêxistinên hiqûqê û raya giştî ya demokratîk ew e ku li dijî vê biryara derhiqûqî nerazîbûna xwe nîşan bidin û li cem xelkê Colemêrgê cih bigirin.”
ÊLIH
Şaxa OHD’a Êlihê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û xespkirina vîna xelkê Colemêrgê protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Em derhiqûqtiya qeyûm red dikin” hate hilgirtin. Parêzerên endamên komeleyê tev li çalakiyê bûn.
Hevserokê Şaxa OHD’ê Şîrîn Şen di daxuyaniyê de got ku Plana têkbirinê” ya îktîdarê hêj di meriyetê de ye û mafên bijartin û hilbijartinê yên gel nayên naskirin. Şen, wiha got: “Di nava 8 salan de 3 caran qeyûm tê tayînkirin. Ev yek nîşan dide ku hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Weke komeleyê em li dijî van sepanên derhiqûqî ne û dê têkoşîna me bidome.”
STENBOL
OHD, ÇHD, Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Hiqûqnasên jibo Demokrasiyê, Parêzerên Beşdar, Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Piştevaniya Parêzer û Hiqûqa Civakî li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan.
Parêzerên ku bi dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” ji edliyeyê derketin, pankarta “Îradeya xelkê Colemêrgê nayê xespkirin” hilgirtin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” berz kirin. Parêzer Ezgî Onalan li vir daxuyanî da û got ku tayînkirina qeyûm qebûl nakin. Onalan, anî ziman ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê namzetiya Akiş qebûl kiriye û li ser vê yekê Akiş ketiye hilbijartinê û wiha got: “Tiştên qewimîn, darbeyeke siyasî ya li dijî îradeya gelê Colemêrgê ye.”
Bi domdarî Onalan, anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê bajarên ku nekarî bi ser kevin, bi rêya walî, qeymeqam û memûrên girêdayî xwe û tayînkirina qeyûman hewl dide xesp bike û wiha pê de çû: “Ev yek ji xwe re kirine rêbaz. Îktîdara ku îradeya gel bi rêya qeyûman xesp dike, çalakiyên ji bo protestokirina vê jî bi destê walî û qeymeqamên xwe qedexe dike.”
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî bêdengiya Baroya Stenbolê ya li dijî xespkirina îradeyê şermezar kir. Keskîn, wiha domand: “Em dixwazin Baroya Stenbolê li dijî vê neheqiyê helwesta xwe nîşan bide. Lê mixabin me careke din Baroya Stenbolê nedît. Weke hiqûqnas em li vir Baroya Stenbolê şermezar dikin. Her wiha nîqaşên têkildarî destûra bingehîn a nû didomin. Li dijî kurdan çiqas dixwazin bila destûrên bingehîn amade bikin. Di halê hazir de li dijî kurdan tenê destûreke bingehîn hebûna xwe diparêze. Ew jî Plana Islehkirina Şerqê ye. Lê gelê kurd ji berê ve serî netewand û dê îro jî netewîne.”
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşma “Bimre koletî, bijî azadî” bi dawî bû.