Rêxistinên MEBYA-DER û TUAY-DER’ê bi malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên hatine girtin re bi dirûşma “Dem dema xwedî derketina nirxan ê” civînek pêk anî. Saziyan civîna malbatan li salona Dawetê ya Kaplanê pêk anî. Di civînê de reveber û nûnerên DBP, DEM Partî û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayındir û parlamenterên DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeda Edaletê, rêveberên MED-DER, OHD) û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de li salonê pankarta “Dem dema xwedî derketina nirxan ê” vekirin. Girseyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz kir.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de ewil rêveberê MEBYA-DER’ê Yuksel Elmas axivî û wiha got: “Li dijî gelê Kurd polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li dijî van polîtîkayan yekîti û hevkariya malbatan pir girîng e. di şerê qirêj de hem cenazeyan nadin malbatan û hem jî destûr nadin ku malbatên me şînên xwe dînin. Destûr nadin ku li gorî pîvanên mirovahiyê malbat merasimên cenazeyên zarokên xwe pêk bînin. Cenazeyan bi rêbazên dijmarî didin malbatan.
Li du deverên cîhanê cenaze bi kargo ji malbatan re neşandine. Cenazeyê kurê Halise Aksoy li ber çavan e. Hemû dîmen li ber çavan e. Tu malbat li dijî van polîtîkayan serî natewînin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir jî anî ziman ku 50 sal in têkoşînek bêhempa heye û dê li nirxên ku vê tekoşînê ava kiriye xwedî derkevin. Keskîn Bayindir destnişan kir ku dê gav bi gav têkoşînê mezintir bikin û wiha axivî: “Em ê bi vê bîr û baweriyê axa xwe, hêza xwe zimanê xwe û Kurdistanê biparêzin. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bibin xwediyê statuyê. Dewleta dagirker a Tirk dixwaze me ji nirxên me qut bike. Dixwaze bêtir me parçe bike û ji hev qut bike. Lê nirxên me û hafiza me rêberê me ye. Em ê heta dawî li nirxên xwe û destkeftiyên xwe xwedî derkevin û biparêzin. Heta em azad bibin dê têkoşîna me bidome.
Bayindir da zanîn ku Kurd li çar parçeyê Kurdistanê bûye wekî penaberan û wiha berdewam kir: “Kengî dibe bila bibe, çiqas zor dibe bila bibe, dê gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe. Dê Kurd dawiya dawî xwe bi rêve bibin. Dê tu carî gelê Kurd li dijî bindestî, zordestî û zilmê serî netewîne. Kurdekî bi tenê ku serî li ber zilmê bitewîne tune ye. Em ji vê doz û têkoşînê bawer dikin. Heta damleyek xwîna me jî heme emê vê doz û têkoşînê berdewam bikin.”
Keskîn da zanîn ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Çareserî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. vekirina deriyê Îmraliyê ye. Çareserî ne sor e. Bi polîtîkayên mêtîngerî, dagirkerî û qeyûman pirsgirêk çareser nabe. Bi naskirin, qebûlkirin, azadiyê pirsgirêk çareser dibin. Eger hûn bi qetilkirinê çareser bikin, Kurd dê heta dawî li ber xwe bide. Ji ber ku gelê Kurd doza ziman, çand, nasname û axa xwe dike. Roj roja çareserî, azadî û têkoşînê ye. Em jin, ciwan û hemû saziyên Kurdan dê bêtir têkoşînê mezintir bikin. Em ê het dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Civîn bi niqaş û pêşniyarên çareseriyê bi dawî bû.