Li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê ya ji 720 kursiyan de rastgiriya tund hêzeke mezin bi dest xistin. Ev encama bi hêzbûna partiyên rastgiriya tund ku xwedî gotinên li dijî penaberiyê ne, wê li Ewropayê û cîhanê xwedî hin encaman be. Li aliyê din beriya ku rastgiriya tund ewqasî xurt bibe, Ewropayê bi taybetî qanûnên têkildarî koç û penaberiyê bi rengekî li dijî mafên mirovan guhert. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê zêdeyî deh sal in li ser tedbîrên parastina sînor dixebite. Di heman demê de teknolojiyên ku ewlekariyê zêde dikin teşwîq dike. Yek ji projeyên ku tê fînansekirin ‘Sîstema Kontrolkirina Sînor a Aqilane’ yan jî bi kurtasî projeya iBorderCtrl e. Di vê projeyê de ku ji aliyê Horizon 2020’î ve bi 4,5 milyon Euroyî hate amadekirin, ji welatên cuda xwedî 14 şirîkên projeyê ye.
SÎSTEMA JI DU QONAXAN
Armanca vê bernameyê jî ew e ku mirovên ji welatên cuda ji bo penaberiyê têne Ewropayê bi rêya hişê çêkirî bêne tespîtkirin. Proje bi du qonaxan dixebite. Ya destpêkê beriya destpêkirina rêwîtiya ber bi Ewropayê ve bi rengekî online pêk tê. Kesê dixwaze bikeve welêt piştî ku pasaport, vîze û belgeyên xwe yên pêwîst da, têkildarî rêwîtiya wî pirs jê têne kirin. Ev yek jî bi rêya hişê çêkirî tê kirin û analîza rûyê wî kesî ji aliyê hişê çêkirî ve tê diyarkirin. Piştre jî asta rîskê tê destnîşankirin û kodeke QR jê re tê dayin. Ev kod piştre ji aliyê wezîfedarê sînor ve tê nirxandin û jê re tê ragihandin ku kontroleke hîn zêde pêwîste yan na.
Di qonaxa duyemîn de jî kesê dikeve hundirê welêt dîmenê şopa tilî û rehên nava kefa dest tê kişandin. Her wiha amûra ku weke ‘Amûra Beramberîkirina Rû’ tê binavkirin, îmzeyeke biyometrîk ava dike û nasnameya rêwî piştrast dike. Piştre jî belgeyên gerê ji aliyê algorîtmayekê ve tê nirxandin û tê kontrolkirin bê sexte ye yan na. Eger sexte be ji karmendê sînor re ev agahî tê ragihandin. Di heman demê de ji bo nirxandina asta rîskê jî daneyên mîna profîlên medya civakî yên vî kesî tê kontrolkirin. Yên ku ev sîstem afirandine dibêjin birayra herî dawî wê ji aliyê rayedarên sînor ve bê dayin û iBorderCtrl tenê ji bo piştgiriyê bê bikaranîn. Hate ragihandin ku heta niha proje 6 mehan li Macaristan, Yewnanistan û Letonyayê hatiye ceribandin.
LÊPIRSÎNA HIŞÊ ÇÊKIRÎ
Gelo ev sîstem li mafên mirovan tê? Yek ji rexneyên herî mezin ên ku li sîstemê tê kirin ew e ku bi taybetî Sîstema tespîtkirina Xapandinê ya Otomatîk beriya destpêkirina rêwîstiyê lêpirsînê dike. Kesê ku bi vê sîstemê dixwaze bigere divê bi rêya komputerê bersivê bide pirsan. Bi rêya bernameya ‘Silent Talker’ jî tê xwestin, bê tespîtkirin bê kesê bersivê dide derewan dike yan na. Ji bo karibe vê bike jî hişê çêkirî liv û tevgera mîkro ya li ser rû analîz dike. Piştre jî ji aliyê hişê çêkirî ve tê lêkolînkirin ku agahiyên wı kesî rast in yan na. Yanî kesên bixwazin bikevin Ewropayê ji aliyê hişê çêkirî ve tê lêpirsîn.
Li gorî nûçeya sala 2020’î a ZEIT ONLINE ya li Elmanyayê weşanê dike, di sîstemê de pirsgirêk heye. Afirînerên algorîtmayê ku ZEIT ONLINE bi wan re axivî, bername di dema ceribandinê de pirsgirêk nîşan da, pêkanîna rasteqîn pêwîstiya xwe bi demeke hîn zêdetir a avakirinê heye.
Her wiha parêzvanên mafên mirovan dibêjin ev yek li dijî qanûnan e, bi rengekî ne qanûnî dane tên ekomkirin û mirov hîn beriya bikevin welêt weke sûcdar têne ragihandin.
PROJEYA ROBORDER
Sîstemeke din a ji bo pêşîgirtina li koça ber bi Ewropayê hatiye avakirin, drone ye ku li dewriyeyê digerin. Li gel tespîtkirina mirovan dikarin rû yan jî deng bi rengekî otomatîk tespît bikin. Mînakeke vê jî projeya ROBORDER e. Di vê bernameyê de ku ji bo parastina sînor hate avakirin, sensorên droneyan ji bo dîmenê rewşê ji navenda rêveberiyê ya parastvanên sînor re bişîne têne bikaranîn. Ev amûrên bêmirov tevî keştiyên Ewlekariya Peravî yên Yewnan ji bo tespîtkirina koçberan tevdgerin.
Lêkolînera serbixwe Antonella Napolitano ji netzpolitik.org re axivî û got, “Divê koçber bi rêya teknolojiyê bêne parastin, ne ku ji koçberan bêne parastin.”