Şaredariya Êlihê ya DEM Partiyê ji bo balê bikişîne ser bêmetodiyên di dema qeyûm de pêk hatin, li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê lidar xist. Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û encumenên şaredariyê û rêveberên DEM Partiyê ya Êlihê beşdarî civînê bûn.
Gulistan Sonuk diyar kir ku talan û rûxandina ku qeyûm pêk aniye gelek zêde ye û got: “Li şûna ku xizmet ji gel re bê kirin, lê pereyên budçeya şaredariyê, mal û milkên şaredariyê li alîgiran û saziyên dewletê hatiye belavkirin. Deynê qeyûmê serdema çûyî li ser deynên qeyûmê serdama 2016’an zêde bûye. Şaredariya me hatibû destserkirin û xistine bin deynan. Em ê li hesabê her qirûşek şaredariyê bipirsin. Em ê tişta ku aydî gel e, bidin gel. Em ê hesabê hemû dizî û talana ku hatiye kirin li pêşberî darazê ji wan bixwazin.”
Sonuk mal û milkê şaredariyê ku li saziyên dewletê hatiye belavkirin û budçeya ku ji alîgir û saziyên dewletê re hatiye veqetandin yek bi yek rêz kir û wiha got: “Qeyûm, şaredariya me 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar lîre di bin deyn de hiştiye. Mal û milkê cemaweriyê û budçeya şaredariyê ne di çarçoveya qanûnî de û ji bo xizmeta gel hatiye bikaranîn. Dahat û çavkaniyên şaredariya Êlihê bi armancên cuda ji bo saziyên din ê dewletê hatiye xerckirin. Em ê li hesabê vê rûxandina giran bipirsin.”