Babeta jîngehê babeteke girîng a van salên dawî ye ku li ser wê gelek axaftin tên kirin. Metirsiyên xerabkirin û pîskirina jîngehê, nehişyariya li hember jîngehê û her wiha pîskirina jîngehê ji hêla dewletên mezin û şirketên mezin ve, wisa kiriye ku ji bo parastina jîngehê mirov li rê û rêbazên baştir bigere. Lê heta niha piraniya hewlan ji çarçoveya axaftinê derneketine. Bo nimûne li hember kavilkirina jîngehê tu cezayeke giran tune ye, şirket yan fabrîqeyek nayê girtin. Gava ku bi hinceta hebûna şer dewletek daristan, çiya û jîngehekê wêran dike û dişewitîne, kes tune ye ku cezayê bide wan. Vê yekê jî wisa kiriye ku yên ku jîngehê wêran dikin, bê ceza bimînin û xelk jî li hember mala xwe ya mezin yanî li hember dinyayê, bê xem be.
Îro ji her demê zêdetir divê mirov bi awayekî berpirsyarane li hember jîngeh û siruştê tevbigere. Em ji tiştên biçûk destpê bikin, ew şûşeyê plastîk ku em jê avê vedixwin û paşê ji cama erebeya xwe diavêjin derve, ji bo ku ew di siruştê de bihele, pêwîstî bi du sed salî heye. Ev, yek ji sedemên germbûna dinyayê ye. Pêwîst e mirov hişyar be û wî şûşeyî neavêje derve û divê mirov bizane ku divê mirov biavêje kuderê. Min şûşeyên avêtî ne tenê li Silêmanî û Çemçemalê, her wiha li Parîs û Winnipegê jî dîtine. Bi gotineke din mirov li seranserî dinyayê pêwîstî bi hişyariya jîngehî heye. Divê em di dibistan, zanîngeh, mizgeft, dêr û medyayê de ji bo jîngehê waneyeke taybet daynin. Ji kesan bigire heta şirket û dewletan divê her kes, sazî û dewlet ji ber pîskirina jîngehê bêne cezakirin. Pêwîst e navendeke navneteweyî hebe ku mirovan neçar bike ku rêzê li jîngehê bigirin.
Şewitandina her darekê dibe ku bibe sedem ku mirovek, ajalek yan balindeyek tûşî tengenefesiyê bibe. Baş e, eger daristanek bê şewitandin, wê demê çi dibe? Helbet mirov ne hay jê heye ku di birîn yan şewitandina her darekê de ne tenê siruştê kirêt dike, her wiha hêlîn û mala balindeyekê yan sîbera ajalekî jî wêran dike. Ev yek awayek ji awayên dirindetiyê ye. Lewma perwerdeya jîngehê ji her kesî re lazim e, ji zarokan bigire heta serokên welatan.
Divê mirov bê fêrkirin ku li hember jîngehê berpirsyariyeke me ya mezin heye. Avêtina boçika cixareyekê nehişyariyeke mezin e. Nabe ku mirov ji mala xwe hez bike lê ji taxa xwe hez neke; ji taxa xwe hez bike lê ji bajarê xwe hez neke; ji bajarê xwe hez bike lê ji welatê xwe hez neke; ji welatê xwe hez bike lê ji dinyayê hez neke. Em li seranserî dinyayê girêdayî hev in.