Milîsên Halîl Aksakal ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku 18’ê Hezîranê saet di 10:00 de li Herêma Pîşesaziyê ya Derî ya Tûzlayê li hemberî febrîqeyeke ku parçeyên wesayitan hildiberand çalakiya sabotajê kirine.
Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyê de bi milyonan lîreyî zerar li febrîqeyê bûye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta êrişên li ser destketiyên demokratîk ên gelê Kurd û têkoşîna yekbûyî bi dawî bibe wê li her derê çalakiyan bikin.