Em çi hilmijin, ew tişt bi rêya henasewergirtinê diçe nav gewriya me. Ev yek ji bo mirov gelek girîng e. Piraniya nexweşiyên têger têkildarî wê yekê ne ku em di jîngeheke çawa de dijîn û têkildarî wê hewayê ye ku em hildimijin. Em daristanan û bi taybetî daristanên Emezonê wek gurçikên dinyayê bi nav dikin, ji ber ku pêwîst e em di jîngehekê de bin ku oksîjenê bide me. Ji vê hêlê ve girîngiya darçandin û şînkirina dinyayê derdikeve pêşiya me. Helbet di jîngeheke pak de, em ne tenê hewaya paqij hildimijin, her wiha em bêhneke xweş jî bêhn dikin. Bêhna siruşt û jîngehê ya xweş ji bo aramiya mirov pir girîng e.
Jîngeha pak û her wiha bêhna xweş a wan cihên ku mirov tê de ye, bandoreke zêde li ser aramiya mirov dike. Ev yek bandorê li ser hêrsbûn û rewşa derûnî ya mirov dike, bi gotineke din eger jîngeh pîs be, ji bilî bêhna pîs, hewaya pîs ku em werdigirin, bandorê li rewşa me ya derûnî dike. Henasewergirtin û henasedan ji bo mirov hebûn û berdewamî ye. Niha bîne ber çavên xwe, tu di ber kargeheke kîmyayî re yan di ber kuştargeheke ajalan re derbas dibî, tu wê demê hêrs dibî û ji xwe nefret dikî. Ev yek bandora wê bêhnê ye ku tu hildimijî, ev yek wisa dike ku tu hêrs û eciz bibî.
Xerabkirina jîngehê, bêhna pîs û genî mirovên nexweş hildiberîne. Di nav jîngeheke wiha de berdewam qezenc û kara sermayedar û şerxwazan zêde dibe. Çêkirina derman û derziyên curbicur û her wiha pêşvebirina kargehên çekan ji bo berdewamiya şer jîngehê pîs dike û rûniştvanan hêrs û lawaz dike.
Jîngeha pak, hebûna gelek daran, parastina baxçe û daristanan, hem bextewerî û dilxweşiyê didin mirovan û hem jî mirovên tendurist çêdikin û bandora wan li ser kêmkirina nexweşî û temendirêjiyê heye. Divê em bizanin ku hilmijîna hewaya paqij û bêhna xweş wisa dike ku mirov aramtir bibe û baştir bifikire û baştir biryaran bide. Nexwe ji bo biryarên baş û fikirîna baş, pêwîst e em jîngeha xwe bi bêhna xweş tijî bikin.
Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya mirovan bi aramî û derûniya baş heye. Têkiliyeke zêde ya derûniya baş bi jîngehê re heye.