Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyvên Kurdî yên ku cara yekem ketin girtekên Meclisê dîsa hatin jêbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 10 mehan de 383 jin hatin qetilkirin: Qanûnên ku nayên pêkanîn cesaret dide mêran!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wuppertalê ‘Şevbêrk’ a Kanîreşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Berdevkê Çapemeniyê yê HPG’ê: Serwerî di destê gerîlayan de ye
Kurdistan

Berdevkê Çapemeniyê yê HPG’ê: Serwerî di destê gerîlayan de ye

Serdar Yektaş ê Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê û têkoşîna gerîlayan ji raya giştî re hin agahî parve kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Serdar Yektaş beşdarî weşana Stêrk TV’yê bû û têkildarî rewşa şerî agahiyên berfireh parve kirin. Yektaş ragihand ku serleşkerê dawî yê ku ji bo koordînekirina qada şerî hatibû şandin, ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û ev yek hê jî tê veşartin û destnîşan kir ku li qada şerî serwerî di destê gerîlayan de ye. Yektaş anî ziman ku PDK’ya ku li gel dagirkeran hevkariyê dike, bûye parçeyeke şerî û hişyarî da. Her wiha Berdevkê Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê teyîd kir ku bi sedan endamên DAÎŞ’ê bi destê dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.

https://sterktv1.net/1200-nivroj-263/

Agahiyên têkildarî qada şerî yên ji aliyê Serdar Yektaş ve hatine parvekirin, wiha ne:

REWŞA BAKURÊ KURDISTANÊ

Li Bakurê Kurdistanê şerekî bêhempa tê meşandin. Sala borî li Bakurê Kurdistanê bi hezaran operasyon hatin lidarxistin.

Lê belê dewleta Tirk encamên van operasyonan bi raya giştî re parve nake û wan vedişêre. Ji ber ku di operasyonan de têkçûneke mezin heye.

Bi hezaran operasyonan li dar dixin û li gelek cihan hevrêyên me bi operasyonan re rû bi rû dimînin û ger derfet hebin derbên giran li dijmin dixin. Ger derfet neguncav jî bin, hewlên dijminî pûç dikin.

Operasyonên ku buhayên wan ên madî pir zêde ne pûç dikin. Li Mêrdîn, Stewr, Mehsert û Bagokê operasyon bênavber dewam dikin. Herî dawiyê jî li herêmên Gever, Colemêrg û Zagrosan jî operasyon bênavber dewam dikin. Li Besta, Cûdî, Gabar û Feraşînê jî operasyon tên meşandin. Jixwe ji 15 rojan carekê herêmek tê qedexekirin. Li seranserê Garzan û Amedê jî operasyon hene. Her wiha li Dersîm, Erzingan û Erziromê jî operasyonan pêk tînin. Li seranserê Bakurê Kurdistanê şerekî mezin û bênavber heye. Lê belê bes li hin cihan temas heye. Gerîla şer dikin û derbên giran li dijmin dixin û windayên wan pir in. Li hin qadan şehadetên me jî çêdibin. Dewleta Tirk jî bes dema ku şehîdên me çêdibin, qala operasyonan dike.

BÊRÎTAN NURHAK KETE ÇEPERÊN DIJMIN

Herî dawiyê operasyoneke ku di encama wê de hevrêya me fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sûltan Dag) şehîd dibe, heye. Li gelek nuqteyan herêmê dorpêç dikin. Hevrêya me Bêrîtan bi ruhekî fedaî dikeve çeperên dijmin û sê dagirkeran ceza dike. Dema ku dikeve çepera duyem jî şerekî dijwar rû dide û birîndar dibe lê belê ji bo ku bi awayekî birîndar nekeve destê dijmin bi awayekî fedaiyane şehîd dibe. Ji ber şert û mercên şer agahî bi derengî digihin li ber destê me.

Herî dawiyê jî li Gelîyê Masîro ê Elbak a Wanê bûyerekê rû da. Du hevrêyên me şehîd bûne û yek jî dîl hatiye girtin. Em hewl didin ku vê bûyerê jî eşkere bikin. Gava me têkildarî bûyerê agahiyên berfireh standin û bûyer eşkere kir, em ê li gel nasnameyan ji gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

REWŞA HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Gerîlayan ji rêbazên êrîşên dewleta Tirk yên ku ji sala 2021’an heya niha pêk tîne, dersek girt, tedbîr standin û taktîkên xwe kûrtir kirin. Dewleta Tirk di vê mijarê de jî tu encam bi dest nexist. Di sala 2023’yan de vê carê jî bi hevkariya li gel xaîn û xwefiroşan derket pêş. Xwestin bi vê yekê hemleyekê bikin. Ew jî hate pûçkirin. Di sala 2024’an de jî di destê wan de tu taktîk neman. Weke ku beriya niha jî kirin, bomberandinan dikin û çekên qedexe bi kar tînin û hejmara leşkerên xwe yên li herêmê zêde kirin. Aha vê carê bi bikaranîna xaînan hewl didin ku taktîka ku jê re dibêjin dorpêçkirin, pêk bînin. Jixwe dibêjin ku ew dixwazin van deran zeft bikin. Lê belê di mijarekê de xwe dixapînin. Gerîlayan li hemberî van yekan tedbîrên xwe girtine. Yanî dewleta Tirk li hin herêmên weke Metînayê taktîka dorpêçkirinê pêk tîne. Li hin cihan weke ku qûmarê bilîze, rîskê distîne û berê yekîtiyên xwe dide qadan. Bi kurtasî rewşa dijminî bi vî rengî ye.

REWŞA METÎNAYÊ

Dewleta Tirk li Metînayê xwe li qadên vala bi cih dike. Gelek caran temasan rû da û hevrêyên me çalakiyên bibandor li dar xistin. Ev êrîşên dagirkeriyê yên nû di 16’ê Nîsanê de dane destpêkirin. Hevrêyên me demildest taktîk û stratejiyên ku dijmin li Metînayê bi rê ve dibe, tespît kirin û taktîkên li dijî wan xistin dewrê. Dema ku hevrêyên me dîtin dijmin bi terzeke cuda li nêzî wan dibe, wan jî bi terzeke cuda bersiva hewce da. Wê têkoşîna li Metînayê demdirêj be û dijmin wê encameke weke ku hêvî dike, nestîne. Xwe dixapînin.

NIKARIN ENCAM BIGIRIN

Em jî li dîmenên ku dewleta Tirk parve dike, dinêrin. Li geliyê Rûbar û Çelê obus bi cih kirine û topan diavêjin. Topên bi menzîla 50 kîlometreyî diavêjin. Ev ne serketinek e, raya xwe ya giştî dixapînin. Dibêjin kilît hatiye girtin, lê ez niha heqîqetê ji we re parve bikim, em binêrim ka kî li ku derê û çawa kîlît bûye:

Dijmin li Xakurkê cara duyem êrîşî xwezayê kir. 200-300 metre ketin hinek cihan û piştre dîsa paşde vekişiyan. Piştre berê xwe dan Şekîf. Ev der dihekî bilind û zozan e. Bi helîkopterê gihiştina wir ne zehmet e.

Lê li herêma Zapê, bi taybetî di mehên dawî de li Girê Amed û Girê FM’ê hewldanên dijmin vale hatin derxistin. Hevalan tenê tedbîr negirtin, di heman demê de çalakî jî kirin. Niha ew der hinekê rawestiya, ji ber ku hevalan ew vale derxistin.

Ji ber ku fêm kirin wê ji van deran encam negirin, vê carê 3’yê Tîrmehê li Girê Bihar ji sê aliyan ve êrîş kirin. Me encamên vê parve kir. Di rewşa heyî de heval li wir bersiveke tund didin wan. Dewleta Tirk ev êrîşa xwe bi hêzên taybet pêk anî. Hemû hêza wan ji quwetên elît pêk tê. Ew jî dizanin, bi cih bûna li van deran hêsan nîne. Mirov dikare bêje ku artêşa Tirk hema bêje temamiya hêzên xwe yên li Zapê, vekişand. Hemû hêzên wan li hemberî gerîla têk çûn. Niha bêdeng in, lê beriya çend mehan pesnê hêzên xwe yên taybet didan. Ji Sûriyeyê çete û tûgay anîn. Wan jî encam negirtin. Niha bi qasî me bihîstiye ji Balikesîr û Kayseriyê tabûr bi tabûr leşkeran tînin. Bila wan jî bînin.

Di nava 4 rojên dawî de li Girê Bihar û Sergelê gelek çalakî hatin kirin. Ev der ji bo dagirkeran bûn dojeh. Eger tu werî xaka me, tu hewl bidî dagir bikî, gundên Kurdan vale bikî û topan li herêmê bibarînî, araziyên me bişewitînî, helbet lehengên vê xakê wê fatûraya vê ji te derxîne û mafê jiyanê nade te.

YÊN KU ALÎKARÎ DIDIN DAGIRKERAN: EM Ê VÊ YEKÊ JI WAN RE NEHÊLIN!

Tevgera me gelek caran yên ku alîkarî didin dagirkeran û bi wan re tevdigerin hişyar kir. Em ji bo kesên bi dagirkeran re tên, êrîşê me dikin û dibin sedema şehîdkirina gerîlayan vê yekê dibêjin. Em ê vê yekê ji wan re nehêlin!

Rewşa giştî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê çi nîşan dide:

– Planên dijmin a ji bo dagirkirna Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava çend hefteyan de ku di sala 2021 ‘an de hatibû destpêkirin têk çû. Ne sê hefte, ev sê sal in encamek bi dest nexistine.

– Me dewleta Tirk a îdîa dike ku xwedî artêşeke ew çend mezin e, li vê herêmê têk bir. Me ev dewlet li Zapê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê xitimand.

– Şerê xitimî, taktîka xitimî: Ev yek jî rê li ber krîza aborî, siyasî û civakî vedike. Em rewşa Tirkiyê a niha dibînin jixwe. Rewşa ku îro Tirkiyê dijî, encama xitimandina li Zap û Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

KONTROL DI DESTÊ GERÎLA DE YE

– Li gel bi sed hezaran leşker, teknîk, xayin, yên xwe firoş û çeteyan jî, kontrola herêmê di destê gerîla de ye. Yên ku hunera şer nizanin, kontrolkirinê jî şaş fêm dikin. Kontrolkirin ne hebûna hejmareke zêde ya leşkeran a li herêmekê ye. Kontrolkirin ew e ku dema we xwest derb li dijmin xistin e. Niha li qadê kontrol di destê me de ye. Em xwe û tunelên xwe diparêzin. Hema hema tu windahiyên me tune ye. Jixwe dema şehadet çêdibin, piştî tên zelalkirin bi raya giştî re tên parvekirin. Lê li hemberî vê bi hezaran car me derbe li dijmin xistiye. Di van mehên dawî de bi sedan windahiya wan çêbû. Lê tenê mirina sê-çar heb ragihandine. Hemûyan vedişêrin.

PAŞEYÊ DAWÎ JÎ GUHERTIN, VEDIŞÊRIN

Di sê salên dawî de Tirkiyê fermandarê xwe yê artêşê guhert, wezîrê xwe yê şer guhert, fermandarê tevgera dagirkeriyê guhert, heta du caran guhert. Ger ez ne şaş bim, herî dawî di Tebaxa sala borî de bi îdîaya ku wê şer qezenç bikin paşeyekî anîn û kirin koordine. Lê gelek windahî dan, bi ser neketin.

Bi qasî agahiyên ku me wergeritiye wî jî ji erk girtine. Lê ji bo di aliyê moral de windahî nejîn, hêj ranegihandine. Wekî ku ew heye nîşan didin, lê fermandarê duyemîn a artêşê li cihê wî wezîfedar kirine. Navê wî Metîn Toker e, hatiye qadê. Ew şer bi rêve dibe. Ew ê jî dê bi ser nekeve.

ROLA PDK: JI HEVKARIYÊ WÊDETIR BÛYE PARÇEYEK JI DAGIRKERIYÊ YE

Têgihîna hevkarî û dijminahiya PDK’ê ya li hemberî gel, êdî tiştek îfade nake. PDK niha bi awayekî fîîlî parçeyekî yê şerê dagirkeriyê ye.

Ji salên 2021 û 2022’yan û vir ve rê çêkirine. Niha diyar dibe ev rê hemû ji bo artêşa Tirk hatine çêkirin. Ji bo ku dewleta Tirk dagirkeriyê pêk bîne, her roj konvoyên artêşa Tirk ji deriyê Sergêlê têne xurtkirin. PDK û mûhafizên sînor (ku jixwe ew jî di nava hevkariyê de ne) ji bo ku dewleta Tirk bi ser bikeve çi ji destê wan tê dikin. Gotin di cih de be mîna otobanê rê ji wan re vekirin.

Digotin ew çeper û bargehên ku li dijî gerîla çêkirine, qaşo ji bo ku dewleta Tirk nekaribin bên hatine çêkirin. Lê belê niha ji nîvê zêdetir ew bi xwe dane dewleta Tirk. Bêyî ku dewleta Tirk daxwazeke bi vî rengî bike, da wan. Nîvê din jî bi hev ra bi kar tînin. MÎT, Zeravan û leşker li heman qereqolê ne.

Di êrîşên li ser Bahar û Sergelê de Iraq û PDK hemû rêyên fermî vekirin. Bi rengekî eşkere ji dagirkeran re rê vekirin.

Artêşa Tirk ewilî tê li baregehên PDK bi cih dibe û pitre cebilxane û wesayîtên zirxî tîne. Piştre êrîşê Sergelê dike. Hemû çeperên bi beton ê niha heyî yên PDK ne. Piştre didin artêşa Tirk. Hem alîkariya wan dikin û hem jî ji wan re koletî dikin. Li ser navê gelê Kurd bi rastî jî şermeke mezin e.

TAKWIYEYA ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê

Tiştên ku berdevkê YNK’ê têkildarî ‘anîna 300 DAÎŞ’iyan a li herêmê’ rast e. Erê anîn herêmê. Lê ji ber ku DAÎŞ bi hovîtiya xwe teşhîr bûye, di bin navê El Nûsra de anîn. Têkildarî vê yekê agahiyên zelal di destê me de hene. Her kes dizane ku evane hemû versiyonên cuda yên bermahiyên El Kaîdeyê ne. Dema komikekî dixin serê xwe dibin DAÎŞ, dema komikek din dixin serê xwe jî dibin El Nûsra. Hemû çete ne û ev agahî rast in.

BERSIVA JI PDK’IYÊN KU LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABÛNE RE

Carna PDK’î peyaman ji me re dişînin. Bi rengê ‘dema hûn mijara hevkariyê tînin rojevê, qala PDK’ê dikin. Em jî di nava PDK’ê de ne. Em li dijî dagirkeriyê ne. Nebêjin PDK, bêjin malbata Barzanî’ peyaman ji me re dişînin. Em jî ji samîmiyeta wan bawer dikin, lê ev wiha nabe. Eger dilsozê gelê xwe ne, destpêkê divê partiya xwe rexne bikin. Divê bêjin, ‘Ey rêveberiya PDK’ê çima tu vî welatî pêşkêşî dagirkeran dikî, ma me ev qas berdêl dan da ku dewleta Tirk were dagir bike, ma ji ber vê yekê xwîna me rijiya’ û bertekê nîşan bidin. PDK bi kiryarên xwe yên heyî dixwaze hemû endamên PDK’ê di bin tohmetê de bihêle. Em dixwazin bi vî rengî bersiva yên ji me re peyam şandine, bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Çareserî bi axaftina li gel Abdullah Ocalan û naskirina Kurdan re çêdibe
Nûçeya Pişt re Hejmara nû ya Kovara Stêrka Ciwan derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê daketin qadan

Bi sedan gelê Kantona Firatê li dijî dagirkirina Efrînê ku li pey xwe 6 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinek ji rengê serhildanê: Avaşîn Çirav

Li vê erdnîgariyê her zarokek bi raperînê dest bi jiyanê dike. Her roj hevalek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Duşunmez: Xwedîderketina gel çiqasî xurt be, em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin

Ji meşvanên 'Meşa Mezin a Azadiyê' Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez got, "Xwedîderketina gel çiqasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Serokwezîra berê ya Bangladeşê ji ber sûcên dijî mirovahiyî cezayê darvekirinê lê birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?