Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Farûk Halakû bû Berpirsê Îdarî yê Meclîsê yê DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 148 karker jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Roj roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye!
Kurdistan

PKK: Roj roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye!

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ'ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê got: “Em di salvegera 42’yemîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku çarenûsa gelê Kurd guhert de ne. Em vê biryara mezin a berxwedanê û têkoşîna dîrokî ya rûmet û azadiyê ya 42 salan a ku li ser vê bingehê pêşketiye silav dikin û derbasî sala 43’an a berxwedanê dibin. Em afirînerê berxwedana mezin Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em Roja Rûmetê ya  Neteweyî di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat pîroz dikin.  Di sala 43’yan a berxwedanê de em ê Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike bi Ruhê Serketin û Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê bidomînin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Daxuyaniya PKK’ê wiha berdewam kir:  “Weke ku tê zanîn, di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji aliyê girtiyên şoreşger ve li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê li zindana Amedê hat destpêkirin de 42 sal derbas bûn. Berxwedana dîrokî ya ku bi gotina “Em girêdayî partiya xwe û azadiya gelê xwe ne, em ê parastina vê bikin” hat destpêkirin, di şexsê rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê de bi têkbirina zihniyet û polîtîkaya dagirker û qirker a Tirk re serketineke mezin hat bidestxistin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di nava 42 salên derbasbûyî de li ser xeta vê biryar û serketina dîrokî pêşket û destkeftiyên mezin afirand û îro bûye hêviya mirovahiyê. Ji Şoreşa Vejîna Netewî heta Şoreşa Azadiya Jinê, ji Şoreşa Zîhniyetê ya mezin ku xwe di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de şênber kiriye heta Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bûye bingeha gelek pêşketinên şoreşgerî. Bi Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê re gerîlayên xwe yên azadiya Kurdistanê û xweparastinê afirand û xeta rast a têkoşînê ya ji bo azadiya bindestan derxist holê.”

EM Ê DI XETA BERXWEDANA FEDAYÎ YA 14’Ê TIRMEHÊ DE TÊBIKOŞIN Û BI SER BIKEVIN

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ev tişt hatin gotin:

Dema ku em dikevin sala 43’yemîn a berxwedanê, bandora wê pir zindî û xurt li holê ye. Xeta Berxwedana Fedaî ya 14’ê Tîrmehê hemû qadên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê lê dimeşînin ronî dike. Çawa ku her dem û li her derê hêza herî mezin dide me, ji bo têkoşîna me ku em dimeşînin dibe ronahiyek domdar û ronî dike. Xeta serkeftinê ya Pêngava me ya Azadiyê ya Cîhanî ya ku li dijî pergala êşkence, qirkirin û tecrîda Îmraliyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd dimeşînin, diyar dike. Dibe çavkaniya hêza herî bingehîn û ronîkirina rastiyê ya berxwedana azadiyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Başûr û Rojava, têkoşîna zindanan a li dijî zilma faşîst, berxwedana gel a li dijî qeyûman, sekna şoreşgerî ya kolanan a li dijî terora faşîst û êrîşa nîjadperest-şovenîst. Weke tevger û gel em ê di sala 43’yan de di xeta Berxwedana Fedaî ya 14’ê Tîrmehê de têbikoşin û em ê bi ser bikevin.

ARMANCA ME YA BINGEHÎN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Pir eşkereye ku em bi Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dikre re dikevin sala 43’yan a berxwedana mezin. Pêngav neh meh li pey xwe hişt û geşedanên girîng derxist holê. Berxwedana qehremanî ya gerîla, jin û ciwan pêşengiya pêngavê dikin. Weke tevger û gel rojeva me ya sereke ew e ku Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye armanc, bi bandor pêş bixin û bi ser bixin. Di vî warî de, Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê rêya me ronî dike. Eşkere ye ku em ê di sala 43’yan a berxwedanê de jî Pêngava xwe ya Azadiyê li ser vê xetê bidomînin û teqez em ê bi ser bikevin.

Weke tevger û gel, em dema Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, li her qadê bi şêwazên çalakiyên dewlemend û afirîner pêş dixin, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hemû hêza xwe seferber kiriye û êrîşên şerê taybet a topyekûn dimeşîne. Li Îmraliyê, ji tecrîdê wêdetir, agahînegritina mutleq heye û 40 meh in em nikarin agahiyê ji Rêber Apo bigirin. Bê guman, derbarê tenduristî û ewlehiyê wî de fikarên me yên pir cidî hene. Terora faşîst, zext û kedxwariya li ser gel di lûtkeyê de ye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan hemû polîtîkaya xwe ya derve bi giranî daye têkoşîna li dijî partiya me û gelê me. Bi vê armancê re bi her kesî re dicive û hemû derfetên Tirkiyeyê ji bo vê yekê seferber dike. Efrîn, Girê Spî û Serîkaniyê di bin dagirkeriyê de dihêle û her roj êrîşên leşkerî li ser van herêman pêk tîne. Her wiha her tim êrîşî gelê Şengalê dike û bi PDK’ê re dixwaze ku dewleta Iraqê azadiya Şengalê têk bibe.

ÊRÎŞA DAGIRKIRIYÊ LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Êrîşa herî berfireh a dagirkeriya leşkerî ya faşîzma AKP-MHP’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ye. Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji 16’ê Nîsanê û vir ve li ser herêmên Metîna û Rojavayê Zapê zêde bûne, ji 3’yê Tîrmehê ve gihandiye asta êrîşên îlhaqkirinê. Di çarçoveya van êrîşên îlhaq û dagirkirinê ku bi erêkirina Rêveberiya Iraqê û hevkariya rasteqîn a Rêveberiya PDK’ê pêk tên de, bi deh hezaran leşker û çeteyên xwe, zêdetirî sêsed tank û heman jimare wesayîtên zirxî şandine herêmên Metîna û Zapê. Berê hewl didan girên bilind bigirin, niha berevajî vê li gund, bajarok û navçeyan tevdigere û van cihan desteser dike. Li ser vê bingehê niha di beşekî mezin a bajarê Duhokê de fiîlen rêveberiyê kiriye di bin destê xwe de. Li herêmên Metîna û Zapê bi şewitandina gundan, girtina sivîlan û zextan hewl dide gel koçber bike.

ÊRÎŞA DAGIRKIRÎ Û ÎLHAQÊ KU BI TIFAQA AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’Ê TÊ MEŞANDIN TALÛKEYEKE CIDÎ YE

Ji bo van kiryaran ji raya giştî ya navxweyî û derve veşêrin li ser çapemeniyê sansurê dikin, bi belavkirina nûçeyên derew ên wekî “PKK li Iraqê derdorê dişewitîne û wê çalakî bike”rastiyan manîpule dikin. Mixabin Tirkiye û raya giştî ya cîhanê jî van derewan bandor dibin û li hember dagirkirin û îlhaqkirina herêmeke qat qat ji Xezzeyê mezintir a ji aliyê Komara Tirk a faşîst-qirker ve bêdeng dimînin. Rêveberiya niha ya Iraqê serî li ber zext û hin berjewendiyên aborî da û nekarî pêşbîniyeke bi rûmet û rast nîşan bide. Rêveberiya PDK’ê ya niha ku ji malbata Barzanî pêk tê, di rewşeke wiha de ye ku di berdêla berjewendiyên şexsî û malbatî de welatê xwe difiroşe û di hevkarî û xiyanetê de zîrve kiriye. Dixwaze ji xeynî xwe hemû partî û eşîrên Kurdistanê û her kesê ku ji Barzanî re bîat nake tune bike. Li ser vê bingehê beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê ji niha ve ji Komara Tirkiyê re hatiye firotin û tê pêşbînîkirin ku tevahiya wê bibe parêzgeha Komara Tirkiyê.

GERÎLA BÊYÎ KU TU MEWZIYÊ BERDE BI QEHREMANÎ LI BER XWE DIDE

Êrîşên dagirkerî û îlhaqê ku ji aliyê tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê ve tê meşandin, cidî û talûke ye. Weke her du şerên cîhanê yên ewil, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî tê xwestin qirkirina Kurdan bi vî awayî were pêşxistin û bi encam bikin. Em Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve li dijî vê talûkeya cidî helwesteke çalak girt û em bi tenê mabin jî têkoşiyan. Gerîlayên HPG û YJA-Starê her tim bi raberkirina berxwedanake sermirovî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên navborî bi qehremanî li ber xwe dan. Berdêlên giran dan ber çavên xwe û bi qehremanî li dijî bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî rabûn. Heman helwesta berxwedêr li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê ku ji 3’ê Tîrmehê ve tê pêşxistin, raber dikin û bêyî ku tu mewziyê berdin ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Hem jî vê bi tena serê xwe û li ser bingeha hêza xwe dike. Çavkaniyên HPG’ê bîlançoyên şer ên rojane weke heyî ji çapemeniyê re dide. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi berxwedana xwe ya ku bi dayîna şehîdan dimeşîne, rê nade dagirkerî û îlhaqê.

Li ser vê bingehê em berxwedana qehremanî ya gerîla silav dikin û serkeftinên wan pîroz dikin. Di şexsê hevrêyên Canfeda Soro û Canfeda Efrîn de hemû şehîdên qehreman bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Belê, gerîlayên PKK’ê li ber xwe didin û wê heta dawî jî li ber xwe bide. Xeta wan ê di vê berxwedanê de Xeta Serkeftin û Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê ye. Lê divê berxwedan tenê ji gerîlayan re neyê hiştin. Divê gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hêza çalak bidin vê berxwedanê û parelelê berxwedana gerîla berxwedana gel jî mezin bikin. Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê bibînin ku bi talûkeyeke çawa re rû bi rû ye û bi pêşengiya jin, ciwan û rewşenbîrên xwe li dijî dagirkerî û îlhaqê rabe. Dîsa divê gel, jin, ciwan, rewşenbîr û hunermendên Tirkiyeyê divê bibînin ku êrîşa dagirkeriyê ya navborî di eslê xwe de li dijî gel û pêşeroja Tirkiyeyê ye û li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê têkoşînê mezin bidin.

A rastî êrîşên navborî nayê wateya ku êrîşkar pir bi hêz in. Berovajî faşîzma AKP-MHP’ê jî, despotîzma PDK’ê jî hildiweşe. Kêliya herî qels a dîrokên xwe dijîn. Bi tenê bi êrîşên navborî emrê xwe dirêj dikin, van êrîşan jî ji ber wê dikin. Ev 8 sal in ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş dikin, hê jî nekarîne tu derê ji bo xwe bi ewle bikin. Ji ber vê yekê pêkan e ku li dijî dagirkerî û îlhaqa navborî rabin û faşîzma AKP-MHP’ê ya êrîşkar û despotîzma PDK’ê di nava xwîna ku rijandine de bixeniqînin.  

Ji ber wê roj roja têkoşînê ye, roj roja li ser Xeta Berxwedana Fedayî ya 14’ê Tîrmehê berxwedan û serketina li dijî êrîşên AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê ye. Roja girtina rêya dagirkerî û îlhaqa faşîst-qirker û roja parastin û azadkirina Kurdistanê ye. Roj roja mil bi mil bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re li ber xwe dayîn e. Wê demê em weke welatparêzên Kurd û raya giştî ya demokratîk li her qadê rabin û li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Li dijî hevkarî û xiyanetê yekîtiya welatparêzên Kurd biafirînin. Li dijî despotîzma desthilatdar, feodal û yekparêz, yekîtiya siyasî ya demokratîk a hemû rêxistinên Kurd ava bikin. Dost û dijminên xwe baş nas bikin, ji dostên xwe re bibin hevrê û ji dijminên xwe re jî bibin şûr. Em li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya Kurdistanê, yekîtiya demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn biafirînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dema binçavkirina rojnamevan Sadik Topaloglû hate dirêjkirin
Nûçeya Pişt re Li Çiyayê Bagokê êrîşa dagirkeriyê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li çar bajaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin

Li bajarên Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Helebê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîteyê derfetê xwe mijûlkirinê da Tirkiyeyê

Ji wekîlên hiqûqnas ên DEM Partiyê Alî Bozan û Hevserokê Wanê yê DBP’ê Cemal Demîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê meşiyan: Em bi gelê xwe re ne

Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê bi meşeke girseyî li ber êrîşên çeteyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?