Medya Iraqê ragihand ku duh bi şev Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel pêkhateyên Ereb û Tirkmen ên Kerkûkê civiya.
Hate diyarkirin ku Sudanî di civînê de balkişand li ser giringiya berjewendiyên welatiyên Kerkûkê û got: “Civîna yekem ya encûmena parêzgeha Kerkûkê serkeftinek mezin bû. Di her lihevkirinek ku di navbera ew hêzên di hilbijartinê de serkeftîn de were kirin, divê ti durxistin yan jî biçûkxistinek nebe. Divê hemû hêzên neteweyî û pêkhateyên Kerkûkê weke yek tîm û bi hev re kar bikin.”
Serokwezîrê Iraqê bang li endamên encûmena nû ya parêzgeha Kerkûkê kir ku hikûmeta xwecihî hilbijêrin û li gorî daxwazên xelkê parêzgeha Kerkûkê, li ser diyarkirina waliyê Kerkûkê lihev bikin.
Herî dawî Sudanî piştevaniya xwe ji bo hemû karên encûmenê û dabînkirina her tiştek pêwîst ku rastiya aborî baştir dike û nujenkirina binesaziyê û xizmetguzariyan zêde dike dubare kir.
Li gorî medya Iraqê belavkirî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî roja 11’ê Tebaxê ji bo civîna duyem ya encûmena parêzgeha Kerkûkê diyar kiriye.