Çarşem, 9 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana gora Sirri Sureyya Onder kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di hefteya 137’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe
Rojane

Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

Serhat Eren pêvajoya piştî hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxand û anî ziman ku sererastkirina bê Meclîsê wê di rêya çareseriyê de bibe gava destpêkê. Eren destnîşan kir ku çareseriya mayinde jî bi demokratîkbûn û garantiya destûra bingehîn dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ku li dû navberek ji 55 rojan pêk hat, pêvajo nirxand. Eren anî ziman ku astengkirina hevdîtinê ya bi demdirêjî konsepta şer a di bîra civaka Kurd de bi bîr xist û destnîşan kir ku girîng e vê carê rewşeke bi heman rengî rû neda.

Eren diyar kir ku gotina Rêber Apo ya li ser xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk ku timî destnîşan dike, divê di gotinê de nemîne û pêwîste ev nêzîkatî bi garantiyên hiqûqî bê misogerkirin.

Serhat Eren ragihand ku tê fêhmkirin ku di hevdîtinê de sererastkirinên qanûnî bi berfirehî hatine nirxandin û anî ziman ku hevdîtinên Serokê Meclîsê bi partiyên siyasî re ya piştî vê hevdîtinê pêwîste di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Eren diyar kir ku di hevdîtinan de hîn naveroka qanûnê nehatiye nirxandin û got, nîqaş bi giranî li ser wê yekê tê kirin ku sererastkirin wê bi kîjan rêbazê bê Meclîsê û mutabaqata siyasî ya berfireh bi çi rengî pêk were.

Eren diyar kir ku di vê çarçoveyê de bi DEM Partiyê re jî hevdîtin hatiye kirin û anî ziman ku li gorî çavdêriyên wan ji bilî ÎYÎ Partî ti partiyeke siyasî bi rengekî kategorîk dijberî li vê sererastkirinê nekiriye. Serhat Eren ragihand ku ew li bendê ne ku sererastkirin heta dawiya hefteyê bikeve rojeva komîsyonê.

‘EV QANÛN TENÊ DESTPÊK E’

Eren diyar kir ku piştî sererastkirinê wê li qada siyasî atmosfereke erênî pêk were û destnîşan kir ku ji bo DEM Partiyê ya girîng ew e ku di sedsala duyemîn a Komarê de pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.

Eren ragihand ku ne tenê yên çek danîne divê yên li girtîgehê û derveyî welat karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin, ji bo vê sererastkirinên hiqûqî bê kirin û anî ziman ku ew berfirehkirina qada siyaseta demokratîk girîng dibîne.

‘DIVÊ PÊVAJOYA DEMOKRATÎKBÛNÊ DESTPÊ BIKE’

Eren destnîşan kir ku armanca bingehîn a sererastkirina qanûnî ya destpêkê ya ku tê hêvîkirin bê derxistin, ew e ku endamên rêxistinê, rêveber, yên li girtîgehan û derveyî welat jinûve karibin tevlî nava jiyana civakî bibin.

Serhat Eren ragihand ku qanûna destpêkê wê bi tena serê xwe çareseriyê nîne, lê belê ji bo vekirina deriyê çareseriyê wê bibe destpêkek.

‘ÇARESERIYA MAYINDE BI GARANTIYA DESTÛRA BINGEHÎN DIBE’

Serhat Eren diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi qanûnan nikare bê çareserkirin, mesele bi esasî pirsgirêkeke destûra bingehîn e. Eren ragihand ku heta destûreke bingehîn a demokratîk nebe ya ku ziman, nasname, çand û pênaseya welatîbûnê vehewîne, çareseriyeke mayinde jî nabe. Eren destnîşan kir ku di pêvajoya ji niha û pê ve de têkoşîna li qada siyaseta demokratîk wê diyarker be.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren got, “Ji bo demokratîkbûna vî welatî û afirandina mercên jiyana hevpar û wekhev a gelan, em dixwazin ku her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Bendewariya me bi vî rengî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye
Nûçeya Pişt re Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gelek bajaran çalakiyên Nobetên Edaletê didomin

Çalakiyên Nobetên Edaletê li gelek bajaran dewam dikin, li Mêrsînê jî meş hat lidarxistin. Dayikan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: Dibe ku di carekê de PKK lidarxistina ‘kongreyê’ ragihîne

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku dibe di carekê de PKK komkirina kongreya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

SMJÊ: Em pêşengiyê ji bicihanîna banga Rêber Apo re dikin

SMJÊ di kongreya xwe de li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?