În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Îstîxbarata Baasê li Hewlêrê mir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê bi coş hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê mayîn teqiya: 2 zarok birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pêşbirka werzîşê hat lidar xistin û li Qendîlê 77 şitilên daran hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adil Osman: Bandora fikrî ya Rêber Apo zanebûna neteweyî bi pêş xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya 19’ê Tîrmehê
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya 19’ê Tîrmehê

Li Qamişlo, Heleb û Kobanê bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, şahî hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

 

KOBANÊ

 

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê pîroz kir. Şêniyan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bilindkirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl û Ferhan Îsa axivîn.

Mizgîn got: “Divê rojê de me dîrok ji gelên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîvisand. Di vê rojê de me bidawîbûna zilm û zordestiya li ser gelê me ragihand. Ji vir ji Kobanê me dest bi şoreşa mirovahiyê, şoreşa yekitiya gelan a li hemberî zilm û despotiyê ragihand.”

Ferhand Hec Îsa jî salvegera şoreşê li şehîdên azadiyê pîroz kir û got, “Ji erdê şoreşê em silavê xwe ji qubleya evîdndarên azadiyê (Îmraliyê) re dişînin. Di vê rojê de em soza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo nû dikin.”

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman bal kişand ser sîstemên ku Sûriyeyê bi rêve dibirin û got: “Di dirêjahiya dîroka Sûriyeyê de modela yek desthilkatdar û yek pergal serwer bû, îradeya civakî hatibû paşguhkirin. Tevahî hêzên ku bi destpêka 2011’an re destwerdan li Sûriyeyê kirin ji bo planên xwe tev digeriyan  dixwestin desthilat tenê were guhertin. Di vî rojên zehmet de em tevahî şehîdên azadî û rûmetê û gaziyên şer ên ku oxira serketina şoreşê de parçeyek ji laşê xwee dane bi bîr tînin.”

Piştre Koma Şehîd Barîn Kobanê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan stran gotin.

Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş axivî û got: “Gelê me yê li ser fikrê fîlozof Rêber Abdullah Ocalan şiyar bû, îro beşdarbûna bi hezaran ji şahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê re isbat dike ku em hîna li ser sozê xwe ne û di riya xwe ya pîroz de berdewam dikin. Şoreşa Rojava berdewamiya berxwedana girtîgehan a Amedê ye û ev berxwedanî heyanî çiyayên Kurdistanê dirêj dike. Gerêlayên leheng li çiyayên Kurdistanê bi berxwedaniya xwe destanan dinivisînin û li meydanên şer derbeyên giran li dijmin dixin. Divê ev berxwedaniya Gerîla bi rizgarkirina herêmên dagirkerî tacîdar bibe, şoreşa me biserbikeve û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.”

Di berdewamiya şahiyê de helbestvanê Kurd Ferhad Merdê helbesta bi navê `Ez Kobanê bernadim, Edûla Rojava Kobanê ye` xwend û coşeke mezin da şahiyê.

Her wiha Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî, pergala êşkenceyê ya girtîgeha Îmralî wekî êrîşa li ser Şoreşa Rojava pênase kir û got: “Çawa Rêber Abdullah Ocalan bi tena xwe li girtîgeha Îmralî têdikoşe îro gelê me jî li qadên Rojava li ser fikir û ramanên Rêber APO tê dikoşe.”

Koçer di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Tevî êrişên dijber jî şoreşa me li gorî sîstem û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Kesên xayîn ku xwe welatparêz û azadîxwaz didîtin niha li ku dere ne? Şoreşgerên heqîqî şopdarên rêya Rêber Abdullah Ocalan in.”

Piştî axaftina Hesen Koçer hunermendê Kurd Niyaz Sîdo û hunermenda ji pêkhateya Ereb Qemer Ferîc stran bi zimanê erebî û kurdî gotin.

Her wiha Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeo Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir. Ji bo li ser asta Herêmê û tevahiya Sûriyê bighîjin serkeftinên mezin hêviyên xwe anîn ziman. Ebdî di axaftina xwe de anî ziman ku ew amade ne di çarçevê çareserkirina aloziya Sûriyê û tevahiya herêmê bi hemû aliyan re diyalogê bikin.

Di dawiya şahiyê de koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner stran gotin û govend hat gerandin.

HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir. Pîrozahî bi herêma Cebanat a li taxa Şêxmeqsûdê bi dirûşma “Bi rihê 19’ê Tîrmehê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin” hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo û hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivîn.

Fehîma Hemo anî ziman ku şoreşa berî 12’ê salan destpê kir xwe dispêre fikrê neteweya demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Fehîma Hemo destnîşan kir ku şoreş bi pêşengiya jinan dest pê kir, ku qada leşkerî di serî de di tevahî qadan de cihê xwe digirin. Fehîma got: “Dem hatiye ku fikrên kevinperest ên dewlet-netewe û kapîtalîst ên ku civakan tehdîd dike ji holê bê rakirin. Divê ezmûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya xwe dispêre têgehên parastina mafên jinan Tîrmehê ji bo sererastkirina civakan esas bê girtin.”

Hêvîn Silêman jî di axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tacîdar bû.

Piştre komên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jînan stran û govendên foklor pêşkêş kirin. Koma Agirî, Koma Stêrkên Efrîn, Koma Fajîn û hejmareke hunermend hunerên xwe pêşkêş kirin. Şervanên YPJ’ê jî hunerên şerê nîşan dan.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

QAMIŞLO

 

 

 

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Semsûrê jinek hat qetilkirin
Nûçeya Pişt re Parlamenter ji civîna komîsyonê hatin derxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

Li warê xwedawendan çiyayên Kurdistanê 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û peyama Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Ji bo parastina Durziyan me li komekê xist

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê ragihandin ku li Sûriyeyê ji bo parastina civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê ‘hovîtiya eşkere’ ya li Kobanê şermezar kir û got ‘sabotaj’ e

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê bi zimanekî tund şermezar kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd têkoşîna xwe veguherand azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star rojbûna Rêber Apo bi çandina 77 daran pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê mayîn teqiya: 2 zarok birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa Azadî ya li Koyê dîsa hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?