Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJAR: Êdî civaka Şengalê bi îdeolojiya Rêber Apo dikare xwe biparêze
Jin

KJAR: Êdî civaka Şengalê bi îdeolojiya Rêber Apo dikare xwe biparêze

KJAR’ê bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser Êzidiyan, daxuyaniyek weşand û got: “Êdî gel û civaka Şengalê bi perwerdekirin û rêxistinkirina xwe li gorî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, dikare di her qadê de xwe biparêzin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 10’emîn salvegera komkujî û Fermana 74’an ya li ser Êzidiyan daxuyaniyek belav kir. KJAR’ê got: “Êdî gel û civaka Şengalê bi perwerdekirin û rêxistinkirina xwe li gorî felsefe, rêgez û îdeolojiya Rêber Apo, êdî dikare di her qadê de xwe biparêzin.”

Daxuyaniya KJAR’ê wihaye:

“Di 10’emîn salvegera êrişa hovane ya DAÎŞ’ê li ser Şengalê û komkujiya Êzidiyan, em hemû qurbaniyên komkujiyê, her wiha şehîd Dilşêr Herekol, Egîd Civiyan, Memo Mêrdîn, Nujîn Sêrt, Çeto Çatak, Şîlan Goyî û hemû şehîdên di rêya rizgariya Şengalê de canê xwe feda kirîn bibîr tînin.

Di 3’ê Tebaxa 2024’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin û hêzên PDK’ê jî di encama lihevkirinek berê hatî kirin de herêmê vale kirin. Bi vê yekê careke din cewher û rûyê xiyanetkar yê Barzaniyan ji her kesî re eşkere bû. Ev 74’emîn êriş û fermana li dijî Kurdên Êzidî hatî pêkanîne. 74 kumkujiyên hovane û tejî êş. Êrişa Fermana 74’an ji bo tunekirina nasnameya Kurdên Êzidî bû. Lê vê carê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedan û têkoşîneke mezin ku bandor li hemû cîhanê kir, hate raberkirin.

Ev berxwedana dîrokî ji bo hemû azadîxwazan bû îlham. Bi taybet bandorê li hemû dijminên gelê Kurd û mirovahiyê kir. Di serî de rejîma Tirk a faşîst û dagirker a bi pêşengiya Erdogan, bi piştgiriya DAÎŞ’ê hewl da ku Kurdên Êzidî ji herêmê heta hetayê ji holê rake. Lê rastî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin û plan û polîtîkayên wan têk çû.

Xelkê Êzidî ew civaka ku ji 73 êriş û komkujiyên berê hatîn pêkanîn rizgar bûn û hêviya xwe ya jiyan û azadiyê ji dest nedane. Gelê ku bi baweriya bi felsefe û îdeolojiya Serok Apo rêya berxwedanê dît û bi rêxistinkirin û berxwedanê bersiveke tund da faşîzma Erdogan, xiyaneta Barzanî û hovîtiya DAÎŞ’ê. Di vê êrişa hovane de hedefa sereke jinên Êzidî bû ku di dîrokê de herî zêde rastî zerer, êş û êşkenceyê hatin. Gelek ji wan hatin qetilkirin, dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin, gelek ji wan rastî destavêtin û êşkenceyê hatin.

Lê tevî van jî Kurdên Êzidî hêviya xwe winda nekirine, berevajiyê wê bi saya berxwedana dîrokî ya gerîlayên YJA Star û HPG’ê û bi fikir û felsefeya Rêber Apo, di warê civakî, siyasî û leşkerî de dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê avakirin. Ev hêz li gel parastina gelê xwe, di rizgarkirina jinên Êzidî de rolek giring leyîstin ku jinên Êzidî çavên xwe li sibeheke tijî hêvî û ken vekirin.

Di nava van 10 salan de, tevî hemû êrişên hovane yên rejîma faşîst a Tirk, gel û civaka Şengalê bi perwerdekirin û rêxistinkirina xwe li gorî felsefe, rêgez û îdeolojiya Rêber Apo, êdî dikare di her qadê de xwe biparêzin. Divê gelê Şengalê bi taybet jinên Êzidî vê rastiyê baş fêm bikin ku dijminê talanker ti carî dest ji kiryarên xwe yên hovane bernedaye û ji bo tinekirina gelê Êzidî bi her rê û rêbazê, hewla pêkanîn plan û komployan dike. Ji bo wê divê gelê me hîn zêdetir xwe birêxistin bike û di her warî de xwe perwerde bike.

Em jin xwedî dîrokek pir kevnar a tije ezmûn, çand, siyaset, nasname û gelek destkeftî ne. Bi hezkirin û baweriya bi azadî û jiyana azad, em dikarin hemû cîhanê bi azadiyê xemilînin. Di vî warî de divê em ked û fedekariyek mezin bidin. Divê perwerde û xwerêxistinkirin di serê xebatên me de were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê REPAK: Berxwedan û têkoşîn wê pêşiya komkujiyan bigire!
Nûçeya Pişt re Kongra Star: Em ê li hemberî tundî, dagirkerî û qirkirinê bêdeng nemînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS-YPS JIN: Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê rabin!

Fermandariya YPS- YPS JIN têkildarî derbeya qeyûm daxuyanî da û got: “Heta ku em şaredariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwezîrê Taylandê ji wezîfeya xwe hate girtin

Edaleta Taylanê Serokwezîr Srettha Thavisin ê ku bi binpêkirina quralên etîk hate sûcdarkirin, ji wezîfe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûdanê êrişa bi droneyê: 12 sivîl mirin, 6 jê zarok bûn

Li bajarê Kutum ê li eyaleta Darfûr a Bakur a Sûdanê ku di bin kontrola…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Brezîlyayê hilbijartina krîtîk: Lula yan Bolsonaro wê serbikeve?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?