Aljîn Gîvara ku sala 1997’an li Helebê ji dayik bû, navê Xwedawend Zenobia ji aliyê malbata wê ve lê hate kirin. Zenobia weke xwedawendeke Mezopotamyayê, nîşaneya hêza jinê, bereket, wêrekî tê naskirin. Ji ber ku li bajarekî çandî û dîrokî yê mîna Helebê ji dayik bû, jidayikbûna Aljîn jî bi bandora vê fîgura mîtolojîk bû. Sembolîzma Zenobiya bandor li ser taybetmendiyên kesayetî û jiyana Aljîn Gîvara jî kir. Zenobia hem weke şervaneke wêrek hem jî nûnera nirxên jinê tê naskirin. Di kesayetiya Aljîn de wêrekî, serbixwebûn û ruhê têkoşer balê dikişîne. Xurtbûna jinê û têkoşîna wekheviyê di jiyana Aljîn û şerê wê de faktorên diyarker bûn.
Sala 2011’an dema ku krîza Sûriyeyê destpê kir, ji bo gelek civakan nîaşneya destpêka dema têkoşînê û guherînê bû. Di vê demê de jin û ciwan bi rengekî çalak tevgeriyan û bûn parçeyekî girîng ji têkoşîna azadî û berxwedana civakî. Aljîn Gîvara bi rengekî çalak tevlî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bû. Bi wêrekî û biryardariya jineke ciwan wê demê bi xemsarî nêzî bûyeran nebû.
Di navbera salên 2012 û 2013’an de Aljîn Gîvara li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li refên herî pêş ên berxwedanê bû. Ev herdu tax bûn navenda tevgerên berxwedanê. Aljîn di vê têkoşînê de bi sekna xwe ya wêrek bal kişand. Hem piştgirî da berxwedana gel, hem jî tevlî çalakiyan bû ku piştevaniya civakî xurt kir.
Aljîn sala 2014’an vegeriya Efrînê, di vê demê de ku têkoşîna azadiya jinê û wekheviya zayendî hîn bêhtir li pêş bû bi wezîfeyên nû rabû. Efrîn veguherîbû nîşaneya berxwedanê û Aljîn jî bi wergirtina perwerdeya sabotajê hewl da li vê qadê xwe bi pêş bixîne. Bi perwerdeyê bû sabotajvanekê ku encamên xurt bi dest xist. Çalakiyên wê ne tenê ji aliyê leşkerî ve her wiha ji aliyê stratejîk ve jî girîng bûn û bû parçeyek ji taktîkên afirîner ên cewhera berxwedanê.
Emîne Reşît Yûsûf (57) dayika şehîd Aljîn têkildarî keça xwe Aljîn Gîvara (Zenobiya Ehmed Xilo) axivî ku keça wê 1’ê Îlona 2016’an şehîd bû.
‘MIROVEKE BAŞ BÛ, BI BERPIRSYARÎ TEVDIGERIYA’
Emîne Reşît Yûsûf qala zarokatiya Aljîn Gîvara kir: “Aljîn bi tevger bû, lê belê ne zarokeke welê bû mirov diwestand. Xwişka Aljîn hebû ku salekê jê mezintir bû. Ji xwe salekê piştî hev tevlî nava YPJ’ê bûn. Mîna cotikan bûn. Ji hev cuda nedibûn, têkiliya navbera wan gelekî xurt bû. Aljîn bi berpirsyarî nêzî derdora xwe dibû. Hesas bû. Ji xwe jî ji derdora xwe jî hez dikir. Hez dikir ku bi têr û tijî bijî. Nedixwest kêliyeke xwe jî vala derbas bike. Ji pirsîna pirsan hez dikir, dixwest tiştên nû hîn bibe. Xwedî kesayetiyeke welê bû ku nedisekinî.
Dilsoza malbata xwe bû. Bi hurmet bû. Gelekî hez ji min û bavê xwe dikir. Hîn di zarokatiya xwe de civakî bû. Li taxê dihate hezkirin, navbera wê û hevalên wê baş bû. Bedena wê biçûk bû lê belê dilê wê mezin bû. Baldar bû, pirsên wê li gorî mirovên di temenê wê de gelekî cuda bû. Yek nexweş biketibûya bi hawara wê/î ve diçû. Miroveke bi rehm bû.”
‘DI RÊYA RAST DE MEŞIYA’
Dayika Emîne qala salên xwendinê yên keça xwe kir: “Xwendekareke serketî bû. Ji aliyê mamosteyên xwe ve dihate hezkirin. Rojekê neçûya dibistanê ya hevaleke wê yan jî mamosteyek lê dipirsî. Heta lîseyê di pola xwe de ya yekemîn bû. Ji bilî dibistanê nediçû kursên taybet ên li derveyî perwerdeyê. Li gorî derfetan tevdigeriya. Tevî vê jî timî yekemîn bû. Mamosteyên wê digotin, Zenobiya wê xwedî paşerojeke bedew be. Welê jî bû. Di rêya rast de meşiya, di oxira azadiyê de şehîd bû.
‘DILSOZA RÊBERTÎ BÛ’
Timî stranên li ser Rêbertî digot, stranên li ser hevalan digot. Dema ku heval dihatin mala me digotin, ‘Aljîn te li malê Kurdistan ava kiriye’. Di wî temenê biçûk de gelekî dilsozê Rêbertî bû. Ew stranên ku wê demê digot ji bo wê bûbû çavkaniya jiyanê.”
‘ME GOT BILA RÊYA TE VEKIRÎ BE, BI DESTÊN XWE BI RÊ KIR’
Dayika Emîne anî ziman ku Aljîn sala 2011’an tevlî perwerdeya xweparastinê ya ji bo mehekê bû, piştre biryar da tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibe û got, “Ji min û bavê xwe re got, ku dixwaze biçe perwerdeyê. Em li pêşiya wê nebûn asteng. Min bi destên xwe amadekarî kir û ji malê bi rê kir. Yekemcar bi vî rengî ji malê dûr diket, lê min zanîbû ku ew li cihê ewle ye, dilê min rehet bû. Lê dilê dayikê ye, ji aqlê min jî dernediket. Piştî perwerdeya mehekê vegeriya malê. Ji perwerdeyê û derdora xwe gelekî bi bandor bûbû. Timî qala hevalan dikir. Piştî demekê diyar kir ku ew dixwaze tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibe. Min û bavê wê jê re got, bila rêya te vekirî be. Me Aljîn bi destên xwe bi rê kir.”
‘DI HEVDÎTINA DAWÎ DE RÛYÊ WÊ TIMÎ LI KEN BÛ’
Dayika Emîne anî ziman ku piştî Aljîn tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû yekemcar di 8’ê Adara 2011’an de ew dîtin û got, Dema ku min ew dît gelekî kelecanî bûm û giriyam. Bi ken ji min re got, ‘negirî’ û rondikên çavên min paqij kir. Min keça xwe bi xwe bi rê kiribû, lê belê di hevdîtina destpêkê de hestiyar bûm. Hevdîtina dawî jî hefteyek beriya şehadeta wê bû. Nekarîbû bihata gund. Li navenda Efrînê çûbû mala xizmekî me. Bi telefonê bi min û bavê xwe re axivî û em çûn gel wê. Wê rojê gelekî kêfxweş bû. Timî dikeniya. Mîna ku hîs dikir ku dema cihêbûnê nêzîk bûye me li her goşeyê wêneyek kişand.”
Dayika Emîne ku roja Aljîn şehîd bû êşeke giran kete dilê wê, qala wê rojê kir: “Roja Înê bû. Em li mala xwe bûn. Min ji kurê xwe re got, rabe em biçin zeytûnan kom bikin. Em çûn nava baxçe û dest bi komkirina zeytûnan kir. Dema ku min zeytûn kom dikir timî digiriyam, mîna ku bi Aljîn re biaxivim ji xwe re diaxiviyam. Min ew zeytûn ji Aljîn re amade dikir. Me zeytûnên xwe kom kir, em vegeriyan mala xwe. Min ê firax bişuştibûya, lê ji destê min nedihat. Hesteke nebaş di dilê min de bû. Derketim ber derî. Demekê li gel cîranan rûniştim, dîsa jî êşa di dilê min de bi dawî nebû. Vegeriyam malê, hîn jî êş di dilê min de bû. Li derî xistin, komek mirov li hev kom bûbûn. Êdî îqna bûbûm. Yek şehîd ketibû, lê belê min nizanîbû ku keça min bû. Gotin, Aljîn şehîd ketiye.”