TTB’ê îşaret bi cidiyeta pirsgirêkên tenduristiyê ya li herêma erdhejê kir û weke mînak nîşan da ku li Hatayê li şûna 56 Navendên Tenduristiyê yên Malbatan (ASM) ên beriya erdhejê hilweşiyan, hîna yên nû nehatine çêkirin.
Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) têkildarî erdheja 6’ê Sibatê, rapora nirxandinê ya meha 18’an parve kir. Li qada konteynirê ya li Taxa Akdenîz a navçeya Defne ya Hatayê civîn hate lidarxistin. Serokê TTB’ê Prof. Dr. Alpay Azap, Serokê Odeya Bijîjkan a Hatayê Dr. Sevdar Yilmaz, Seroka Şaxa SES a Hatayê Nîlgun Yenîocak, Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Kanatli û Pisporê Tenduristiya Gel Prof. Dr. Mehmet Zencîr û Alîkariya Serokatiya Giştî ya CHP’ê Dr. Zeliha Aksaz Şahbaz beşdarî civînê bûn. Di rapora ku ji 144 rûpelan pêk tê de, Dr. Alî Kanatli beşên sereke bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku di 18 mehên li ser erdhejê derbas bûyî de, têkildarî xizmetên tenduristiyê ti xebatên sererastkirinê nehatine çavdêrkirin.
Di erdhejên 6’ê Sibatê de hilweşîna herî mezin li bajarên Hatay, Mereş û Semsûrê çêbûn. Di raporê de hat diyarkirin ku li bajarên navborî hîna astengî di xizmetên tenduristiyê de çêdibin û hat ragihandin ku nexweşên penceşêrê yên li Hatayê, ji bo di servîsa onkolojiyê de tedawî bibînin neçar dimînin biçin bajarên cuda. Di raporê de hate destnîşankirin ku tevî 18 meh li ser erdhejê derbas bûne, Navendên Tenduristiyê yên Malbatan hîna xwe komî serhev nekirine.
MIRINA PITIKAN ZÊDE BÛYE
Di raporê de hat diyarkirin ku bi erdhejê re têkildarî xizmeta tenduristiyê jî zarok, jin û kal di astên cidî de tengasî dijîn û hat ragihandin ku piştî erdhejê saziyên tenduristiyê, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê û faktorên mîna rêveberiya tenduristiya xirab, diyarker bûne. Hat destnîşankirin ku pitikên ji erdhejê sax derketine û yên piştî erdhejê ji dayik bûne ji van faktorên navborî bandor bûne û ev yek bûye sedem ku mirina pitikan li welêt duqat zêde bibe.
PÊWÎSTIYA BI DESTEKA PSÎKOLOJÎK BI CIH NAYÊ ANÎN
Di raporê de hat destnîşan kirin ku bandorên neyînî yên li ser tenduristiya derûnî didome û hat gotin ku travma û windahiyên mezin, di şert û mercên jiyanê yên li bajêr de pêknehatina guhertinên berbiçav, zehmetiya şert û mercên jiyanê yên di konteyneran û avahiyên zirar dîtine de, tengasiyên aborî, parçebûna di nava malbatê de, bêhêvîbûna di nava ciwan û xwendekaran de, erdhej, gumanên siberojê tev dibe sedem ku bi awayekî cidî pêwîstiya bi desteka psikolojik çêbe. Hat diyarkirin ku gelek rêxistinên dilxwaz ji ber tengasiyên aborî yên li bajarê erdhejê, piştî ji herêmê vekişiyane, zêdebûna alkol û bikaranîna narkotîkê ya ji ber depresyonê hatiye tespîtkirin, bi fikar e.
EKOLOJIYA HERÊMÊ TÊ TINEKIRIN
Di raporê de hat diyar kirin ku ji dema destpêkê ya erdhejê û vir ve pirsgirêka tozê ya giran a ji ber rakirina xurdeyên avahiyan, barkirin û valakirinên bêewle, bandor li tenduristiya jîngehê jî dike. Hat ragihandin ku li bajêr xebatên înşaatê zêde bûne û ev tişt hate gotin, “Li herêmên erdhejê ji ber van tesîs û xebatan, dibe sedema qirêjiya hewayê zêdetir bibe. Bi giştî 2 hezar û 555 daristan, erdê çandinî û çêrgehan ên ji bo projeyan hatine veqetandin wê bên tinekirin. Li Hatayê 54 ocaxên kevir û 3 kargehên mermerên hatine plankirin, gelekî nêzî cihên niştecihbûnê ne. Ev xebat û projeyên ku zerarek mezin didin xwezayê û tenduristiya mirovan divê bên rawestandin.”