Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên zext, êşkence û çavirsandinê yên li dijî girtiyên nexweş zêde dibin. Herî dawî piştî êrîşa li dijî girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan careke din bû rojev. Rêveberê Şaxa Wanê ya TUHAY-DER’ê Emîn Şeker ku her tim serdana girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dike û agahî digire, têkildarî bûyerên li girtîgehan ji ANF’ê re axivî.
Şeker diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûye û wiha got: “Girtîgeh kirine cihên ku êdî lê nefes neyê girtin. Sepandinên ku rejîma 12’ê Îlonê bi bîr dixe tên pêkanîn. Di rejîma 12’ê Îlonê de hin qanûn dihatin bicihanîn, niha tu qanûn nayê naskirin. Mafên hevdîtinê, wêne, saz û werzîş bi temamî hatin desteserkirin. Fealiyetên civakî bi temamî rakirin. Di nava binpêkirinên mafan de rewşa girtiyên nexweş hene. Li seranserê Tirkiyeyê 1500 girtiyên nexweş hene û 650 ji wan girtiyên nexweş giran in. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Li nexweşxaneyê dermankirina bi kelemçe tê kirin û lêgerîna dev tê sepandin. Kesên ku nexweşan dibin, milên kesên ji 70 salî zêdetir dikişînin û wisa dibin, ev êşkence ye.”
“DI NAVA GIRTÎGEHAN DE DADGEHÊN SERBIXWE HENE”
Şeker, anî ziman ku aliyên êşkenceya li girtîgehê ku ji bo raya giştî nayê dayîn hene û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Li girtîgehan berdana girtiyan her tim tên taloqkirin. Di nava girtîgehan de dadgehên nû hatine avakirin ku ji dadgehên edliyeyê serbixwe ne. Lîjneya çavderiya cezayan heye û cezayên girtiyan dirêj dikin. Pirsên weke ‘tu poşmanî ku ewqas sal li girtîgehê may’ ji girtiyên 30 sal hatine girtin dikin. Li ser vê yekê berdana wan taloq dikin. Edalet û hiqûq ji hemû kesê re pêwîst e. Li girtîgehan êşkenceyeke sîstematîk heye.”
Şeker bal kişand ser rewşa nexweşên 70-80 salî zêdetir yên li girtîgehan û wiha got: “Li Wanê emrê Makbule Ozer, Hanîfe Aslan 80 salî zêdetir in û nikarin li xwe jî binêrin. Ev dayik her tim diçin nexweşxaneyê û bi kelemçekirî dibin. Ev ne wîjdanî û mirovî ye. Em her tim bi malbatên dayikan re hevdîtin dikin. Beriya çend mehan bi dehan kes ji doza Hîzbûlahê bi hinceta ‘extiyar bûn’ hatin berdan, lê dayikên me hîna li girtîgehê tên girtin. Divê dawî li vê newekheviyê bê anîn.”
‘BILA DAWÎ LI TECRÎDA ÎMRALIYÊ BÊ ANÎN Û DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’
Şeker bi bîr xist ku sedema evqas zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîda li Îmraliyê ye û got: “Eger deriyên Îmraliyê bên vekirin, ji aliyê civakî û dezgehî ve bawer dikin ku wê kaosa heyî bi dawî bibe, rêya aştiya welat vebibe û di heman demê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe. Tecrîda Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye, tecrîd tenê li dijî Birêz Ocalan nayê pêkanîn, tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tê dîtin. Divê deriyên Îmraliyê vebibin, divê ev sepandin li dijî kesekî neyê kirin. Divê dawî li van polîtîkayên tecrîdê bê anîn.”