Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Çiyayê Şengalê wê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de bi hevparî were parastin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Astengkirina tehliyeya Nedîme Yaklav hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Mizgîn Çolaq: Bernameya 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem gelek dewlemend e
Çand û Hûner

Mizgîn Çolaq: Bernameya 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem gelek dewlemend e

Komîteya Amadekar û Koordînasyona Tevgera Jin a Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq, ji bo 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem ku wê di navbera 6 û 9’ê Îlonê de pêk bê, got, “Bernameya festîvala me dewlemend e, bi tevlîbûna hemû pêkhateyan wê rengek xurt derkeve holê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Amadekar a 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem û Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatî Sûriyê Mizgîn Çolaq, têkildarî festîvala Şehîd Berçem a hunerî ji ANF`ê re axivî.

Mizgîn Çolaq, anî ziman ku di encama biryara di konferansa Hîlala Zêrîn de hatiye girtin Festîvala Şehîd Berçem tê lidar xistin û wiha got, “Festîval her du salan carekê tê li darxistin. Cara ewil li bajarê Helebê hat lidar xistin û ya îsal jî wê li bajarê Kobanê bê lidar xistin. Em ê her carê festîval li kantonekê pêk bînin. Îsal jî bi taybetî me xwest li bajarê berxwedanê, warê şehîd Arîn were lidar xistin. Ev festîval ji bo jinan xweser e û li ser asta Bakur Rojhilatî Sûriyeyê tê pêkanîn. Armanca me weke Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn, çanda resen ya dayîkê car din nûjen bikin. Em dixwazin çanda ku bi destê jinan hatiye neqişandin, bi rêya hunerê derxin holê.”

WÊ HUNERMENDÊN DERVAYÎ WELAT JÎ DI NAVA FESTÎVALÊ DE CIH BIGRIN

Çolaq, destnîşan kir ku yek ji armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina çandê ye û wiha domand, “Ev êrîş bi taybetî di şexsê jin û ciwanan de pêk tînin. Li dijî van êrîşan bi çalakiyên cur bi cur em çanda xwe zindî dikin. Di festîvalê de wê hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe bigirin. Wê hunermendên dervayî welat hunermendên cîhanî jî tevlî festîvalê bibin. Wê hunermenda Tunisî Emel Mathlouthî û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şedî Xulemî jî tevlî festîvalê bibin.”

FESTÎVAL WÊ 4 ROJAN BERDEWAM BIKE

Mizgîn Çolaq, da zanîn ku wê festîval bi tevlîbûna jinên ji Kantona Qamişlo û Kantona Şehba-Efrîn û gelek herêmên din bi coş û pêşandanên rengîn pêk bê û wiha axivî, “Di festîvalê de wê komên govendê, komên şano, stran, karê destan û wênexêzî hebe. Du danê festîvalê heye, bi roj wê di hundirê navenda Çand û Hunera Baqî Xido de û bi şevê jî li qada şehîd Egîd wê bê li darxistin. Wê di nava Çand u hunerê de kurtefilîm, şano, dîlan û panêl bên organîzekirin. Wê di êvara 6’ê Îlonê de li qada şehîd Egîd jî konsêrtên hunerî bê li darxistin. Festîval wê 4 rojan pêk were û li ser esasê sê beşan weke çand, huner û wêje bê seknandin.

FESTÎVAL DI ÇARÇOVEYA PÊNGAVA AZADIYA ABDULLAH OCALAN DE WÊ PÊK BÊ

Festîval wê roja ewil bi pêşangeha wênexêzî û karê destan destpê bike. Em vê festîvalê diyarî şehîd Berçem û Rêber Apo dikin û ev festîval jî wê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ de pêk were. Ji bo festîvala ku wê di 6’ê Îlonê de destpê bike û heta 9’ê Îlonê berdewam bike, nêzî 30 hezar belavok wê li herêmê bên belavkirin.

EM Ê XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN

Wê bernameyên hunerî wiha bin, 12 komên muzîkê ji hemû pêkhateyan be, 11 komên govendê ji hemû pêkhateyan, şano wê 4 kom bin û wê karê dest û wênexêzî jî hebin. Em bi hêvî ne ku hemû gelên me tevlî festîvalê bibin û em xwedî li çanda xwe derkevin. Çendî êrîş li dijî me bê kirin jî, em ê xwedî li çanda xwe derkevin. Gelek hunermedan jî xwest tevlî vê festîvalê bibin, lê ji ber rewşê nikarîbûn wê ji 7 welatan bi rêya weşana zindî tevlî festîvalê bibin.”

Şehîd Berçem Hunermendeke ji Efrînê ye. Hunermeda yekeme ku ji Rojavayî Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bibû û endama Koma Agiriyê ye. Şehîd Berçem piştî xebateke dem dirêj di qada çand û hunerê de, berê xwe da çiyayên azad û di sala 1999`an de şehîd bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandariya YRK’ê şehîd Simko Serhildan bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Li Swêdê Festîvala Çand û Huner a Kurd hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê berdewam dike

Di rûniştinên îro yên Kongreya Awarte ya 23’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Mexmûrê hatin bîranîn

Ji bo şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Besê Hozat: Em ketin pêvajoya berxwedana civakî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sersaxî ji malbatên şehîdên Kobanê re hat xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?