Yekşem, 15 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hatayê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî: Me li Munihê daxwaza Kurdan anî ziman

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Edeneyê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan di roja 3’an de ye: PAJK’ê banga têkoşîna hevpar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandariya YRK’ê şehîd Simko Serhildan bi bîr anî
Kurdistan

Fermandariya YRK’ê şehîd Simko Serhildan bi bîr anî

Fermandariya YRK’ê şehîd Simko Serhildan ê di 3’yê Îlona 2011’an de li Qendîlê şehîd bû, bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê şehîd Simko Serhildan ê di 3’yê Îlona 2011’an de li Qendîlê şehîd bû, bi bîr anî.

Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:

“13 sal di ser şehîdbûna fermandarê pêşeng Simko Serhildan re derbas dibin. Bi vê boneyê em di şexsê Şehîd Simko de hemû şehîdên destana Qendîlê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi bîr tînin, em bi rêz û hurmet serê xwe li ber wan ditewînin û soza domandina têkoşîna rêya azadiyê heta serkeftinê dubare dikin.

Dema ku em dîroka hebûna Kurdan radixin ber çavan, pir zehmet e ku em şer û jiyanê ji hev cuda bikin. Hemû qadên hebûn û mayînê bi astengiyan re rû bi rû ne, dijminan ji bo bêçarehiştina gelê me rêyek nemaye ku serî lê nedabe û neceribandibe. Di rewşeke wiha de şer nikare di wateya pevçûn û parastineke sade de sînordar bimîne. Di rewşeke wiha de ku sînorên wateya jiyan û hebûnê hatine bertengkirin, şerekî biwate û rasteqîne jî çênabe. Şervanê jêhatî, pispor û bihêz jî perwerde nabe. Kokê berxwedanê di wateya jiyanê de ye. Wateya jiyan û mayînê di nav neteweyekê de çi qas berfirehtir bibe, şervan û fermandarên jêhatî, pispor û leheng jî ew qas zêde tên perwerdekirin. Heta ku di qada wateyê de şer neyê kirin, mirov nikare şerekî bihêz li hember dijmin bimeşîne. Li vir şer dibe hunera berfirehkirina sînorên hebûn û jiyanê. Şerekî wisa ku asta famkirina azadiyê diguherîne.

Xemsariya têkoşîna qada wateyê, bi dirêjahiya dîroka me nehiştiye ku hêz û şiyana me yekgirtî be û em di şer de hînî afirandin û dahênanê bibin. Tevgera Apoyî bi famkirina vê xalê her tim hewl daye ku bi watedarkirina jiyanê di çawaniya şer û lehengiya Kurdan de guherînê çêke. Tevgera Apoyî li ser vê bingehê fermandariya jiyan û şer têkel kiriye. Ev şêwazeke nû ya kesayetiya Kurd e ku çeka wate û ramanê û çeka şer û derbelêdanê bi hev re dixebitîne. Şehîd Simko Serhildan şagirtê nimûne û jêhatî yê vê dibistana fikrî ye û bi hemû jêhatîbûn û afirîneriya xwe di destana Qendîlê de hunera şer nîşanî gelê Kurd, dijminan û hemû cîhanê da. Ji hestan bigire heta hêrsê, ji şiyan û hêzê bigire heta digihîje raman, tevger, êrîş û taktîkê; fermandarekî rêxistinkirî yê biarmanc û biaso bû. Fermandarek bû ku aqil û hunera şer ji bo bilindkirina çawaniya şer û lehengiyê bi kar dianî. Remza serkeftina destana Qendîlê li hember artêşeke pirderfet û pirhejmar û pirçek, têgihiştineke nû ye ji azadî û jiyanê. Wekî ku Şehîd Simko digot: “Encama şer beriya şer diyar dike û di çawaniya jiyanê de veşartî ye.” Simko Serhildan îro zanîngehek û dibistaneke jiyanê û xwendingeheke hunerî ya parastin û şervanî û berxwedanê ye.

Vê rêya têkoşînê li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Şehîd Simko Serhildan û nûnerên din ên wekî Aryen Arê, Rênas Roj, Hîwa Sine, Hewram Awyer, Leşker Selmas, Axîn Wirmê, Rojhat Şer, Adil Seqiz, Awat Mehabad, Dilgeş Bokan, Cîhan Azad û Viyan Peyman berdewam kir û didome. Xwendekarên vê dibistanê ne tenê li rojhilatê Kurdistanê, her wiha li hemû qadên têkoşîna neteweyî û ji bo parastina hemû destkeft û nirxên me yên neteweyî û parastina hebûn û nasnameya gelê me fedakarane di nav têkoşînê de ne. Ji Bakur heta Mexmûr, Kerkûk û Şengal û Rojava bi hemû fedakariyê şerê jiyanê meşandine û dimeşînin. Niha jî di şerê tijî şanazî de; şerê jiyan û nejiyanê, şerê serbilindî û xiyanetê li Zap û Metîna û Bradostê bi heman hunera lehengiyê rûpelên zêrîn tomar dikin. Dibistaneke ku dersên wê her tim bihêztir û xurttir dibin û bê rawestan û bê bêhnvedan şervanên bibawerî dişîne rêya serbilindî û serkeftinê.

Di demekê de ku em 13’emîn salvegera fermandarê nemir û şervanê herheyî Şehîd Simko Serhildan bi bîr tînin, êrîşeke berfireh û piralî li ser gelê me û li hemû parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Em Kurd mehkûmî têkoşîn û serkeftinê ne. Em bextewer in ku em ne wekî berê dijîn û ne wekî berê şer dikin. Di hunera şer û jiyanê de me gavên girîng avêtine. Hemû dijmin û xayîn ji vê yekê ditirsin, ji Kurdekî ku dizane çawa xwe biparêze û çawa şer bike, ji Kurdekî ku erka parastinê naspêre tu kesî, ji gelekî ku dizane bêyî jinavbirina xeta xiyanetê nikare serkeftinê misoger bike. Nifşê nû yê Kurd divê girîngiyê bide vê derfetê û beşdarî jinavbirina eniya xiyanetê bibe. Xwe di hunera şer û têkoşîn û parastinê de perwerde bike. Divê ciwanên Kurd bizanin ku bê parastina destkeftên neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê tu gavek ber bi siberojê nayê avêtin. Divê bi hemû hêza xwe beşdarî şerê azadiyê bibin. Careke din em xatireya fermandarê hêja yê neteweyî Şehîd Simko bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku heta serkeftinê em ê rê û rêbaza şehîdan bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên Agir û Rojê yên Jin li tacirên tiryakê xist
Nûçeya Pişt re Mizgîn Çolaq: Bernameya 2’yemîn Festîvala Şehîd Berçem gelek dewlemend e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

Komek jinên kêrhatî di çarçoveya kampanya alîkariyê ya li Koye hatî danîn de, bazinên kesk,…

Ji aliyê Stêrk TV

Protestoyên li Perûyê: Kesek mir, zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn

Li Perûyê di protestoyên li dijî pirsgirêkên ewlehiyê û xemsariya dewletê ya li hemberî van…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Rojnamevanên li pey heqîqetê nemir in

Komîsyona Propaganda û Weşanê ya Çapemeniya DEM Partiyê, bi wesîleya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê di encama topbaranê de ciwanek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?