Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû û bi taybetî rola PDK’ê ya di êrîşên li ser şervanên azadiyê de nirxandin. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. tecrîda li Îmraliyê 25 sal, 6 meh û 16 roj in dewam dike. Sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê dewam dike. Komploger, afirînerên sîstema Îmraliyê ji bo fetisandina daxwazên azadiyê û têkoşîna azadiyê, bi sîstema Îmraliyê êrîşa herî hovane dikin.
Li hemberî vê yekê jî bêguman berxwedaneke mezin heye. Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku 10’ê Cotmeha 2023’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, 11 mehan li pey xwe dihêle. Di meha Cotmehê de wê salekê temam bike. Di heman demê de em ê dest bi salvegereke nû ya komploya 9’ê Cotmehê bikin.
Di vê çarçoveyê de li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, li çar aliyên cîhanê jin, ciwan, gelê me, dostên me çalakiyên girseyî lidar dixin. Hewl didin şêweyên çalakiyên nû jî peyda bikin. Hewldan û têkoşîneke mezin heye. Beriya her tiştî divê ev yek bê dîtin. Ev têkoşîn di nava 11 mehan de gihîşt asteke girîng. Hem sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê teşhîr kir, hem jî kiryarên bêhiqûqî yên Îmraliyê, di heman demê de rastiya Rêber Apo, parêznameyên Rêber Apo, paradîgmaya şaristaniya demokratîk a Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav kir. Li her qadê jin, ciwan, karker, kedkar, gelên bindest, hemû beşên bindest ji bo karibin xwe ji sîstema modernîteya kapîtalîst, mêtingeriya wê ya netewe dewletê rizgar bikin, paradîgmaya Rêber Apo ji xwe re weke çareseriyê dibînin. Gelekî bala xwe diçe ser vê paradîgmayê, xwedî lê derdikeve. Dixwaze rê û rêbazên rizgariyê peyda bikin. Bi vî rengî tevgera demokrasî û azadiyê gav bi gav ji sîstema modernîteya kapîtalîst wêdetir li ser bingeha alternatîfa wê bi pêş dikeve, li tevahiya cîhanê, herêma me û Rojhilata Navîn bi pêş dikeve.
RÊBER APO YEKANE KES E KU ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊK BÎNE
Ev yek rewşeke gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de mirovên li cîhanê têne naskirin, ruh, mejî û wijdanê civakê ne hîn bêhtir eleqeyê nîşanî vê yekê didin. Hem li ber vê bêhiqûqiyê radibin hem jî li ser xeta azadî û demokrasiyê eleqeyeke mezin nîşanî rêya nû ya Rêber Apo didin. Fikrê xwe li gorî vê yekê nû dikin, jinûve birêxistin dikin. Di vir de hêviyeke nû ya rizgariyê, hêviyeke nû ya azadî û demokrasiyê dibînin û tevlî kampanyayê dibin. Bi qasî ku li nava civaka Kurd bi pêş dikeve, li çar aliyên cîhanê jî di nava gelên cîhanê, bindestan, jin û ciwanan, hêzên demokratîk, şoreşger û sosyalîst jî bi pêş dikeve. Li ser vê bingehê civîn, konferans têne lidarxistin. Bi dehan kesên ku Xelata Nobelê wergirtine bi hev re bang kirin. Niha jî li Berlînê bi navê Konferansa Aştî û Demokrasiyê di nava du rojan de konferansek hate lidarxistin. Xusûsên girîng hatin nîqaşkirin, bi qasî ku di çapemeniyê de hate nîşandan. Me hewl dan bişopînin, fêhm bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Herî zêde ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê işaret bi rola diyarker a Rêber Apo kirin. Ev yek destnîşan kirin. Ji bo aştiyê bang kirin ku bi Rêber Apo re diyalog bê danîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê misoger bibe. Bêguman ev girîng in. Tespîtên cidî ne. Ji ber ku me jî ev yek gelek caran anîn ziman. Eger pirsgirêka Kurd wê bi rengekî aştiyane bê çareserkirin, çareseriyeke siyasî û demokratîk wê bê peydakirin, yekane kesê ku dikare vê bike Rêber Apo ye.
Civak, gel, jin û ciwanên Kurd vê yekê li qadan tînin ziman. Ya rast ev e, ya di cih de ev e.
Girîng e em careke din vê yekê destnîşan bikin. Ji ber ku hinek hene hesabên şaş dikin, di nava xefletê de ne. Hinek hene Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf didin. Ewqas zext, êşkenceya psîkolojîk a li ser Rêber Apo, belavkirina vê yekê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha herêmê û cîhanê, nîşaneya felaketê ye. Ev gelekî girîng e. Ji ber vê jî divê em careke din derdorên pêwendîdar hişyar bikin û vê rastiyê careke din destnîşan bikin. Nûnerê çareseriyê yê danûstandinan Rêber Apo ye. Yekane kesê ku dikare çareseriya siyasî, demokratîk û aştiyane pêk bîne Rêber Apo ye. Ji bilî wî kes nikare vê pêk bîne. Lewma kes nikare çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bîne. Bêguman aştî jî nabe. Li ser vê bingehê bang kirin. Ev yek di heman demê de wate û pênaseya berxwedana li Îmraliyê jî raxist pêş çavan. Ji bo rastiya vê berxwedanê bê fêhmkirin em dem bi dem balê dikişînin ser vê yekê.
BERXWEDANA RÊBER APO WÊ BI SER BIXÎNE
Bi giştî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta navneteweyî de pêngaveke çalakiyan heye, lê belê di navenda vê berxwedanê de bêguman Îmrali heye. Berxwedana demokrasî û azadiyê ya herî mezin û bi wate ya dîrokê li Îmraliyê ye. Rêber Apo vê yekê dimeşîne. 25 sal û 6 meh in bi vî rengî ye. Di roja îro de jî ev rastî bi şênberî eşkere bûye. Wê demê bi vê wesîleyê dixwazim careke din dubare bikim. Pêngava me ya azadiyê salekê li pey xwe dihêle. Di vê pêvajoyê de em pêngava xwe ya çalakiyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Hîn bêhtir mezin bikin, belav bikin. Rêbazên xwe yên çalakiyan hîn dewlemend bikin. Di salvegera yekemîn de bi rastî jî em bigihînin asteke nû. Ji ber ku serketin bi vê têkoşînê dibe. Têkoşîn bi ser dixîne. Divê mirov baweriya xwe bi vê yekê bîne.
Em şer dikin, weke gel, weke tevger. Li dijî êrîşên sîstema qirker, mêtinger, faşîst em li ber xwe didin. Weke gel, Rêber Apo pêşengiyê ji vê yekê re dike. Tevgera me baş zane ku berxwedana Rêber Apo wê bi ser bixîne. Di dawiya vê berxwedanê de Kurd wê bi ser bikevin. Çi dibe bila bibe wê bi ser bikevin. Divê mirov ji vê yekê bawer bikin. Ev rastî divê were dîtin. Bi vî rengî nebe ma Rêber Apo vê berxwedanê dimeşîne? Rêberekî kku her tiştî baş dinirxîne, lêkolîn dike û li ser vê bingehê rê û rêbazan peyda dike, biryarê dide, eger di vê berxwedanê de biryar dabe, li dijî ewqas êrîşan ji bo azadî û çareseriya demokratîk bi biryardarî li ber xwe didin, divê em zanibin ku di dawiya vê yekê de serketin heye. Di dawiya vê de rizgarî heye, azadî heye, demokrasî heye. Çareseriya demokratîk û azadiyê ya pirsgirêka Kurd heye. Ev jî tê wateya serketinê. Ev berxwedan wê Kurdan teqez bi ser bixîne. Bi her awayî wê bi ser bikeve. Tenê em bi rê û rêbazên dewlemend bimeşînin, berxwedanê mezin bikin. Em ê bi ser bikevin! Divê em ji vê bawer bin, li ser vê bingehê piştrast bin. Ji ber vê jî di serî de jin, ciwan divê gelê me û kedkarên li çar aliyên cîhanê, dostên me wateya dîrokî ya vê berxwedanê zanibin. Bila serketina mezin bibînin.
Ji ber vê jî bêteredût, divê hîn bi xurtî li ber xwe bidin. Em berxwedanê mezin bikin, belav bikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em bi vê zanibin.
GERÎLA LI SER XETA LEHENGIYÊ LI BER XWE DIDE
Yên ku xeta berxwedanê ya Îmraliyê her baş fêhm dikin û bi xurtî dixin meriyetê gerîla ne. Divê em bi vê zanibin. 40 sal in bi vî rengî ye. Hemû tiştên bi navê hebûn, azadî, demokrasî, mirovahiyê bi saya berxwedana gerîla hatin afirandin. Bi pêşengiya berxwedana gerîla pêk hat. Gerîla bû rûmeta Kurdan, bû şeref û heysiyeta Kurdan. Hişmendî da Kurdan, rêxistinî, wêrekî û fedakarî da Kurdan. Kurd perwerde kir, bi rêxistin kir, ki rku li ber xwe bide, şer bike, ji bo azadiyê bi rengekî fedaî têbikoşe. Kurd ji nû ve anî ser xwe, afirand û niha jî ji bo rizgariyê li ser xeta berxwedanê ya Îmraliyê li her qadê bi lehengî li ber xwe dide.
Li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîla hene. Beriya niha di nûçeyan de hate weşandin; li Çiyayê Bagokê şerekî giran heye. Bi hefteyan herêma qedexe hate ragihandin, artêşa Tirk a faşîst nahêle kes xwe bigihîne wê derê. Li Amedê jî hebû. Li Serhedê şer qewimî, li Botanê timî diqewime. Ji Zagrosê heta bi Geverê li her qadê çalakiyên gerîla hene, şer diqewime. Berxwedana gerîla li ser xeta lehengiyê tê meşandin, li ser bingeha temsîliyeta ruh, îrade, hişmendiya fedaî ya Apoyî li ser xeta serketinê tê meşandin. Beriya her tiştî divê her kes bi vê zanibe. Gerîlayên me yên leheng ên vê berxwedanê dimeşînin bi vê wesîleyê silav dikim. Di şexsê hevrê Berwar Dersîm de hemû şehîdên leheng ên li Bakur li ber xwe dan, şer kirin û şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
ARTÊŞA TIRK 8 SAL IN DI NAVA ÇIRAVÊ DE YE
Dema ku berxwedana şerê gerîla tê gotin, Herêmên Parastinê yên Medyayê li pêş e. Qada bingehîn jî Zap, Metîna û niha jî nuqteyên hevpar ên van herdu qadan e. Li Heftanînê çalakiyên gerîla têne lidarxistin. Li Xakurkê çalakiyên gerîla hene. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî ji berxwedana herî bi wate ya gerîla re şahidiyê dike. Ev gerîlayên nû ne. Fermandariyên me yên Biryargeha Navendî dem bi dem di vê mijarê de daxuyaniyan didin. Dibêjin Gerîlayên Modernîteya Demokratîk. Bi rêbazeke nû şer dikin. Bi rastî jî bi şerê koordîneyî yê tîm û tunelan li qadên diyarkirî yên şer bersiva herî bi wate dide artêşa duyemîn a herî mezin a NATO’yê ku bi her awayî piştgiriyê ji NATO’yê, derdorên cuda û xiyanetê werdigire.
Kes nikare vê berxweedanê bimeşîne. Me her tim got. Bi rastî jî ti artêş li Herêmên Parastinê yên Medyayê mîna gerîla nikare li ber xwe bide. Nikarin rojekê, saetekê di nava van şert û mercên bexwedanê de bisekinin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji vê yekê bi hêvî bûbû. Digot ‘Nikarin îdare bikin, nikarin li ber xwe bidin, em ê wan têk bibin’. Bi wê hêvî û hewesê êrîş kirin. 8 sal in qadek diyar kirine. Gav bi gav hîn bêhtir tengav dibin. Ev qad ji bo wan veguherîne çiravê. Dikin nakin nikarin dagir bikin, nikarin desteser bikin Her cûre çekên kîmyewî bi kar tînin, çeka taktîk nukleer bi kar tînin. Her kesên ku dikarin tevlî vî şerê bikin tevlî dikin. Lê belê gerîla bi rastî jî dîrokê dinivîsîne. Destanên lehengiyê diafirîne. Divê ev rastî baş bê dîtin. Ez vê berxwedanê careke din silav dikim.
Hêzên şervan û fermandariyê yên HPG û YJA Starê ku vê berxwedanê dimeşînin, serketinê ji wan re dixwazim. Di çapemeniyê de her roj nûçeyên wan têne weşandin. Gelê Kurd, mirovahî pê serbilind dibin. Dibin çavkaniya moral û hêzê. Ev yek bandoreke erênî dike.
BI BERXWEDÊRIYA ŞEHÎDAN HÊVIYÊN AZADIYÊ XURT DIBIN
Di şexsê fermandarê me yê mezin Orhan Bîngol û hevrê Rosîda Mêrdîn de şehîdên me hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî divê mirov van şehîdan rast fêhm bikin. Têkildarî Rosîda Mêrdîn jî, hevrê Orhan jî di çapemeniyê de agahiyên têrker hatin dayin. Dîroka têkoşînê nîşan dan. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Tiştên ji rêzê nîne.
Beşeke mezin a jiyana xwe bi zanebûn û plankirî diyarî hebûn û azadiya gelê Kurd kirin, bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji bo mirovahiyê, li ser xeta fedaî ya Apoyî têkoşiyan, hebûna xwe diyarî hebûn û azadiya gelê xwe kirin, pêşengî ji têkoşîna gerîla re kirin. Bi hêsanî tê gotin, lê belê divê her kes zanibe bê pêkanîna vê yekê tê çi wateyê.
Herdu hevrêyan ji nêz ve nas dikim. Demeke dirêj em bi hev re xebitîn, têkoşiyan, şer kir, lê belê şer bê berdêl nabe. Bi berxwedêrî, pêşengî, wêrekî, fedakarî, lehengiya van şehîdan derb li sîstem, mejiyê qirker mêtinger ê faşîzmê tê xistin. Hêviyên azadiyê, pîvanên jiyana azad, hişmendiya azadiyê, rêxistinî û çalakî bi pêş dikevin, li çar aliyên Kurdistanê, li her derê belav dibe. Heta ku ev berxwedan dewam bike bi rastî jî wê belav bibe.
Bi vê wesîleyê vê yekê jî bibêjim. Havîn qediya, 1’ê Îlonê em ketin payîzê. Hinekan ji bo me gotibûn ‘PKK wê vê havînê biqede’. Hinekan gotibûn ‘Wê li Bakurê Iraqê şopa wan jî nemîne’. Niha mîna ku ew jî ji bîr kirine. Dibêjin Mijdar, dibêjin zivistan. Yanî hefte, meh, salên Xwedê naqedin. Bi salan e ev çîrok bi vî rengî dewam dike.
Vê yekê bibêjim; PKK li ser xwe ye, hêza xwe bi temamî diparêze. Bi her awayî bi lehengî li ber xwe dide. Gerîla li ber xwe dide, pêşengiya partiyê li ber xwe dide, girse li ber xwe dide. Hemû karên xwe, wêje, huner bi her tiştî bi rengekî topyekûn û hevgirtî li ber xwe dide. Dost li ber xwe didin.
Hinekan bi xwe dane bawerkirin ku bi van êrîşan wê PKK’ê tine bikin. Ev xeflet e. Ji bilî lawazkirina xwe bi xwe wê ti encamê bi xwe re nîne. Wê bibînin, lê belê ji xwe dema ku ev fêhm kirin wê hêza wan ji xwe tine bû be, qediya be. Hûn çi diqedînin? Bi deh hezaran milîtanên çalak ên PKK’ê hene, bi sed hezaran potansiyela xwe heye ku çalak bike. Zêdeyî bîst milyon Kurdan bi rê ve dibe.
GELÊ ME WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE
Li çar aliyên cîhanê ne sed hezaran, ne bi milyonan her wiha bi dehan milyon dostên xwe hene. Hûn çi diqedînin? Tevgereke bi vî rengî hûn ê bi çi biqedînin? Yên ku vê dibêjin tenê dikarin xwe biqedînin. Ji xwe wê biqedin, dawiya wan wê bi vî rengî be. Vê yekê bi zelalî dikarim bibêjim. Gerîla pêşengên serketinê yên berxwedaneke bi vî rengî ne. Bi vê berxwedana me wê gelê me teqez bi ser bikeve.
PKK li ser xeta serketinê hîn bêhtir mezin dibe, belav dibe, berfireh dibe. Hîn bêhtir bandorê li mirovahiyê dike. Bi dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliyê dixwazin qaşo bandorê kêm bikin, birizînin. Lê belê Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bû. Got, ‘Parêznameyên min li ku be ez li wir im’. Parêznameyên wî niha li çar aliyên cîhanê di destê her kesî de ne. Ji her nijad, civak, neteweyan di destê jin, ciwan, karker, kedkar, şoreşger û hêzên sosyalîst de ye. Rêber Apo li her derê ye. Di dest, mejî û dilê her kesî de ye. Ma karin Rêber Apo li Îmraliyê birizînin? Yên ku hêviyê ji vê yekê dikin tenê dikarin xwe birizînin. Gelo PKK dikare bê tinekirin? Nikare bê tinekirin. Payîz hat, careke din neserketina wan şênber bû. Neserketina faşîzma AKP-MHP’ê careke din eşkere bû. Ji ber ku PKK li ser xwe ye, ji her demê bêhtir xurt e, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Têkoşîna azadiyê li her derê ji her demê bêhtir bi xurtî û bi wate dimeşîne. Heta serketinê jî wê bimeşîne.
ÇAPEMENIYA AZAD WÊ NIKARIBE BÊ BÊDENGKIRIN
Hevdîtina 15’ê Tebaxê ya navbera Iraq û Tirkiyeyê girîng e. di çapemeniyê de hate weşandin ku hin biryar wergirtine, lê belê beriya wê ji xwe li hev kiribûn. Heman piştre di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyeyê li dijî endamên Çapemeniya Azad êrîşeke nemerdane hate kirin. Her hal hefteyek di ser peymanê re derbas nebû bû. Ev êrîş di çarçoveya vê tifaqê de hate kirin. Hin derdoran, tevgera çapemeniya azad ev yek bi vî rengî pênase kir, nirxand. Nirxandinên rast û di cih de ne. Bi temamî pêkanîna destpêkê ya peymana 15’ê Tebaxê bû. Di 23’ê Tebaxê de li Seyîdsadiqê li dijî endamên çapemeniya azad, mirovên sivîl û bê çek êrîşeke nemerdane û tirsonekî kirin.
Faşîzm ji xwe tê wateya tirsê. Rejîma tirsê. Xiyanet jî ji faşîzmê bêhtir rejîma tirsê ye. Bi êrîşa li ser mirovên sivîl ên bê çek, bi qetilkirina wan, bi rijandina xwîna wan dixwazin tirsa xwe ji holê rakin.
Li ser vê bingehê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di şexsê wan de şehîdên me yên Silêmaniyeyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Çapemeniyê bersiva pêwîst da. Çapemeniya Azad ti carî nekarî bê bêdengkirin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bêdeng bikin.
Em werin ser mijareke din; 22’ê Nîsanê peyman mohr kirin. Hefteyek beriya 22’ê Nîsanê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Emerîkayê; çend rojan lê ma. Vegeriya û ragihand ku wê bi Tirkiyeyê re peymana stratejîk pêk bîne. Piştî çend rojan jî Tayyîp Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê kir. Peymanên navborî hatin kirin. Iraqê mohra xwe lê xist, rêveberiya Iraqê çawa mohra xwe danî binî? Yanî Sûdanî dema ku ji Emerîkayê vegeriya eşkere kir ku wê îmze bike. Ne ji cihekî din. Diyar e ev biryar li Emerîkayê hatiye wergirtin. Ne zehmet e ku ev yek bê fêhmkirin. Emerîkayê ji rêveberiya Iraqê xwest, rêveberiya Iraqê jî qebûl kir. Ava Kurdan ji bo qirkirina Kurdan weke mijareke bazarê bi kar tînin. Bi taybetî faşîzma AKP-MHP’ê vê yekê bi rengekî gelekî nebaş bi kar tîne. Iraq tengav kirine, Sûriyeyê tengav dikin têkildarî vê mijarê. Ji berê ve meseleya ava çemên Firat û Dîcle hebû, meseleya enerjiyê hebû. Vê dikin hincet lê belê li pişt vî karî teqez DYE heye.
PEYMAN BI DAXWAZA DYE’YÊ HATE AMADEKIRIN
DYE’yê xwest, Iraqê jî îmze kir. DYE çima ev yek xwest? Ji ber ku rêveberiya Tayyîp Erdogan ji aliyê DYE’yê ve ji bo serxistina komploya navneteweyî hate wezîfedarkirin. Dibêjin li Tirkiyeyê bi hilbijartinê hat, di hilbijartinê de bi ser ket filan û bêvan; ev hemû çîrok in. Ti eleqeya xwe bi rastiyê nîne. Ya rast ew e ku rêveberiyek hatiye wezîfedarkirin e. Piştî ku hikumeta Ecevît bi ser neket, dema ku Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê qezenç kir, hikumeta Ecevît jî têk çû, hingî pêwîstî bi hikumeteke nû hebû. Lê geriyan bê kî dikare vî karî bike û hilbijartin. Tayyîp Erdogan dîtin, wezîfedar kirin û bi navê AKP’ê li dora partiyekê da rûniştandin. Tayyîp Erdogan jî heta ku jê hat êrîş bir ser Îmraliyê. Dawiya wî jî mîna ya Ecevît bû. Rêber Apo di têkoşîna Îmraliyê de bi ser ket. Tayyîp Erdogan ber bi sala 2005’an ve winda kir.
Hêzên komploger piştre alternatîfeke cuda nedîtin. Timî piştgirî dan Tayyîp Erdogan. Bi serokê DYE’yê re hevdîtin kirin, nizanim wezîrê karên derve hat Tirkiyeyê. Di têkoşîna li Kurdistanê de timî piştgirî dan rêveberiya Tayyîp Erdogan. Çi kirin, êrîşên siyasî kirin, dek û dolab gerandin, êrîşên leşkerî kirin, hîle kirin, bi navê çareseriyê lîstik lîstin. Nekarî bi ser bikevin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan gihîşt ber hilweşînê. Ji bo wî li ser piyan bihêle MHP a Devlet Bahçelî dan ber çengê wî. Herduyan bi hev re bi salan êrîş kirin. Nekarîn bi ser bikevin. Hatin ber hilweşînê. Piştre Barzanî dan bin çengê wî yê din. Bİ wan re hewl dide vê plana çalakiyê ya têkbirinê bimeşînin. Bi vê yekê re xwestin PKK’ê tine bikin. Hêviya vê yekê kirin.
TIFAQA ERDOGAN, BAHÇELÎ Û BARZANÎ NEKARÎN ARMANCA TÊKBIRINA PKK’Ê BI SER BIXÎNIN
AKP-MHP-PDK yanî tifaqa Tayyîp Erdogan, Bahçelî û Barzanî nekarîn komploya navneteweyî bi ser bixînin, nekarîn armanca tepisandin û tinekirina PKK’ê bi ser bixînin. Yanî pêwîstiya wan bi alîkariyê çêbû. DYE’yê vê carê jî ji rêveberiya Iraqê re got, ‘Hûn piştgiriyê bidin’. Niha bi wê piştgiriyê êrîş dikin. Yanî li pişt van êrîşan hemûyan DYE heye, NATO heye. Bi destûra wan dibe. Bi tevlîkirina dewleta Iraqê li faşîzma AKP-MHP’ê, hevkariya PDK’ê dixwazin PKK’ê lawaz bikin, gerîla lawaz bikin, bi vî rengî bandora li ser siyasetê û têkoşîna li Kurdistanê û herêmê kêm bike. Armanc ev e. Ev tifaq li ser vê bingehê hate avakirin.
Yên ku ev ava kirin, bi rê ve birin teqez hêzên komploger ên navneteweyî ne. Li pişt wê hêzên komploger hene. DYE heye, Îngilistan heye. Ji xwe bi destûra ji wan wergirtî dikin. NATO piştgiriya herî zêde dide. Divê mirov bi vê zanibin. Ji hinekan heye ku Tayyîp Erdogan dike, Devlet Bahçelî dike, ew biryarê didin. Ev çîrok e. Ew xwe dinepixînin, mîna ku ew dikin nîşan didin.
Eleqeya vê yekê bi rastiyê nîne. Li pişt wê ev hêz hene. Çima pê dide kirin? Wê dest li Tirkiyeyê werdin. Wê emeliyatê bikin. Sîstem bi vî rengî nameşe. Nakokî û şerê navxweyî gelekî kûr in. Lewma dest li Iraqê werdan, ji Efganistanê destpê kirin, dest li Sûriyeyê werdan. Rojhilata Navîn bi temamî veguherandin qada şer. Lê belê dikin nakin nikarin krîz û kaosê ji holê rakin. Nikarin rêyeke rizgariyê peyda bikin. Nuqteyeke girîng a şer Tirkiye ye. Wê dest li Tirkiyeyê werdin. Li gorî berjewendiyên xwe wê guhertinan bikin. Lê belê heta ku PKK nebe nikarin vê bikin. ditirsin. Dibêjin ‘Eger em dest lê werdin wê PKK bi ser bikeve. Eger em bixwazin li Tirkiyeyê rêveberiyê biguherînin, Tirkiye wê sûdê ji vê werbigire û bi ser bikeve’. Çawa? Zêdeyî 10 salan li Bexdayê Saddam Huseyîn li ser desthilatdariyê hiştin bi têgihiştina ‘Rêber Apo û PKK hene. Em bi ser de biçin wê PKK li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê belav bibe’. Bazarî kirin û komploya navneteweyî pêk anîn. Rêber Apo xistin nava sîstema Îmraliyê. Piştre jî êrîşêı Bexdayê kirin. Niha jî ji bo karibin dest li Tirkiyeyê werdin, li gorî berjewendiyên xwe ji bo karibin dest li Tirkiyeyê werdin, dixwazin PKK ji rewşa astengiyê derxînin, bikin ku li pêşiya wan nebe asteng.
GUH NEDAN HIŞYARIYÊN RÊBER APO
Ditirsin. Ditirsin ku PKK alternatîfekê biafirîne, modernîteya demokratîk, sîstema alternatîf li ser bingeha azadiya Kurdan demokrasiyê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike û pêşengiyê ji vê yekê re bike. Ji ber vê yekê bi hev re êrîşî PKK’ê dikin. Ev yek rastiyeke. Fêhmkirina vê zehmet nîne. Naxwe çi hêza Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî heye? Ev kes ew kes in ku çi ne kî ne nediyar e. Hin ehmeq ku mejiyê wan hatiye şuştin dane pey wan, ji wan re li çepikan dixin. Derdoreke welê faşîst hatiye avakirin. Naxwe ji vê wêdetir tiştek nîne. Kurdistanê dagir dikin, li Başîkayê bi cih dibin, qaşo wê Kerkûkê bi dest bixin, Rojava bi dest bixin, li ser çavkaniyên enerjiyê hemûyan serwer be. Ma wê vê qebûl bikin? Eger qebûl bikira çima Şerê Cîhanê yê Yekemîn qewimî? Ev şerê Rojhilata Navîn ê sedsalî çima hate destpêkirin? Gelo ev yek tiştekî aqilane ye?
Ji hinekan heye ku wê bi wan bidin xwarin, dane Tirkiyeyê. Eleqeya xwe pê re nîne. Hemû lîstik e, bi plan dimeşînin. Li hemberî Tirkiyeyê lîstik têne lîstin. Lê belê li Tirkiyeyê pêwîstî bi mejiyekî heye ku vê fêhm bike. Em vê nabînin. Rêber Apo di hevdîtinan de bi salan bal kişand ser vê yekê. Hişyarî da ku lîstik, komplo hene, wê bi felaketê re rû bi rû bimînin. Kesî guh nedan û fêhm nekirin.
Niha ne li ber felaketê ne, di nava felaketê bi xwe de ne. AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên heyî yên dijminatiya li Kurdan Tirkiye xistiye nava felaketeke bi vî rengî. Hîn jî piştgiriyê didin vê yekê, kesek bi rengekî çalak li ber ranabe. Di rewşeke bi vî rengî de çareserî çi ye, çare çi ye? Yekane çare demokratîkbûna Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Kurdan e. Ev yek çareya Tirkiyeyê ye, çareya Rojhilata Navîn e, çareya cîhanê ye. Eger hinek li aştiyê digere, yekane afirînerê vê yekê jî Rêber Apo ye. Konfederalîzma demokratîk, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk a Rêber Apo çareserî ye, çareserî modernîteya demokratîk e.
Rizgariya Tirkiyeyê di destê Rêber Apo de ye. Ya ku ber bi felaketê dibe jî AKP-MHP ye. Divê ev yek bê dîtin, bê fêhmkirin. Li ser vê bingehê me gelek carna projeyên çareseriyê destnîşan kirni û weke tevger daxuyanî dan. Em ê hewldanên xwe dewam bikin. Em bê hêvî nînin, lê belê li Tirkiyeyê heta niha bersiva vê yekê nehatiye dayin. Li Tirkiyeyê derdorên çep, sosyalîst û demokratîk jî ev rastî fêhm nekirin. Nekarîn vê lîstikê bibînin. CHP dibe parçeyek ji vê yekê. Bi vî rengî tu yê bi ku ve biçe? Tu yê çi rizgar bike? Ji bilî dûvikê wan tu yê nebe tiştek. Rewş û rastî bi vî rengî ye. Eger rewş fêhm kiribûna û li Tirkiyeyê li dijî vê rêveçûna felaketê seknek hebûya, têkoşînek bihata meşandin bêguman wê ewqasî xwîn nerijiyabûya. Çareserî wê hîn zû pêk bihata. Gel wê bi xwişk û biratî, dûrî zext, zilm û mêtingeriyê bigihîştibûna jiyaneke demokratîk.
Dewam dike…