Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Fîlozof Spivak ji Rêber Apo re: ‘We rêya hebûna demokratîk pêşniyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Samsun û Bafrayê muameleya xirab, tundî û bi kêfî neberdana girtiyan
Rojane

Li Samsun û Bafrayê muameleya xirab, tundî û bi kêfî neberdana girtiyan

Şaxa ÎHD’yê ya Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Samsun û Bafrayê, raporek weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavak/Samsunê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê” eşkere kir. Rapor li avahiya şaxê hate xwendin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. Çevîrmen, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tehliyeya 6 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin. Çevîrmen, wiha domand: “Hat zanîn ku tu girtiyên li vê girtîgehê yên bangî mulakatê kirin dernexistina pêşberî lijneyê. Tehliyeya hemû girtiyan hatiye dirêjkirin û temamiya biryarên lijneyê ji serî heta binî tevek wekî hev e.”

Çevîrmen, da zanîn ku zêdetirî saleke girtî nikarin çalakiyên civakî li dar bixin, salê carekê yan jî du caran ji bo sihbetê tên derxistin, beriya pandemiyê derxistibûn sporê lê belê niha li her odeyê tê ferzkirin ku cuda cuda derkevin sporê lewma girtî dernakevin sporê. Çevîrmen, diyar kir ku ev 3 sal in lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin lewma girtî naçin nexweşxaneyê û mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.  

Çevîrmen, binpêkirinên li girtîgehên behsa xeberê wiha rêz kir:

GIRTÎGEHA BAFRAYÊ

“*Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyan tên vehêlandin û li gel vê, tenê mehê carekê girtiyan derdixînin revîrê.  

*Di serî de rojnameya Yenî Yaşamê, weşanên demkî hatine qedexekirin. Li ser televîzyonê jî tenê qenalên ku rêveberî destûrê dide tên temaşekirin. Destûr nayê dayin ku qenalên muxalîf bên temaşekirin û Halk TV jî hatiye qedexekirin.

*Bihayê postayê gelek zêde ye, ji ber ku girtî nizanin bê ka nameyên wan ên asayî digihijin cihê xwe yan na, ji neçarî nameyên îadeyî yên bi taahhûd dişînin û ev yek jî ji hêla madî ve girtiyan dide zorê.  

*Li kantînê tiştên cuda nînin û gelek bêqelîte ne. Markayên beriya niha qet nehatine bihîstin tên firotin û lêçûnên her girtiyekê yên mehane derdora 4-5 hezar lîreyan e.

*Daxwazên sewqkirinê yên girtiyên malbatên wan dûr in, bi hinceta ‘Kapasîteya wê tije ye’ nayên qebûlkirin. Qawîş wisa hatine çêkirin ku girtî nikarin bi hev re peywendiyan deynin.  

GIRTÎGEHA TÎPA S A SAMSUN/KAVAKÊ

*Tehliyeya 6 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve hate astengkirin.

*Di 4’ê Adara 2024’an de ketin odeyên girtiyan, bi rêya êşkenceyê ji odeyan hatin derxistin û piştre li hucreyên yekkesî hatin bicihkirin. Piştre jî nehiştin biçin sporê. Beriya vê bûyerê jî girtî birine atolyeya resman lê belê piştre hemû fealiyetên din hatine qedexekirin.  

*Ji girtiyan hatiye xwestin ku qerta nasnameyê bigirin û ji girtiyan re hatiye gotin ku girtiyên qerta nasnameyê negirtin û yên nîşan nedayîn dê nekarin tevlî fealiyetan bibin.

*Qerta nasnameyê tenê bi têr nake, divê nasname pê re be, bibin yek rêz, li gorî meşa leşkerî bimeşin. Li girtiyan hatiye ferzkirin ku dema diçin nexweşxane û revîrê jî divê bikevin rêzê û li gorî meşa leşkeran bimeşin. Di dema sewqên nexweşxaneyê de ji girtiyên edlî re fermanên weke ‘Li rastê bizivire! Li çepê bizivire! Li rex dîwarî bimeşe! Devê xwe veke! Benên sola xwe jê ke!’ tên dayin.  

*Tedawiya girtiyên nexweşiya wan a dil heye û rewşa wan xetereye hatiye vehêlandin. Her wiha 3 stent xistine heman girtiyê nexweş, piştî xistina stentan dema bi şev dibirin servîsa kardiyolojiyê lê hatiye ferzkirin ku benên sola xwe derxîne, ji ber ku girtî qebûl nekiriye bi darê zorê jê hatine derxistin, li odeya lênihêrîna nexweş gardiyanan bi darê zorê sola wî jê kiriye û ben jê derxistiye, bi hinceta li dijî fermana memûrî derketiye lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û piştre jî ceza hatiye dayin.

*Di dema lêgerînê de ji ber lênûskên hatine desteserkirin cezayê hucreyê li girtiyekî hate birîn, ji ber peyva Kurdistanê ya di nava helbestan de cih digire 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn, her wiha di dema lêgerînan de name û lênûskên girtiyan hatine desteserkirin.  

*Ji 6’ê Sibatê roja erdhejê heta niha odeyên girtiyan qet nehatine guherandin û daxwaza guherandina odeyê ya girtiyan nehatiye qebûlkirin.

*Mafê jiyana taybet a girtiyan tê binpêkirin, kamerayên bi qasî metreyek û nîv ji banê girtîgehê bilind hatine bicihkirin û ev kamera daşirên girtiyan jî dibînin.

*Hewşa ji bo ziwakirina cil û bergên girtiyan 7 metre ye lê ji bo hilayistina cil û bergan tenê benekê bi qasî metreyekê tê dayin. Girtî neçar dimînin ku cilên xwe li odeyên xwe û li ser kalorîferan raxînin.

Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci axivî, der barê binpêkirinan de encamname û pêşniyarên xwe parve kir. Yazmaci diyar kir ku ev pêkanîn li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî ne û destnîşan kir ku li girtîgehan bi awayekî li dijî rûmeta mirovahiyê muameleya xerab li girtiyan tê kirin. Yazici got: “Hat ragihandin ku li girtiyan lêgerîna tazî, jimartina li ser pêya, tundî, heqaret û muameleya xerab hatiye kirin û binpêkirina mafan qewimîne, tedawiya nexweşan hatiye astengkirin, mafê wan ê ragihandinê û agahdarkirinê hatiye astengkirin. Û gelek binpêkirinên mafan ên din qewimîne.”  

Yazmaci axaftina xwe wiha domand: “Divê dawî li bûyerên êşkence û lêdanê bê anîn. Divê der barê kesên berpirsiyar de lêpirsîn bên destpêkirin û werin cezakirin. Lêgerîna tazî û tazîkirina bi darê zorê mafê kes ê mahremiyetê tê binpêkirin. Nirxê moralê yê girtiyan tê xerakirin. Nasnameya sosyal hedef tê girtin. Zirarê dide tevpariya ruhî. Heta meriv dikare bêje ku pêkanîna êşkenceyan gihîştine asta tundiya zayendî.”

Yazmaci diyar kir ku yek ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin jî kamerayên li qadên jiyanê yên girtiyan ku hatine bicihkirinê ne û bi bîr xist ku rêzgirtina ji jiyana taybet re bi peymanên navneteweyî hatiye mîsogerkirin.

Yazmaci ji bo ji bo dawî li binpêkirinên mafan bê anîn, ev pêşniyar kirin:

“* Divê nexweşan derxin revîrê, sewqên wan ji bo nexweşxaneyan bil ez bikin. Divê bijîşkên pispor teşhîs, tedavi û kontrolan bikin. Divê tavilê dest ji lêgerîna nava dev û muayenekirina bi kelemçekirî berdin.

* Xwarina têrkirî û bi tenduristî mafê herî bingehîn ê mirovan e. Girtiyên nexweş divê li gorî pêşniyarên bijîşkan dikaribin bixwin û vexwin. Divê rêveberiya girtîgehê xwarinên li gorî nexweşiya diyetê ji bo girtiyan temîn bike.

* Divê astengiyên li pêşiya rojnameyên ku diçin girtîgehê bên rakirin û rojane rojname bidin girtiyan.

* Pêwîste girtî mafên xwe yên civakî bêkêmasî pêk bînin û dawî li astengiya li ser mafên civakî bê anîn. Lazim e destûra saziyên tenduristiyê yên serbixwe bê dayîn ku biçin girtîgehan lêkolîn û kontrole bikin. Divê ji bo kontrolkirina girtîgehan sererastkirinên qanûnî ji bo serdanên saziyên mafan mirovan bên pêkanîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bê kirin serlêdanek nû
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Mafê herî bingehîn ê zarokên Kurd tê xespkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gorî Hamaney divê Haşdî Şabî bê parastin û xurtkirin

Lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney ku Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şîa Sûdanî qebûl kir, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hamayê êrîşî gundê Elewiyan hate kirin: 5 kes mirin

Hat diyarkirin ku li gundê El Enzê yê li bakurê Hamayê, di êrîşa komên girêdayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna din a Komîsyonê 8’ê Tebaxê ye

Komîsyona Meclîsê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatî avakirin, wê 8’ê Tebaxê roja Îniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?