Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di salên dawî de, di bin navê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê de saziyek hate avakirin. Ev sazî her pêkanîna ku dixwaze, li dijî girtiyan pêk tîne, têkildarî berdan yan jî neberdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye jî biryarê dide. Girtî bi hincetên mîna “rewşa wî baş nîne”, “islah nebûye” û “ne poşman e” hîn jî dîl tên girtin.
Desteya Îdare û Çavdêriyê mafê berdana girtiyên siyasî ya ‘serbestiya bi kontrol’ û ‘berdana bi şert û merc’ jî kontrol dike.
Gelo Desteya Îdare û Çavdêriyê li kudera hiqûqê ye? Yek ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk, ji ANF’ê re nirxandin kir.
Feyzî Çelîk diyar kir ku li welat heta sala 2020’an sîstema înfaza cezayê bi temamî di bin kontrola darazê de bû. Feyzî Çelîk bi bîr xist ku dema bi hinceta nexweşiyên şewbê înfazên hin cezayan daxistin, lê hikûmxwarên siyasî derveyî vê hiştin û got, “Dozger, midûrê girtîgehê, gardiyanên girtîgehê bi tayînkirina biryara îdarî re lijneyên çavdêriyê yên înfaza cezayê hatin avakirin. Rêgezên xebatên wê ku dikarin bingeha qanûnê derbas bikin ji rêziknameyan re hiştin. Vê rêziknameyê weke hincet ji bo astengkirina girtiyên siyasî yên ku 30 sal cezayê xwe temam kirine nîşan dan. Têgeha poşmantiyê berfirehî şîrovekirin, fikir û ramanên azad ên girtiyan weke hincet nîşan dan û berdana wan a bi şert ji 3 mehan heta 6 mehan dirêj kirin. Ji van yek jê helbestkar Îlhan Çomak e. Tevî ku 30 salên xwe tije kiriye jî berdana wî ya bi şer tê astengkirin. Dema ku em lê dinêrin berdana bi şert ên hikûmxwarên ne siyasî nayê astengkirin.”
PEGALA ÎNFAZÊ YA DIJMINATIYÊ TÊ MEŞANDIN
Çelîk destnîşan kir ku li gel cihêkariyê pergala ceza û înfazê ya dijminan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Dema ku em lê dinêrin mafên ku berê bi dest xistibûn bi destê yekîneyên îdarî ve tên astengkirin. Tevî ku li dijî van biryarên astengkirinê, heke serlêdan ji Dadgeriya Înfazê re tê kirin jî, di tayînkirina dadgeran de pêvajoya îdarî û serlêdanên ji bo van dadgeran bê encam dimîne. Di vê mijarê de li hemberî biryara dadgeriya înfazê dikarin li Dadgeha Cezayê Giran îtîrazê bikin. Ji ber ku li hemberî biryarên îtîrazê rêyeke din tuneye, ev yek rê li ber qadên kêfî vedike. Bi refleksa parastina dewletê û cihêkariyê vê yekê mayînde dikin û rêyên ku her kes bi awayek wekhev sûdê jê bigirin, digirin.”