Ciwanên Kerkûkê li dijî xiyanet û hevkariya malbata Barzanî ji bo dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, bi daliqandina afîşan û bi dirûşmên “Destên malbata Barzanî bi xwîna zarokên welêt sor e”, “Bi xwîna xwe em ê Kurdistanê biparêzin”, “Em dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta malbata Barzanî red dikin” xiyaneta malbata Barzanî şermezar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ciwanên Kerkûkê afîşên xwe li navenda bajarê Kerkûkê û cihên giştî yên bajar, bi taybetî li cem Kelha Kerkûkê û taxên Şorce, Penca Elî, Kurdistan, Ronakî, Erefe û taxa Rizgariyê ya bajêr daliqandin.