Pêncşem, 16 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê polîsan êrîşê çalakiya mamosteyan kir: Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê serdana Devlet Bahçelî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîl dixwaze dagirkeriya xwe ya li Lubnan, Sûriye û Xezeyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haluk Levent û 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanoger Levent Uzumcu hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîplomatê Îtalî Danieli: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyeke mayinde pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya ‘Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Konsolosxaneya DYE’ê li Hewlêrê sê dronên xwekuj hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ a li Şengalê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso: Divê îradeya Êzidiyan bi destûrê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Îranê li Rojhilat kolberekî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Edene, Wan û Stenbolê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
Rojane

Li Edene, Wan û Stenbolê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?

Li Edene, Wan û Stenbolê qetilkirina Narîn Guran bi çalakiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de bi gotina “Bila zilma tarîkat û malbatê bi dawî bibe” pirsa “Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?” hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guranê hate dîtin. Şermezarkirinên li bajaran ên piştî dîtina cenazeyê Guranê didomin.

EDENE

Meclîsên Jinan û Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin li Parka Ataturkê ya Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Jinên ku bertek nîşanî qetilkirina hovane ya Narîn Guranê dan, wiha bang kirin: “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn.”

Ecem Sena Mûtlay a li ser navê platformê daxuyanî da, bal kişand ku TUÎK ji sala 2016’an ve daneyên zarokên windabûyî eşkere nekirine û wiha got: “Qedera zarokan ne mirine.” Mûtlay wiha berdewam kir: “Hûn bi bêdengbûnê nikarin rastiyan ji holê rakin. Hêj çend zarokên din dê weke Narînê dê di temenê biçûk de bên kuştin? Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê çi karî dike? Peywîra wezaretê tenê ew e ku pîroziya malbatê vebêje? Hûn napirsin ka ew malbat ew zarok çi dikin?”

Mûtlay a got ku “Bila zilma malbat û tarîkatan were bidawîkirin. Em ê hesaba Narînê bipirsin” ev tişt got: “Qanûna Parastina Zarokan a bi hejmara 5395 heye. Bila qanûn bi awayekî bibandor were pêkanîn ku zarok bijîn. Peyamana Lanzaroteyê heye, weke Peymana Stenbolê. Bila were pêkanîn ku Narîn neyên kuştin. Sibê dibistan tên vekirin. Bila li dibistanan formên lêgerîna rîskê bên pêkanîn. Bila were pêkanîn ku zarok neyên îstîsmarkirin. Çareserî ne li dûr e. Peyman, heke bi bandor were pêkanîn dê zarok bijîn. Dê weke hev bijîn. Narîn jî da sibê biçe dibistanê. Cihê ku divê lê bûya pola wê bû. Em naxwazin bipirsin ku çi li zarokekî din hat. Ji bo ku nepirsin em ê têbikoşin.”

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Cadeya Cûmhûriyetê meş li dar xist. Di meşê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Ji bo zarokan cihaneke bi ewle, ji bo Narînê edalet” hate vekirin. Girseyê dowîzên “Ji bo Narînê edalet” û “Ji bo zarokan cîhaneke bi ewle” hilgirtin û dirûşmên “Ji bo Narînê edalet”, “Jin, Jiyan, Azadî” , “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseyê heta Kolana Hûnerê ya ku daxuyanî lê bê dayîn bi tilîlî, fîtik û dirûşman meşiya.

‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ HÊZÊ DIDE FAÎLAN’

Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt axivî. Bozkûrt bi lêv kir ku kuştina Narînê ji polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya zarokan cuda nabînin û anî ziman ku polîtîkayên desthilatê hêzê dide faîlên jin û zarokan.

Bozkûrt bi lêv kir ku Narîn yekane zarokan ku hatiye kuştin nîne û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku li pişt Muslîme Yagal, Leyla Akdemîr û gelek ên weke wan heman çîrok hene. Heke piştî kuştina van zarokan bergiriyên pêwîst ên parastinê hatibûna wergirtin niha îro Narîn da sax bûya. Ji bo ku cîhaneke ku zarok bikarin bijîn û ewle bikarin ava bikin û li dijî polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin û em soz didin ku heta faîlên Narînê neyê tespîtkirin û cezayê ku heq dikin negirin em ê şopdarê dosyayê bin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

STENBOL

Platforma Em ê Pêşiyê Li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) li ber Operaya Sureyayê ya li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê hesaba Narînê bipirsin” hate vekirin, wêne hatin hilgirtin. Di çalakiya ku gelek jin tev li bûn de dirûşmên “Mirin ne qedera zarokan e”, “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn”, “Ne tirse tu dê bi tenê nemeşî” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin.

Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku lêpirsîn “baş” nehatiye kirin û pirsa çima biryara veşartinê hate dayîn kir. Ataselîm bi lêv kir ku divê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê hesab bidin û diyar kir ku li welat navê jinan û zarokan nîne. Ataselîm, wiha berdewam kir: “Em zarokan û jinan ji rehma hikûmet, wezîran û malbatan re nehêlin. Dest ji wan koltixan berdin, an jî em dizanin em ê we çawa daxînin. Erdogan ji bo zarokên vî welatî gotineke te nîne? Sebreke civakê heye. Kesên têdikoşin demildest dibînin, hûn çawa zarokekê nikarin di 19 rojan de bibînin? Pêdivî bi xeta têkoşînê ya polîtîk heye. Peymana Lanzaroteyê pêk bînin, qanûna parastina zarokan pêk bînin, ji bo polîtîkayeke giştî were pêşvebirin em zextê lê bikin. Em van bi hev re hilweşînin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî çalakiyê polîsan 2 jin di GBT’ê re derbas kirin û binçavkirin. Hate zanîn ku jinên hatine binçavkirin birine Qereqola Polîsan a Kadikoyê. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mîhrîcan Şehîd Berçem Efrîn di roja 3’yemîn de didome
Nûçeya Pişt re Ciwanan li Kerkûkê xiyaneta malbata Barzanî şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (274)

Kempeyn bo azadî rêber Ocalan (5)Sîvan Se'îd: Westanêk nîye yek sanîye bilêy madam dewletêkî faşîst…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ayla Akat Ata: Deriyên Îmraliyê vekin!

Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata got, "Rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, rêyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) binçavkirina kesên ku piştgirî dane "boykotê" şermezar kir û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Dîwana Edaletê ya YE’yê qanûna efûyê ya ji bo Katalanan pejirand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Enqereyê polîsan êrîşê çalakiya mamosteyan kir: Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?