Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî careke din bang li rayedarên Îranî kir ku weke pêwîstiya hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan lêpirsîneke bi bandor bimeşînin û kiryaran ceza bikin.
Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku ‘Li gorî pîvanên nixumandinê serê xwe nenixumandiye’ di 13’ê Îlona 2022’an de ji aliyê Dewriyeyên Îrşad ve ku weke ‘polîsên exlaqê’ têne naskirin hate binçavkirin û ji ber êşkenceya di binê çavan de lê hate kirin, kete komayê û ew rakirin nexweşxaneyê. Sê rojan di beşa lezgîn de ma, lê di 16’ê Îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest da.
POLÎSÊN EXLAQÊ YÊN LI ÎRANÊ: DEWRIYEYÊN ÎRŞAD
Dewriyeyên Îrşad ên ku Jîna Emînî di binê çavan de bi êşkenceyê qetil kirin, bi rengekî fermî di sala 2006’an de bû xwedî statuyek ser bi emniyetê ve. Lê belê li Îranê beriya sala 2006’an jî kontrola kinc û nixumandina li qada cemaweriyê dihate kirin. Rêxistiniyên weke Komîteyên Şoreşa Îslamê ya Îranê, Dewriyeyên Cûndûllah û Dewriyeyên Muxafizên Şoreşê ji sala l1979’an û pê ve li bajaran di mijara ‘bicihanîna pîvanên nixumandinê’ de kontrol dikirin.
Li ser daxwaza Serokkomar Îbrahîm Reîsî têkildarî mirina Jîna Emînî lêpirsîn hate destpêkirin. Polîsan îdîa kirin ku jina 22 salî dema ku li qereqoleke polîsên exlaqê di binê çavan de bi jinên din re disekinî ‘ji nişka ve nexweş ket’. Di daxuyaniya polîsên Tehranê de hate ragihandin ku Dewriyeya Îrşad Emînî ji bo daxuyaniyê bir qereqolê û li vê derê ji nişka ve ji ser hişê xwe çû û ji ber ku ji dilê xwe nexweş ket ew rakirin nexweşxaneyê. Halbûkî dîmenên ji nexweşxaneyê hatin, şopên êşkenceyê yên li ser bedena Jîna Emînî bi şênberî nîşan didan.
ÊŞKENCEYA GIRAN KU JI ALIYÊ ŞAHIDAN VE HATE PIŞTRASTKIRIN
Emînî dema ku li Nexweşxaneya Kasrayê bû, şahidan diyar kirin ku polîsên exlaqê di hundirê wesayita polîsan de jî li serê Emînî dixistin û êşkence lê dikirin. Piştî ku bûyer li ser medya dîjîtal belav bûn, rayedaran daxuyanî dan û êşkence înkar kirin. Li ser sedema rakirina nexweşxaneyê jî yekîneyên cuda yên dewletê daxuyaniyên ji hev nakok dan. Têkildarî îdîayan lêkolînek nehate kirin û der barê sedema mirina Emînî daxuyaniyên bêbingeh hatin dayin.
YÊN DERKETIN GOTIN, YEK KUŞTIN
Birayê Jîna Emînî di hevpeyvîneke xwe de ku da çapememiyê, anî ziman ku 14’ê Îlona 2022’an rojek piştî binçavkirina xwişka wê, kesên ku li ber Navenda Binçavkirinê ya Vozara li benda xizmên xwe bûn, anîn ziman ku dengê qîrînê bihîstine. Demeke kurt piştî hevpeyvînê, hêzên ewlekariyê ên ji navenda binçavkirinê derketin bi gaza îsotê û ço li malbatên li derve li hev kom bûn, tundî kirin. Birayê Emînî dît ku piştî vê bûyerê bi pênc deqeyan ambûlansek ji avahiyê derket. Birayê Emînî diyar kir ku Jîna di wê ambûlansê de bû.
Bavê Jîna Emînî çend roj piştî mirina wê di hevpeyvînekê de got, gelek jinên ku bi Jîna Emînî re hatin binçavkirin û di heman wesayitê de bûn, xwe gihandin wî, jê re gotin, hêzên ewlekariyê kesek dehf dane, lê xistine. Jinan ji bavê Jîna Emînî re gotin, hêzên ewlekariyê bi amûrên cuda li Emînî xistin.
MERASÎMA CENAZE VEGUHERÎ SERHILDANA JINAN
Dema ku Jîna Emînî li bajarê Seqizê hate veşartin, jinan destmala li ser serê xwe rakirin û bi dirûşmên ‘Mirin ji dîktator re’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest bi çalakiyê kirin. Çalakî li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û piştre li tevahiya cîhanê belav bû. Li Stenbol, Parîs, Viyana, Toronto, Roma, Berlîn, Atînayê li kolanan di 17’ê Îlonê de dema ku cenaze hate veşartin bi hezaran kes daketin qadan û xwepêşandanên şermezarkirinê lidar xistin. Li paytexta Elmanya Berlînê gelek kes li nêzî deriyê Brandenburgê li hev kom bûn.
Li paytexta Fransa Parîsê bi hewldana Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst komên ciwanan ên Kurd û Îranî du çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin. Li bajarê herî mezin ê Kanadayê li Torontoyê bi hezaran kes ji bo Jîna Emînî daketin qadan. Di çalakiyan de kolana Yonge li trafîkê hate girtin ku weke ‘kolana herî dirêj a cîhanê’ tê naskirin.
Li ser medya dîjîtal jî jinan dîmen weşandin ku porê xwe vekirin. Ji raya giştî ya navneteweyî jî piştgirî xwestin. Çalakiya birîna por a jinên Îranê li cîhanê deng veda.
ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ PÊL BI PÊL BELAV BÛN
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 6 rojan de li 80 deveran xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Wêneyên lîderên olî Xamaney û Hûmeynî ji ser avahiyên dewletê hatin daxistin. Li ser zexta raya giştî ya navneteweyî dewletê eşkere kir ku Dewriyeyên Îrşad ji kolanan hatine vekişandin, lê belê polîs û leşkeran ji bo destwerdana li xwepêşandanan dest bi gera dewriyeyê kirin û pêla binçavkirin û girtinê li hemberî çalakgeran û malbatên wan dan destpêkirin. Televîzyona dewletê ragihand ku di navbera 17-24’ê Îlonê de di ‘dema destwerdanê’ de 35 kes ên beşdarî çalakiyên şermezarkirinê bûn ji aliyê hêzên emniyetê ve hatin kuştin. Lê belê hejmara rasteqîn a kesên di hefteya destpêkê de hatin kuştin nayê zanîn.
Çalakiyên ku heta navenda Tehranê belav bûn gihîştin herêmên Mûtaharrî, Settarhan û Sadikiye. Li navenda bajêr li gel hêzên dewletê her wiha hêzên paramîlîter ên bi kincên sivîl li kolanan bi çekan belav bûn ku êrîşî xwepêşandêran bikin. Di encama van êrîşan de gelek kes bi giranî birîndar bûn.
LÊPIRSÎNEKE XURT NEHATE MEŞANDIN
Ji meha Îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî heta meha Kanûnê di xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Îranê de sûcên hêzên dewletê bi qeydên kamera û şahidan eşkere bûn, lê belê li gel banga raya giştî ya navneteweyî jî lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin. Yên ku gilî kirin jî bi gef û zextê hewl hate dayin ku bêne bêdengkirin.
BANGA RÊXISTINA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di belavokeke xwe ya di salvegera 2’yemîn a qetilkirina Jîna Emînî de ragihand ku têkildarî çalakiyên şermezarkirinê yên Îlon-Kanûna 2022’an ji Kanûna 2022’an û vi rve li Îranê 10 kes bi rengekî kêfî hatin darvekirin û di 6’ê Tebaxa 2024’an de Reza (Gholamreza) Rasaei bi rengekî veşartî hate darvekirin, ku gelek kes weke Rasaei bi rengekî veşartî hatin darvekirin.
Rêxistinê her wiha diyar kir ku hewl hate dayin ‘Pêşnûme qanûna piştgiriya çanda hîcabê û îffetê’ ji parlamentê bê derbaskirin û ragihand ku kiryarên xerab, êşkence, destdirêjiya li binê çavan a li jinan piştî qetilkirina Jîna Emînî bi rengekî metirsîdar zêde bûn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li rayedarên Îranî kirin ku li gorî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan lêpirsîneke bi bandor bimeşînin û kiryaran ceza bikin.