În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ji bo Şehîdên Azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin
Jin

Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin

Koordînasyona Kongra Star ragihand ku endamê Koordînasyonê Hêvî Silêman duh ji ber penceşêrê şehîd bû û got, ew ê xeyalên wê pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongra Star ragihand ku bi xemgîniyeke mezin agahiya şehadeta Hêvî Silêman wergirtine û got: “Berî her tiştî em dibêjin ku hevrê Hêvî ji bo gelê Rojava, ji bo têkoşîna me ya azadiya jinan, her wiha ji bo gelê me yê Efrîn-Helebê, windahiyeke mezin bû. Hevrê Hêvî têkoşîneke 30 salan zêdetir a bênavber, bêwestan û bê teredut meşand.”

Kongra Star da zanîn ku armanc û xeyala wê ew bû ku li ser rûyê cîhanê jineke bindest û nerêxistinkirî nemîne û wiha pêde çû: “Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, ew bi hemû hêza xwe di nava têkoşînêde bû. Heta ji bo wê jî rasterast di nava komîteya azadiya fîzîkî ya Rêbertî de cih girt û bi salan jî ji bo wê têkoşîn kir. Hevrê Hêvî di heman demê de li cem Serok Apo maye û di perwerdeya Serok Apo re derbas bûye. Hevrê Hêvî li kêleka kar û xebatên ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya Rêberê xwe, di heman demê de kedkara malê bû, dayîkeke pîroz bû. Di vê hêlê de jî ew mînakeke rasterast a ji bo hemû jinan bû.”

Daxuyaniya Kongra Star wiha berdewam kir: “Di hemû bêderfetî, zor û zehmetiyan de hevrê Hêvî bi encam kar derxistiye holê. Her wiha ew mamosteya zimanê Kurdî bû. Di vê hêlê de jî Rêheval Hêvî gelek zarok perwerde kirine û erka welatparêziyeke esasî pêk aniye. Hevrêya me di xwe zanekirin, lêkolînkirin, polîtîka fêmkirinê de xwedî hewldanek û berhemek bû, kesayeteke rewşenbîr bû. Di gelek akademiyan de bi dersên ku dayî, bi sedan mirov hatin perwerdekirin.”

Kongra Star destnîşan kir ku Hêvî bi keda xwe, bi kar û xebatên xwe, bi dilsoziya xwe, bi afirîneriya xwe her tim ked daye û hate gotin: “Ew mîrasa jinên têkoşer ên gelê Rojava, bi taybetî jî yê Efrînê diparêze û di her şert û mercî de ji sekna xwe venagere. Şehîd Hêvî pêşengtî ji bo hemû jinên Rojava, bi taybetî jî jinên Efrînê kir. Ew ji çanda berxwedaya Efrîn-Şehbayê hatibû. Ew zaroka koçbertiyê bû û tevî her cûre zor û zehmetiya koçberiyê jî, tevî hemû êşên welatê xwe bi çavê xwe jî dît, wê ji her demê zêdetir xwe bi hêz kir û bi bersivdayîna xurtkirina têkoşînê xwest tola xwe ji dijminê xwe bigire. Şehîd Hêvî ji çanda malbateke welatparêz û xwedî şehîd hatibû. Malbata şehîd Hêvî ku di oxira azadiyê de gelek berdel dabûn û heta roja me ya îro jî bi ked, fedakarî û dilnizmiya xwe tên naskirin.”

Kongra Star da zanîn ku Hêvî jineke Elewî bû û her tim dixwest ku jinên Elewî li hember dijminên xwe, xwe bi rêxistin bikin, tê bikoşin û diyar kir: “Êşên jinan ji dil û can hîs dikir. Hemû xwesteka wê, têkoşîna wê, ji bo Sûriyeyek demokratîk ku jin tê de bi xweserî û azadiya xwe ve bijîn bû. Bi vê bîr û baweriyê hevrêya me heta kêliya dawî jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe, xwesteka têkoşînê bê navber domand. Em jina wêrek, mamosteya hêja, şoreşgera mezin, dayîka pîroz, Endama Koordînasyona Kongra Star hevrê Hêvî bi dilsozî oxir dikin. Û ji Serok Apo re, ji tevahî gelê Kurdistanê re, ji malbata me ya kedkar û welatparêz re, ji gelê me yê Rojava û gelê me yê Efrîn-Helebê re sersaxiyê dixwazin.”

Kongra Star di dawiyê de aşkera kir ku ew hevrêya xwe wek ‘şehîda Kongra Star’ îlan dikin û hate gotin: “Em ê têkoşîna şehîd Hêvî bigihînin serkeftinê. Ji bo ku em xeyalên heval Hêvî pêk bînin, em ê bi hemû hêza xwe kar û xebatê xwe mezintir bimeşînin. Bila ruhê te şad be. Oxir be hevrê Hêvî…”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye
Nûçeya Pişt re Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê ji bo 2 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo gerîlaya HPG’ê Axîn Xabûr û şervanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgarê Hesekê û Wezîrê Veguhastinê li hev civiyan

Parêzgarê Hesekê û wezîrê veguhastinê rewşa rê û binesaziyê û pirsgirêkên sektora veguhastinê nîqaş kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

Akademiya Şehîd Sefkan û Komîna Şano ya Çiya, bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê: Li Sûriyeyê hîna zêdeyî 800 kes di kampan de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?