Di navenda hevdîtinê de îhtimala Îranê fuzeyên balîstîk radestî Rûsyayê kiribe û Moskova li beramberî vê sira nukleerî dabe Tehranê heye. Ev rewş DYE û Îngilîstanê xiste nav liv û tevgerê.
Bi taybetî piştî ku Îranê zêdetirî 200 fuzeyên balîstîk ên Fath-360 radestî Rûsyayê kirine hat piştrastkirin, helwesta rojava li hember Rûsya van çekan bikar bîne guherî.
Li gor çavkaniyên Îngilîz, Emerîka û Îngilistan ji ber parvekirina teknolojiya nukleerî ya Moskovayê bi Îranê re di nava metirsiyê de ne. Ev geşedan wek zêdekirina îhtîmala ku bernameya nukleerî ya Îranê zêdetir pêş bikeve tê şîrovekirin û ev yek dê ewlehiya Ewropayê bixe xetereyê.
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken diyar kir ku ev hevkarî dikare ewlehiya Ewropayê bixe xetereyê û hişyarî da ku ev gava Îranê tê wateya rageşiyeke dramatîk. Di vê çarçoveyê de welatên rojavayî li dijî Îranê cezayên nû ragihandin.
Îhtîmala vê peymana nuleerî piştî bidawîhatina peymana JCPOA ku di sala 2015’an de hatibû îmzekirin derket holê û Tehranê soz dabû ku bernameya xwe ya nukleerî ya leşkerî wê rawestîne. Ji wê demê ve, Îranê bernameya xwe ya nukleerî bi pêş xistiye û li gorî çavdêriyên navneteweyî, lez daye xebatên xwe yên dewlemendkirina ûranyûmê.
Îran di van demên dawî de staleytên şandin fezayê, metirsiya ku Îran hêza xwe ya fuzeyên balîstîk bi pêş dixe zêde kiriye. Tê gotin ku ev teknolojî dikare wekî pergalên radestkirina çekên nukleerî were bikaranîn.