Di nava dilê Kobanê de bi hezaran çîrok û destan hatin nivîsandin. Di her kolanê teng de bîranîn û kêliyên bêdawî yên bi berxwedanê derbas bûne heye. Kobanê ku di aliyê erdnîgarî de ciheke biçûk e, lê berxwedana wê, bi qasî dilê mirovên wê mezin e. Berxwedana hatî raberkirin, navê Kobanê bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand.
Deh sal berê tilîliyê ku li Kobanê bi dengê şervanên YPJ`ê olan dida, ji dagirkeriyê re bû tirsek mezin. Tevî êrîşên herî dijwar ên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker jî, şervanên azadiyê Kobanê bernedan û govenda xwe ya azadiyê domandin.
Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAÎŞ’ê ji çar aliyan ve êrîş birin ser Kobanê. Ew çeteyên ku xeyalê dewletekî Îslamî dikirin û dixwestin bi dagirkirinê re li Kobanê nimêja cejnê bikin, bi berxwedanê şervanên azadiyê re têk çûn û xeyalê wan jî hilweşiya.
Di sala 2014’an de di bajarekî ewqas biçûk de her çar parçeyê Kurdistanê, ji bo berxwedanê gihîşt hev û têkoşîna hevpar a azadiyê dan. Bi banga Rêber Apo re bi hezaran kes rabûn û berê xwe dan Kobanê. Bi hezaran ciwanê Kobanê, jî ji bo rizgarkirina axê xwe canê xwe feda kirin û gelek ji wan jî parçeyek canê xwe da.
Gaziyê berxwedanê yê bi navê Serdar Şêx Ehmed ê ji gundê Serbehûrê jî yek ji wan e. Şêx Ehmed, çîroka xwe ya têkoşînê ya di berxwedana Kobanê de wiha tîne ziman, “Ez li bajarê Helebê mezin bûm û li Helebê min zarokatiya xwe derbas kir. Salekê beriya şoreşa Rojava me berê xwe da Kobanê û li gundê xwe yê qedîm bi cih bûn. Piştre jî min cihê xwe di nava Hêza Parastina Gel (YPG) de girt û li xeta Abû Sirê dimam. Dema ku şer destpê kir jî, bi hevalên xwe re di nava çeperan de bûm. Destpêkê çeteyên Cebhet El Nûsra bi çekên herî giran dest bi êrîşan kirin. Ligel ku çete hem hejmarêk zêde hem jî bi tang û topan hatibûn, careke din li hemberî îradeya şervanên azadiyê nikarîbûn bisekînin.
’HÊVIYA ME MIŞTENÛR BÛ’
Çeteyan bi hêjmarek mezin dema êrîşî me kirin, em neçar man ku gavekê paşde wer in û li gundê Zûxir bi cih bibin. Piştre dema şer giran bû em gihîştin Kobanê û min li wir birîndariyek biçûk derbas kir. Ji bo tedawiyê neçar mam biçim Pirsûsê. Li wir sê roj min tedawî dît û piştre vegriyam Kobanê. Hevalan ji min re gotin ‘divê em bi rengekî tevgerî herin her derê.’ Heval Masîro ji min re got, ‘divê hûn herin piştê û li wir çalakiyên xwe bikin.’ Li ser vê em bi hevalan re çûn milê piştê û me dest bi çalakiyên xwe kirin. Em li wir bi qasî 126 hevalan bûn. Her ku cebilxaneyê me kêm dibû me berê xwe dida Kobanê û cebilxane dianî. Em li wir 16 roj man, piştre agahî hat û gotin ‘heval ketine çemberê’ me jî ji ser Miştenûrê xwe berda bajêr û li wir me çalakî lidar xistin. Wê demê cepheyê me Miştenûr bû. Piştî çalakiyan em dîsa vegeriyan cihê xwe.”
’EM ŞEHÎD JÎ BIKEVIN, EM Ê KOBANÊ BERNEDIN’
Şêx Ehmed, diyar kir ku mînaka berxwedana li Kobanê li ti devera cîhanê nîne, “Di wê berxwedanê de tenê hêviyê me Miştenûr bû. Tang û topê çeteyan û hêjmara wan zêde bû. Bê navber êrîş dikirin. Ligel vê jî me digot, ‘em şehîd jî bikevin, em ê Kobanê bernedin. Kobanê ji jiyana me bi nirxtir e.’ Piştre ref bi ref ciwanan ji her parçeyê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê.
’ME LI MIŞTENÛRÊ GOVENDA AZADIYÊ GERAND’
Piştî 20 rojan me binê Miştenûr girt, me dixwest xwe bighînin Miştenûrê. Wê şevê me çalakî kir û Miştenûr rizgar kir. Rizgarikirina Miştenûrê hestekî cûda çêkir. Bi peyvan ez nikarim bînim ziman. Me li Miştenûrê ew ala reş rakir û ala kesk û sor û zer bi tililiyên şervanên YPJ’ê û dirûşmeyan bilind kir. Di wan kêliyan de me govenda azadiyê gerand. Şehîd Amargî teker anîn, me agirê azadiyê pêxist.
Li gel heval Amargî me li gundê Helincê çalakî lidar xist. Em bi giştî du heval bûn û 11 çete li hemberî me bi çekên giran êrîşî me dikir. Bi berxwedanê me ew çete têk birin. Piştre di 20’ê Adarê de ez birîndar bûm. Bi qasî salekê min xwe jî yên derdorê xwe jî nas nedikir. Bijîşkan gotibûn ev şervan şehîd bûye. Lê hevalan ji ber nabzê min hîskirine, raste rast ez biribûm Bakurê Kurdistanê. Min li Bakur salekê tedawî dît. “
’EM Ê CANÊ XWE JI BO GELÊ XWE FEDA BIKIN’
Şêx Ehmed, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em çûn Bakurê Kurdistanê bi qasî 18 rojan ez di nav tarîtiyê de bûm. Piştî ku ez hatim ser hişê xwe û hevalan dîtîn ku ez kesî nas nakim. Hevalan li min mêze kirin û bi wan re diçûm tedawiyê û dihatim. Heta niha jî hîn zehmetî dibinim. Dîsa jî dibêjim, ji bo gelê xwe, em ê canê xwe feda bikin.”